13:06 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    'Erdogan ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye'

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 24962

    Hefteya çûyî li Tirkiyeyê referanduma ku wê rê li ber guherîna sîstemê veke hate kirin û ji sedî 51î zêdetirê gelê Tirkiyeyê dengê ‘erê' da referandumê. Lê hin aliyên siyasî bi îdiaya ku hîle hatiye kirin encaman red dikin. Lê gelo wê encam bi nîqaş ên referandumê bandoreke çawa li kurd û Herêma Kurdistanê bike?

    Li Tirkiyeyê hefteya borî dengdayîna referanduma ku wê rê li ber guherîna sîstemê veke hate kirin û ji sedî 51î zêdetirê gel dengê ‘erê ‘dan referandumê. Lê tê îdiakirin ku di hilbijartinê de gelek zexelî hatine kirin û gengeşiyên ji ber vê yekê hêj berdewam dikin. Hêj ku ev gengeşî berdewam dikin, Hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku encam ji bo herêmê dê baş bin û hikumeta tirk pîroz kir.

    Lê gelo wê encamên referandumê bandorake çawa li Herêma Kurdistana ku amadehiya referanduma serxwebûn û parlementeriyê dike, bike?

    Derbarê vê yekê de Beşa Têkiliyên Navnetewî Zanîngeha Dihokê Serdar Şerîf encamên referandumê û bandorên ku tê payîn li herêmê bikin, ji Sputnik Kurdistanê re nirxand.

    ‘HERÊMA KURDISTANÊ JI BO AŞTIYÊ NAVBEYNKARÎ KIR'

    Serdar Şerif di destpêka axaftina xwe de behsa hikumetên beriya AKPê û têkiliyên Herêma Kurdistanê û têkiliyên AKPê û herêmê dike dibêje bi hatina AKPê herdu aliyan têkiliyên baş danîne di warê siyasî, aborî û çandî de û wiha pê de diçe: "Hikumeta Herêma Kurdistanê di warê dirûstikirina aştiyê de di navbera PKK, HDP û Tirkiyeyê de navbeynkarî kiriye."

    ‘TIRKIYE Û HERÊMA KURDISTANÊ, PÊWISTÎ HEVDU NE'

    Şerîf di dema li ser xurtkirina têkiliyan de mînakan dide dibêje derxistina petrolê û danîna lûleyên petrolê gelek caran ji aliyê şîrketên tirk ve hatine kirin û wisa got: "Niha nûnertiya fermî a Kurdistanê li Enqereyê heye. Ev nîşanî me dide ku pêwendiyê herdu aliyan roj bi roj ber bi başiyê ve diçe. Herdu alî dizanin ku pêwistiya wan bi hev heye û lewma jî têkiliyên xwe li gorî wê datînin."

    Şerîf di dewama axaftinê de dibêje Enqere wekî hevpeymanê dewletê tê dîtin lewma jî piştî referandumê wekî orf Tirkiye hate pîrozkirin ji aliyê Herêma Kurdistanê ve.

    ‘KURDISTANÎ DIXWAZIN LI BAJARÊ KURDAN AŞTÎ PÊK BÊ'

    Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Şerîf li ser pirsa ‘gelo kurdistanî ji Tirkiyeyê hêviya çi dikin' bersiveke wiha da: "Berpirs û ragihandinên Herêma Kurdistanê dixwazin Erdogan  derfetekê derxîne û pirsgirêka kurd çareser bike û li bajarê kurda aştiyê saz bike. Herwiha dixwazin ku kêşeya siyasî û leşkerî a di gel HDP û PKKê jî bên çareserkirin."

    ‘AKP NE LI DIJÎ SERXWEBÛNA KURDISTANÊ YE'

    Herêma Kurdistanê niha amadehiya referanduma serxwebûnê dike lê gelo Tirkiye wê li hember serxwebûnê helwesteke çawa nîşan bide? Li gorî Serdar Şerîf AKP ne li dijî pêvajoya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye û wiha pê de diçe: "Niha Hewlêr û Bexda li ser serxwebûnê gûftûgoyan dikin ger herdu aliyên navborî li hev bikin Enqere wê têkildarî mijarê nebe. Lewra aliyên siyasî ên tirk di vê mijarê de gelek caran daxuyanî dane û mijara serxwebûnê wekî mijara navxweyî a Iraqê bi nav kirine."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Hewramî: Li Munîhê kesî ji Barzanî re negot behsa serxwebûnê neke
    Herêma Kurdistanê bo serxwebûnê şandeyekê dişîne derve
    'Bila Barzanî serxwebûnê jî ragihîne'
    Mîranî: Referandûma serxwebûnê ji karkirina parlamentoyê girîngtir e
    Parlementerê PDKê Kerîm: Wê referanduma serxwebûnê di îlonê de bê lidarxistin
    Etîketan:
    dijyatî, herêma kurdistanê, serxwebûn, serdar şerîf
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de