18:34 29 Nîsan 2017
Zindî
    Çekên kimyewî

    Êrişa kimyewî li Idlibê û geşedanên piştî

    © AFP 2017/ PHILIPP GUELLAND
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 1031

    Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di şirovekirna derbarê êrîşa kîmyewî de li herêma Idlîbê, ragihand ku Washington bang li Rûsya û Îran dike ji bo ew fişarê li Serokê Sûriyê Başar Esad bikin.

    Di ragihandina Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Tillerson de tê gotin ku welatê wî bi tundî êrîşa kîmyewî ya ku li herêma Idlîbê pêkhatiye şermezar dike. Tê ragihandin ku bi dehan kes û ji nav wan zarok jî di vê êrîşê de hatine kuştin û hiha em vê rewşa tirsnak çavdêrdikin, diyare ku ev encamê karên Beşar Esad e. Aliyên ku bergirî û piştgirtiya wî dikin, bi taybetî Rûsya û Îran, divê êdî rast derbarê mebestên Esad bizanibin.

    ‘BILA BERPIRSIYAR BÊN SIZAKIRIN'

    Tillerson nîşankir ku aliyên ku çekê kîmyewî dijî gelê xwe bikartîne didin xuyakirin ku exlaq bi wan re nemaye û ew divê bên siza kirin û got: "Herweha, diyare ku divê birastî agirbest û komên çekdar yên li herêmê jî divê erkên avitine ser xwe cîbecîbikin. Em dîsa bang li Rûsya û Îranê dikin ku fişarê li rêjîma Sûriyê bikin û garantî bikin ku êrîşên wisa tirsnak dîsa dûbare nebin. Rûsya û Îran jî, wek garantiyên rêjîma agirbestê, bersevdariyek exlaqî mezin di ber van kuştinan de hiltînin."

    Siyasetmederê îranî, pisporê di warê zanistiyên erebî de, serpereştê rojnema îranî ya bi zimanê erebî `Al-Waqaf` Mosib Na`mî di hevpeyvîna bi Sputnik re got ku nakeve serê mirov ku desthilata rewayî a Sûriyê karek wisa bêaqilî bike û çekê kîmyewî, nexasim dijî sivîlan, bikar bîne. Loma jî hikumeta Sûriyê nikare karekî wisa bike.

    ZANYARÊN FERMÎ TUNE NE LI DIJÎ ESAD

    Bi giştî karê ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve dihatin pêşdîtinkirin. Ji ber ku wan berê jî gelek caran hikumeta Sûriyê bi tawanan tawanbarkirbûn, lê ew bê encam bûn. Giringe bê zanîn ku tu-zanyariyên fermî ku êrîşa kîmyawî li Idlîbê tekze dikin, tune ne. Sebaret bi qaşo ziyankêşên vê êrîşê jî, wisa tê xuyakirin ku qey ew xwe vedişêrin û naxwazin ku kes wan bibîne. Ev zanyarî tenê ji nûnerên opozisyonê ve tên ragihandin. Ji bilî wê, fakt hene ku ne ji zûde çekê kîmyewî yê li Mûsilê hatibû çêkirin, li herêma Idlib û bakurê Sûriyê hatibû dîtin. Ew ji aliyê çekdarên komên terorîstî ve li wir hatibûn hiştin.

    Hikumeta Sûriyê berê erkdar bibû ku planê ji bo cebirxanên çekê kîmyewî tune bike. Rêxistina ji bo qedexekirina çekê kîmyewî jî ev yek baş kontrolkiribû. Loma jî nabe bê gotin ku hikumeta Sûriyê li Idlibê di ber êrîşa kîmyawî de bersevdar e. Ne di berjewendiyên hikumeta Esad de ye ku di vê rewşa ku ew tê de dest pê dike biser dikeve, karekî wisa bike. Helbet hikumeta Sûriyê ev tawanbariyên dijî xwe derew derxistin.

