10:34 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Firat Cewerî

    ‘Ji nifşê nû dê nivîskarên wiha derkevin ku qayişê bi yên dinyayê re bikişînin'

    © Foto: Firat Cewerî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 62090

    Firat Cewerî yê ku ji sala 1980an ve li Swêdê dijî, bi dehan berhemên klasîkên dinyayê wergerandine kurdî, kovara Hawarê ji nû ve weşandiye û ji dehan zêdetir kitêbên kurdî nivîsîne. Cewerî derbarê jiyan, berhem û nêrînên xwe yên edebiyat û rewşa dawî ya doza kurd de axivî.

    SPTNK — Dixwazim hinekî tu bahsa jiyana xwe ya rojane bikî heyat bo te çawa dimeş e?

    - Nivîskarî wek nexweşiyekê ye, gava mirov pê dikeve, mirov nikare zû bi zû jê rizgar bibe. Ji xwe ku vê nexweşiyê bi salên pir biçûk bi mirov girtibe, pakbûna jê hema bêje bêîmkan e. Ez jî di salên xwe ên pir ciwan de bi vê nexweşiyê ketime. Tu aniha vê nivîskariyê ji dest min bigirî, ez ê têkevim hundirê valahiyeke mezin û li dîwarên depresiyonê asê bimînim. Ya ku maneyê dide jiyana min nivîskarî ye. Loma, li malê jî, hema bêje ew ji bo min berî her tiştî tê. Li malê mijûliya min ya sereke ev e. Ez bi wê radizêm, bi wê radibim. Berê min li cafeyan dinivîsand, ez niha jî dikim, lê belê ez carina xwe davêjim hundirê kitêbxaneya xwe ya xalî û bi kitêbên xwe re dibim yek. Ez wek karkerekî sibehê zû ji malê derdikevim û êvarî vedigerim. Gava ez vedigerim, ez dîsa karê xwe bi xwe re dibim malê.

    Bi niyeta ku wê roj têra min neke, ez sibehan pir zû radibim. Hema ku ez çavên xwe vedikim, ez qahwê datînim ser û dest bi kar dakim. Paşê bi meşeke dirêj xwe digihînim kitêbxaneya xwe û karê xwe li wir dewam dikim. Her roj karê min ev e… Bêguman heta ji min tê ez xwe ji aktîvîteyên kulturî û edebî jî nahêlim. Roj bi vî awayî diburin û diçin…

    ‘TU CARAN POŞMAN NEBÛME LÊ ÎMKAN HEBÛNA MINÊ GELEK TIŞTÊN DÎ BIKIRA'

    SPTNK — Te 36 salên xwe di xatirê edebiyata kurdî de xerç kir gelo tu poşmaniyên te hene.? Yan jî tiştek kêm di heyata te de?

    - Kitêba min ya pêşî tam berî bi 36 salan derketiye. Ev 36 sal in, ez li gora taqeta xwe, bêyî westan di vê riyê de dimeşim. Hema bêje bi kitêbên ku min nivîsandine û wergerandine, di zik hev de min salê kitêbek derxistiye. Min bi salên dirêj kovar derxistine, kovarên ku di nav toza dîrokê de hatibûn jibîrkirin gihandin nivşê niha. Ez ê jiyana maye jî di vê riyê de bubuhurînim. Lê divê ez mikur werim ku kurd bi qasî ku pêwîst e li ziman û kitêbên bi zimanê xwe xwedî dernakevin. Di warê madî de min heta niha di vî warî de qurişek ji kurdan qezenc nekiriye, wan ez û ên wek min xelat jî nekirine. Lê carina mirov dibîne ku heta ji hinan tê dixwazin keleman biavêjin nav lingê mirov da ku mirov bihilkime û careke din ranebe. Lê bala min dîsa li pêşerojê ye. Dibe ku nivîskarî di warê aborî de ji min re bûbe astengek, lê wekî din her tim ji min re bûye kopalê hêviyê û min xwe daye ser. Loma, ji tiştên ku min kirine ez qet ne poşman im, lê heke imkan hebûna ez zanim ku min ê gelek tiştên din jî bikira… 

    ‘DIVÊ NIVÎSKAR TEKOŞEREK AZADIYA FIKRÊ BE'

    SPTNK — Ji bo çi te qet xwe nexist nav nîqaşên siyasetê.? Bi te divê nivîskar wisa bikin an terciheke şexsî ye?

