21:53 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Musa Anter - Tahsin Ekinci - Abdurrahman Durre

    Ebdurrehman Durre: Dema welat hebe bîyanî jî kurd in

    © Foto: Ikbal Durre
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    117240

    Gereke her yek ji me baş bizanibe ku bey referandûm û serxwebûnê bavên me mixabin wê bi çavên vekirî bimirin. Şêst milyon kurd wan kesan efû nakin ên li ber referandûmê bibine asteng.

    Îkbal Durre

    Ev wêne hema doh xwîşka min ji min re rêkir. Min berî niha ev wêne nedîtibû û ji ber wê jî min demeke dirêj û bi baldarî lê temaşe kir. Paşê min biryar da ku çend parîneyên ji jîyana bavê xwe, bi taybet jî yên bi bûyerên giring ên dîrokî yên bi çarenûsa gelê kurd ve girêdayî vebêjim. Ez ji weşandina wêneyên bavê xwe zêde hez nakim, ku şaş neyê famkirin…
    Lê, bi tevî prensîbên xwe jî, min biryar da ku vê wêneyê biweşînim. Sedem jî ev bû ku bavê min ji bilî nasnameya xwe ya nivîskarê kurd, her weha miroveke oldar bû û demeke dirêj jî karê miftîtîyê kir. Wî tu caran cixare nekişand û tu caran dest neda vexwarinên bi alkol û li dijî vexwarinên bi wî awayî bû.
    Ji heft salîyê heta roja dawîyê ya jîyana xwe hemû ferzên ola îslamê bi cih anîn. Her weha li hember hemû ol û bawermendîyan dilsoz bû û ji ferz û qanûnên ol û mezhebên din re rêzdar bû û derbarê kitêbên wan ên pîroz de xwedî zanyarî bû. Dilsozî û rêzdarîya wî jî li ser bingehê zanyarîyê şîn bibû. Hemû kesên ku wî nas dikin, dikarin şahidîya wê yekê bikin ku kesên wek Ebdurrehman Durre yên ji olên din, dîrokên  wan û şîrovekirina wan baş dizanin, kêm in. Wî elbet hemû hurgilî û hûragahîyên ola îslamê baştir dizanî. Ji bilî wê, wî ji edebîyatê baş fam dikir û dîroka Rojhilata Navîn û Nêzîk  û dîroka kurdan jî baş dizanî. (Ew nivîskarê kurdnameyê ye, ku ew jî nîşana hakimbûna wî ya dîroka kurdan e).
    Gelo ji bo çi ez behsa wan tiştan hemûyan dikim.
    Em bala xwe bidine wêneyê. Di wêneyê de hevalên bawê min, kesayetên navdar ên civaka kurd (Li rastê Mûsa Anter, di ortê de Tehsîn Ekîncî), wisa dîyar e, ku piştî civînekê li hev kom bûne û ereqê vedixwin. Û bavê min Mele Ebdûrreham Durre bi wan re rûniştîye û bi awayeke kêfxweş mijarekê nîqaş dikin (Ez bawer im ku mijareke bi kurdan ve girêdayî nîqaş dikin). Wan ji vegotina bê westan û bêrawestan a çîrok, metelok û pêkenokên kurdî yên dîrokî hez dikirin.  Ew sohbet ewqas zindî û hîndeker bûn, ku di jîyana xwe de ez ji her tiştî zêdetir bêrîya sohbeta bavê xwe ya bi mele û kesayetên kurd re dikim. Ew, dem û zanyarîyên herî  hêja bûn, ên ku hemû mektebên ez jê derbaz bûm giringtir bûn. Esas mijar ne ev e, lê dîsa jî gelek giring e. Daxwazîyeke min ji ciwanan heye, ku bi nifşên kevin re zêdetir wext derbaz bikin, zargotina kurdî ve mijûl bibin, hîn bibin û wan ji zarok û nevîyên xwe re ragihînin.