    RÛSYA JÎ DEREWAND

    Rûsya jî wek lîstikvanekî sereke û dizane ka çi li Sûriyê dibe, zanyariya derbarê ku hêzên wê di vê êrîşê de beşdarbûne derew derxist. Ev tawanbar hemû bêhtir wek propogandayê ne, ango ew erzan û derewin. Birastî, ihtîmala ku çekê kîmyewî li dijî sivîlan hatibe bikaranîn heye. Lê ev yek nayê wateya ku ji aliyê leşkerê Sûriyê ve hatiye bikaranîn. Ixtîmalek bêhtir heye ku ew ji aliyê çekdaran ve hatibe bikaranîn. Armanc wan ew e ku vê yekê li dijî desthilata welêt bikarbînin ji bo navê di nav civakê de xerab bike û zemînê ji têkçûnên xwe re sazbikin. Tu varyantên din tune ku hiştibin hikumeta Sûriyê karekî wisa bêaqilî bike.

    Di heman demê de, Emerîka, Fransa, Brîtanya proja biryara derbarê bikaranîna çekê kîmyawî li Idlibê pêşkêşî Encûmana Asayişa Netewên Yekgirtî kirin. Lê hevnêşînê Sputnik bibawere ku heta di Encûmana Asayişa Netewên Yekgirtî de hevalên Sûriyê yên wek Rûsya hebin, ev proje wê bisernekeve.

    Di baweriya min de di civîna Netewê Yekgirtî de ku ev pirs wê lê bê venêrîn, hevalên Sûriyê-Rûsya û Çîn, dema tawanên bêbingeh dijî hikumeta Sûriyê bibhîzin wê bêdeng nemînin. Bêgûman ew wê daxwaza delîlên rast bikin. Wek em dizanin jî, heger du endamên herdemî yên Encûmana Asayişa Netewên Yekgirtî dijî vê projê veto bikarbînin, proje wê neyê qebûlkirin. Ji bilî wê, amerîkî baş dizanin ku ev proje wê bi ser nekeve. Ew dikarin vê yekê tenê wek instrûmentekî propogandayê bikarbînin.

    ÇAVDÊRÊN BÊALÎ TUNE BÛN KU BÛYERÊ LÊBIKOLIN

    Li gorî wêne û vîdyoyên ku ji Idlibê hatine wergirtin nadin xuyakirin ka çi cûrê çekê kîmyawî hatiye bikaranîn. Heta niha ne hatiye tekezkirin ku birastî 50î kes ji ber vî çekî bi jehrî ketine. Nexasim li wir tu çavdêrên nêvdewletî tune bûn ku karîbana vê bûyerê bi şêwekî bêalî binerxînin. Loma baş tê pêşdîtin ku hevalên Sûriyê wê daxwaz bikin ji bo komek serbixwe ya pisporên nêvdewletî ji bo lêkolîna vê bûyerê bê sazkirin. Bêyî vê yekê çi tawanên bê kirin ne rastin. Lêkolîn ne hatine kirin, delîl tune, tê nîşanên ku hikumeta Sûriyê ev êrîş kirye jî tun ne. Mirov dikare piştrast be ku ev êrîş ne karê hikumeta Sûriyê ye.

    We li nerîna pisporê îranî yê di ware Rojhilata Navîn de, serpereştê rojnema îranî ya bi zimanê erebî `Al-Waqif` Mosib Na`imi ya derbarê ku Amerîka û hevalbendên xwe hikumeta Sûriyê bi êrîşa kîmyawî li Idlibê tawanbar dikin, guhdarî kir.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: agahiyên dibêjin Rûsyayê têkiliya Şamê bi bûyerên Idlibê re veşartiye, derew in
    Rûsya: Emê hewil bidin ji bo Idlibê lêkolîneke bêalî bê kirin
    Dewletên rojavayî piştgirî neda pêşnûmaya Idlibê ya Rûsyayê
    Senatorê Amerîkayî: Êrîşa Idlibê karê DAIŞê ye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de