    - Ez di salên xwe ên ciwan de ketim nav siyasetê, min bi siyasetê çavên xwe vekir. Bi xêra siyasetê ez ketim cîhana kitêban. Min teorî, felsefe bi riya siyasetê bi dest xist. Lê di bîstsaliya xwe de ez û hevalên xwe ji bo terma Dîktatoriya Proleterya ketin qirika hev û loma ez ji siaysetê vekişiyam. Ji xwe ez hingî bi nexweşiya nivîskariyê jî ketibûm. Ji hingî ve ye ez ji sîstemên yekpartîtiyê bi mesafe me. Rast e ku demokrasî jî ne sîstemeke baş e, lê ji ber ku aniha sîstemeke jê baştir tuneye, baweriya min jî bi demokrasiyê tê. Bi pirhejmariyê tê. Bi azadiya fikrê û fikrên cihê tê. Ev 36 sal in ez neketime nav tu partiyên siyasî, lê ez di rêxistinên kulturî de xebitîme. Ji Yekîtiyên Nivîskaran bigire, heta PENa Swêdê.
    Niha li Swêdê nivîskarek dikare weha serbixwe tevbigere. Lê di civateke mîna civata me polîtîzîbûyî de barekî giran li nivîskar û hunermendan dikin. Her kes dixwazin wan bi aliyê xwe de bikişînin, hin kes bi hin aliyan de jî diçin, ên ku naçin jî, li ku xuya bikin, wan ji wî alîyî dibînin. Îdeolojî siyasetvanan tîne ba hev, an jî siyasetvan li dor hin îdeolojiyan diciv, lê nivîskarî ne welê ye. Nivîskarî karekî ferdî ye, her nivîskar pêwîst nake ku wek hev bifikirin. Lê bi ya min her nivîskar divê têkoşerekî azadiya fikrê be.

     فرات جه‌وه‌ری
    فرات جه‌وه‌ری

    ‘HEMÛ TIŞTÊN KU EZ DIKIM SIYASET E'

    SPTNK — Baş e tu qet di nivîsên xwe de bahsa siyasetê nakî, lê ka rehme tu ji min re bêje:"Dê çawa be halê kurda?"

    - Bêguman civat bi siyasetê tê birêvebirin. Ez siyasetê nakim, lê ez tu carî li dijî siyasetê jî ranawestim. Di nav kurdan de ên ku ji min pir baştir ji siyasetê fêhm dikin û ji min baştir dikarin siyasetê bikin hene. Ez siyaseta partîtiyê nakim, lê hemû tiştên ku ez dikim siyaset e. Gava min bi zimanekî qedexe dest bi nivîsandinê kir, min bi dengê bilind bang kir, min got, serdestino, hûn nikarin zimanê min qedexe bikin. Min bi zimanê ku ji diya min derbasî min bûye nivîsand, lê diya min tu carî bi zimanê xwe nexwand. Hemû xebata min ji bo kurdan e, hemû lobiyên ku ez ava dikim, cihokên ku dikerin ser gola kurdan e. Ji bo ku kurd piştî evqas qurbanî û wêranî bigihîjin armanca xwe, mafên xwe bi dest bixin û zimanê wan bibe zimanê perwerdê. Ji aliyekî ve karê me û yê siyaseta kurdan digihîje hev. Karê min ji bo wan e. Lê ên ku me rizgar bikin ew in. Lê armanca nivîskar û ya siyasetvanan ji hev cihê ye, armanca siyasetvanan bidestxistina desthilatdariyê be, divê ya nivîskaran mesafeya ji desthilatdariyê be…

    ‘JI NIFŞÊ NÛ DÊ NIVÎSKARÊN WEHA DERKEVIN KU QAYIŞÊ BI NIVÎSKARÊN DINYAYÊ RE BIKIŞÎNIN'

    SPTNK — Ji bo rewşa dawî ya edebiyata kurdî, ji bo nifşên nû? ji bo nivîskar û berhemên nû yên derheqê edebiyata kurdî de, tuyê bikiribî çi bêjî.?

    — Dema Ehmedê Xanî û dema Celadet Alî Bedir-Xan ne mîna hev bûn; dema Celadet Alî Bedir-Xan û dema nivşê min jî ne mîna hev bûn. Dema nivşê min û nivşê niha jî ne mîna hev e. Hema bêje nivşê min ji tune de dest pê kir. Ji ber ku klasîkên me bi alfabeya latînî li ber destên me tunebûn, kovara Hawarê negihiştibû me û me bi xweşikahî alfabeya kurdî nas nedikir. Me ew hemû xebatên xwe û ên nivşê berî xwe, gihandin nivşê niha. Niha, bi xêra weşanxaneyên kurdan, bi hezaran kitêbên kurdî li ber destan hene. Weşan û televizyonên bi kurdî û perwerdeya li unîversîteyan ji bo nivşê nû firseteke mezin e. Bêguman şoreşa teknolojiyê jî. Yanî nivşê nû pir bi şans e. Lê dîsa jî heta ku zimanê kurdî nebe zimanê perwerdê û ji serêşiyê wêdetir, nebe zimanê menfeetê jî, wê rewşa edebiyata me jî ev be. Divê em pir bixebitin, cihê ku xelk bi meşê diçinê, divê em bi bazdanê biçin da ku em xwe bigihînin xelkê… Nivşê berî me ji bo me, me ji bo vî nivşî kir. Ji vî nivşê nû wê nivîskarên weha derkevin ku qayişê bi nivîskarên dinyayê re bikişînin. Ya rastî derketine jî, lê bêxwedî ne…

     

     

    Etîketan:
    Merdîn, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de