    Em vegerin mijarê. Bavê min ê musulman (Damezrenêrê Yekitîya Dîndarên Kurdistanê) bi kesayetên navdar ên kurd re bi tevî ku ereqê jî vedixwin,  li dor maseyekê runiştîye. Ji ber ku ji aîdîyeta olî zêdetir, wî kurdîtîzm dipejirand.
    Hevjîna min kurdeke êzdî ye.
    Gelek şêxên êzdî ji bavê min re digotin – Seyda, keça êzdî nikare bi musulmanekê re bizewice filan û bêvan. Bavê min bi henekî bersîva wan da: ``Ew pirsgirêka we ye û hûn bi xwe çareser bikin. Mêrên musulman dikarin bi keçên ji hemû olan re bizewicin``.
    Wî hertim ji min re behsa wê yekê dikir ku kurdên musulman li hember kurdên êzdî gelek sûcdar in û digot: ``Ji ber wê jî, tu wisa bike, ku jina te hemû wecîbeyên êzdîtîyê pêk bîne û tu jî di warê madî û manewî de alîkarîya wê bike, ku bikaribe hemû wecîbeyên bawerîya xwe bi cih bîne``.
    Rojek berî mirina wî, di rojên dawîyê de ez jî li nexweşxaneya li bajarê Kolnê yê Almanyayê li bal wî bûm, wî bi tevî rewşa xwe ya giran jî meleyên kurd li odeya xwe kom kirin, ku di nav wan de telebeyên wî jî hebûn, û ji wan re wisa got: ``Îro êvarî yan jî herî zêde sibê ezê bimirim. Mirin min natirsîne. Çi ji destê min hat min ji gelê xwe re kir. Tenê min nikarî kitêba xwe ya dawîyê biqedînim (Hêjayê gotinê ye, ku bi saya hewlên Înstîtûya Kurd a Parîsê ew kitêb ji bo weşanê amade ye).
    Melayên hevalên min ên hêja, ez tenê yek tiştî ji we dixwazim, eger hûn ola xwe ji kurdbûna xwe serdesttir bigirin û giringtir bibînin ez heqê xwe li we helal nakim û ez ê ji dinyaya din bi baldarî we bişopînim. Ji bîr nekin, hûn berî her tiştî kurd in û paşê musulman``.
    Ew gotinên wî yên dawîyê demeke dirêj di nav elîta olî ya kurd de hatin nîqaşkirin. Dibe ku hinek kesên gotinên bavê min rexne kiribin jî hebin. Lê, bi piranî di nav elîta olî ya aqliselîm de bi awayeke fehmberî hatin pêşwazîkirin.
    Ji bo kê min behsa wan tiştan kir?
    Ji berî hemûyan ji bo wan kesan ên ku êzdîyan wek kurd qebûl nakin. Her weha ji bo wan kesan ên li dijî referandûma li Kurdistanê û elbet ji bo wan kesan ên li dijî serxwebûnê.
    Ez dixwazim vî tiştî ji we re bêjim; belê em baş dizanin û bi bîr tînin ka kurdên musulman çi anîne serê kurdên êzdî. Her kurdeke aqlîselîm ew êş û berpirsîyarîyê di dilê xwe de hîs dike. Dîrok jî nade jibîrkirin ku pêşîyê kurdên êzdî hebûne.
    Bavê min gelek caran êzdî wek toyê li ser çand û dîroka kurdan bi nav dikir.
    Ez ecêbmayî dimînim dema dibînim ku gelek kurdên êzdî hewl didin dîroka xwe ji bîr bikin û xwe ji kurdên musulman cuda bikin.  Ew rêyeke bi xeter û şemitok a xwe bi xwe tunekirinê ye. Propagandaya ku dibêje êzdî ne kurd in û zîyana dide êzdîyan tu kes nikare bide. Rê û rêbazên ji hundur de hilweşandina gel û dewletan ji herkesî re eyan in. Îro jî ew plan ji alîyê dijmanên gelek qurnaz ve di nav kurdan de têne meşandin.
