02:41 13 Kanûn 2017
Zindî
    Rêxistinên mafên mirovan yên Amedê

    'Bila dewlet arşîvên xwe veke'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 80

    Lı Amedê rêxistinên mafên mirovan bi munasebeta 17-31ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya Dijberî Windayên Di Bin Çavan de daxuyanî dan û xwestin ku dewlet arşivên xwe veke.

    Rêxistinên mafên mirovan yên Amedê bi munasebeta 17-31ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya Dijberî Windayên Di Bin Çavan de daxuyanî da. Li ser navê saziyan parêzer Serhat Eren daxuyanî xwend û diyar kir ku di şerê 35 salan de gelêk mafên mirovan hatine binpêkirin û windakirina bi darê zorê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Eren anî ziman ji bo windakirinan dozên bi bandor nehatîye vekirin û dosye tev hatine rawestandin.

    ‘LI TIRKIYÊ WINDAKIRIN DI SALA 1915AN DE DEST PÊ KIR'

    Eren destnîşan kir ku li Tirkiyeyê windakirina mirovan di sala 1995an de dest pê kiriye û wiha berdewam kir: "Armanca wan ew e ku kiryarkeran pak derxin û bê ceze bikin. Li Tirkiyê windakirin di sala 1915an de bi qirkirina Ermenan dest pê kir. Heta ku bi heqîqeta dayikên ku li hestiyên zarokên xwe digerin neyên hevrû kirin liv ê axê behsa dadê nayê kirin.

    ‘BILA DEWLET ARŞIVÊN XWE VEKE'

    Eren daxwazên xwe wiha anî ziman: "Berî her tiştî divê aqubeta kesên ku bi darê zorê hatine windakirin were aşkare kirin û kiryardar werin darizandin. Divê dewlet hemû arşivên xwe veke. Divê ji hemû windakirinan ku sucê li dijî mirovahiyê dozên bi bandor were meşandin û ev yek li gorî peymanên navnetewî bi cîh were. Ji bo ev suc carek di neye jiîyandin divê Komisyona Heqîqetan were avakirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Tapuyen Mûsil û Kerkûkê di arşîvên Tirkiyeyê de derketin
    Li gorî arşîvên brîtanî di sala 1950 de jî hejmara kurdan li Kerkûkê zêde ye
    'Yekane reya çareseriyê yê Tirkiye aştiya bi kurda re ye'
    ‘Têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê rast bûn'
    Rûsya: Tirkiye ji lîderên mixalîf ên Sûrî re bangawazî kir ku guh nedin provakasyonan
    Wezîrên parastinê yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Îsraîlê bo Sûriyeyê li hev civiyan
    Etîketan:
    Serhat Eren, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de