14:44 17 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk

    'Gelê Kerkûkê biryara pêkanîna referandumê da'

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 80

    Televîzyona Al Sumariya roja sêşemê ragihand ku civata herêma Kerkûkê biryara derbarê pêkanîna referanduma ji bo tevlîbûna bajêr li herêma Kurdistanê stendiye.

    Biryar bi piraniya dengan hat stendin, ereb û turkmenan ev biryar boykot kirin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavişoglu roja sêşemê ragihand ku Enqere dijî pêkanîna referandûmê li herêma Kerkûkê ye. Li gorî rojnema Milliyetê Çavuşoglu wiha gotiye: "Ereb û tirkman di vê biryar de beşdar nebûn. Mafê desthilata bajarê Kerkûkê tune ku referandumek wisa pêk bîne. Di rewşek wisa zehmet de mebestên pêngavên wisa pêşîn û ji bo paşeroja Îraqê metirsiye. Em eşkere dibêjin ku pingavên wisa ne di xêra hikumeta herêmê û Iraqê de ne."

    Pisporê di ware Rojhilata Navîn de, şirovekarê siyasî Bora Bayraktar di hevpeyvîna bi Sputnik re rewşa derbarê Herêma Kurdistanê, referanduma derbarê serxwebûnê û pêşketina bûyeran li herêmê şirovekir. Bayraktar nîşan kir ku ixtîmala şerekî navxweyî nû li Iraqê heye.

    WÊ BANDORÊ LI TIRKIYE, ÎRAN Û IRAQÊ BIKE

    Di dema niha de li Kerkûkê pirsgirêkek heye ku ji dema dagirkirna Amerîka ji Iraqê re di sala 2003an de peyda bûye. Statûyê taybet yê Kerkûkê tune. Beşekî giring ji nîşteciyên bajêr tirkmen in, lê kurd û ereb li wir pirtirin. Ji bilî wê, ev bajar 40 ji sedî ji dahatuyên nefta Îraqê misoger dike. Loma jî ev bajar bûye cihê pirsgirêka di navbera herêma kurdî û hikumeta Iraqê de.

    Li gorî destûra Îraqê, statûyê Kerkûkê divê di rêya referandumê de bê diyarkirin. Di dema niha de kurdan Ala Kurdistanê li ser hemû dezgehên bajêr hildane. Li vir du aliyên giring hene:
    1- Rewşek li vir peyda dibe ku bandorê li Tirkiyê, Îran û Îraqê bixwe dike.
    2- Di dema niha de, tevgera neseqemgirî ya di riya Talabanî re him dijî hikumeta Iraqê û him jî dijî Barzanî ye.

    DIBE KU DI NAVA KURD Û EREBAN DE ŞER DERKEVE

    Di baweriya min de rewş pir metirsîdar e. Ew dikare bike ku şerekî navxweyî nû li Iraqê peyda bibe. Niha hewldan tên kirin ji bo xaka di nav destê DAIŞ de bê rizgarkirin. Paşê dikare wisa bibe ku di nav ereb û kurdan de şer çêbibe û rewşek wisa dikare bike ku Tirkiyê jî bi aliyê xwe ve bikşîne.

    Ji aliyekî ve, serokwezîrê Iraqê yê berê El Malikî hewl dide di hilbijartinên bên de helwesta xwe xurt bike. Ji aliyekî din ve, rêberê Şîî Muqtada al-Sadr heye ku bixwe erebekî netewperest e.  Diyare ku ev lîstikvan wê bêdeng nemînin, jiber ku ew dixwazin helwesta xwe di desthilatê de bihêz bikin. Ji bilî wê, wek diyare, Barzanî dixwaze referanduma derbarê serxwebûnê li dar xîne.

    Ev rewşên zehmet yên Iraqê dikarin bikin ku di navbera  ereb û kurdan de şer çêbibe. Encamên wê dikarin bandorê li Sûriyê jî bikin. Ev konfilîkt  wê pirsgirêkên mezin ji Tirkiyêyê re jî peyda bike. Di van şert û mercan  rewşa Tirkiyê û herêmê bi giştî wê zehmet bibe.

    Bi heman mijarî:

    Bayik: Çavên me ne li petrola Kerkûkê ne
    Di 3 mehan de 33 dibistan li Kerkûkê hatin çêkirin
    Balyozê Tirk ê li Bexdayê: Divê Kerkûkî biryara siberoja Kerkûkê bidin
    Ebadî: 'Nabe referandûm li Kerkûkê bê lidarxistin'
    Etîketan:
    kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de