    Her nûnereke gelê me gereke bizanibe û ji zarokên xwe re jî şîret bike ku kurdên musulman bêy kurdên êzdî ne kurd in. Her weha kurdên êzdî jî bêy kurdên musulman ne kurd in. Em xwedî dîrokeke mezin û yekpare ne.
    Em hewceyê xweşbînîyê, jihevfamkirinê û ji hev re rêzgirtinê ne. Îro ji her demê zêdetir pêdiwîya me bi wan tiştan heye. Em ji hemî deman zêdetir hewceyê yekitîyê ne.
    Hemû partî û ol bêîstîsna gereke heta roja 25ê Îlonê hafizeyên xwe ji dilgiranî û gazindeyên kevin re bigirin. Piştî ku me serxwebûn bi dest xist, eger gelek bixwazin dîsa dikarin vegerin wan xeydan û gazindeyên xwe, lê êdî li welatê xwe yê serbixwe. Piştî serxwebûnê, eger hûn bixwazin herin hev bixwun, elbet tiştekî ne bi dil e, lê eger hûn pir zêde bixwazin…
    Bavê min li ber mirinê got: ``Tenê yek tiştê ku ez heyfa xwe lê tînim, mirina berî dîtina serxwebûna Kurdistanê ye. Lê, min geşbûn, ronî û şahîya di çavên wî de wê demê dît dema em derbazî Başûrê Kurdistanê dibûn. Wê demê, ew êş û valahîya dilê xwe de piçekê jî be ji bîr kir. Wî her tim bi îlhameke mezin digot, li Kurdistana Başûr çiqas xweş e, dema polîs, karmendên gumrikê û paqijîker bi kurdî diaxêvin. Lê, wî fam nekir ka barkêşên li balafirgeha Hewlêrê bi çi zimanî dipeyivîn. Rojekê em ji balafirgeha Hewlerê ber bi bajêr ve diçûn û şofêrê me keseke asyayî bû. Bavê min got ku ew kes zêde naşibe kurdan û bi kurmancî ji şofêr pirsî: tu xelkê kî derê yî?  Şofêr jî bi kurmancî bersîva wî da: Ez ji Fîlîpînê me apo.
    Bavê min bi dilxweşî li min zivirî û got – tu dibînî, dema welatê mirov hebe, fîlîpînî jî dibine kurd. Lê dema welat tune be, kurd jî ne kurd in. Ji balafirgeha Hewlêrê meseleyeke din: Dayika min jî bi me re bû, em hersê bûn. Dema em nêzî kontrola pasaportan bûn, karmendê gumrikê ji me pirsî ka em çiyên hevdu ne. Bavê min got em malbatek in û li ber wê bersîvê karmend ecêbmayî ma. Ji ber ku pasaporta bavê min a almanan, a dayika min a tirkan û a min jî a rûsan bû. Karmendê gumrikê demeke dirêj kenîya û got ma ew çi biçîm malbat e. Ew jî dîsa ji bêdewletîyê bû.
    Ji ber wan sedeman, gereke her yek ji me baş bizanibe ku bey referandûm û serxwebûnê bavên me mixabin wê bi çavên vekirî bimirin. Şêst milyon kurd wan kesan efû nakin ên li ber referandûmê bibine asteng.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Referandûm derfeteke bo Kurdistanê
    Talabanî: Referandûm ne ji bo partiyek ne jî bo hikûmetekê ye
    Serkirdeyê YNKê Mela Bextiyar: Îranê referandûm red kir û me jî parast
    Ebadî: Referandûm li dijî destûrê û berjewendiya Kurdan e
    PDK û YNK: Divê Parlemento di xizmeta referandûm û serxwebûnê de be
    PDKê nêrîna YNKê ya liser referandûm û parlamentoyê eşkere kir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de