21:54 11 Kanûn 2017
Zindî
    Berdevkê HDPê Osman Baydemir

    Baydemir bang li Erdogan kir: Qeyûmên te siyaseta kanalîzasyonê dikin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 81

    Berdevkê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir di fitara partîya xwe ya li Sûrê de axivî û xerakirina xanîyan rexne kir.

    Osman Baydemir bal kişand ser xitimandina kanalîzasyonên Sûrê û ev bang li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kir: "Qeyûmên te aniha siyaseta kanalîzasyonê dikin."

    Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bide gelê Sûrê û piştevaniya gelê Sûrê bike sifreya rûyê erdê danî û bi hezaran kesan fitara xwe bihevre vekir.

    Li Sûra Amedê fitara HDPê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Li Sûra Amedê fitara HDPê

    Berdevkê HDP'ê Baydemir, Parlamenterên HDP'ê û rêveberên HDP'ê jî dê beşdarî fitarê bûn. Baydemir piştî fitarê axivî. Bayemî balkişand ser xerakirina xaniyên Sûrê û wiha got "Mala wan ne ava be. Çavê wan birije. Xwediyê vî bajarî zarokên vî bajarî ne."

    HDPê li navçeya Sûrê ya Amedê fitar da
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    HDPê li navçeya Sûrê ya Amedê fitar da

    'QEYÛM SIYASETA KANALÎZASYONÊ DIKIN'

    Baydemir bal kişand ser tayînkirina qeyûman û axaftina xwe wiha domand: "Yên ku bi zorê hatine û dixwazin ku bi zorê bajêr bidest bixin dê ji vî bajarî herin. Xwediyê gotinê dîsa wê xwediyê bajêr hûn bin. Ji hilbijartinê re salek ma. Gelo piştî salekê dê qeyûm bajêr birêve bibe? Na, dê îradeya gel birêve bibe. Dema me plansazîya pêşeroja Sûrê dikir me razîbûna gel esas digirt. Bi xerakirina 6 kolanên Sûrê re dixwazin Lalebey û Alîpaşa jî xera bikin. Di meha Remezanê de av û ceryana gel qut dikin. Têr nake diçin kanalîzasyonan digirin. Dema ez şaredar bûm Erdogan 9 salan siyaseta sergo dikir. Ez bang li Erdogan dikim, qeyûmên te aniha siyaseta kanalîzasyonê dikin."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Tirk Çavuşoglu piştî Qeterê diçe Qûweytê
    'Partîya Iraqî ji bo referandûmê piştgirî da gelê Kurdistanê'
    Pûtîn: Em ê bersivên guncaw bidin hemû çalakîyên NATOyê
    CHP piştî girtina Berberoglu ji Enqerê heta Stenbolê meşa ‘edaletê’ li dar dixe
    Parlamenteriya, parlamentera HDP hate betalkirin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de