02:04 24 Tebax 2017
Zindî
    Suriye'de Kürt kıyafeti defilesi

    Eleqeya li hember cil û bergên kurdî çima zêde dibe?

    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 27572

    Di çend salên dawî de eleqeya li hember cil û bergên kurdî û herêmî her ku diçe zêdetir dibe. Heta êdî qîz û xort di dawetên xwe de jî ji berdêla bûkanî û cilên modern, cilên herêmî tercîh dikin.

    Cilên herêma Colemêrg, Sêrt, Mêrdîn, Riha… Eleqeya li hember cil û bergên kurdî ên rengarengo roj bi roj zêdetir dibe ku mirov dikare bêje ji nû ve bûye mode. Li newroz, şahî, rojên taybet êdî cilên kurdî têne lixwekirin. Heta keç û xort di daweta xwe de ji bedêla bûkanî û bedilên modern, cilên kurdî tercîh dikin û lixwe dikin.

    Wêneyek ji defîleya cil û bergên kurdî a li Qamişloyê.
    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Wêneyek ji defîleya cil û bergên kurdî a li Qamişloyê.

    Ev yek pirsa ‘gelo çima ew qas tê tercîhkirin û ji nû ve dîsa bû mode?' tîne bîra mirovan.

    ‘SEDEMEK ELEQEYÊ JÎ BELAVBÛNA FIKRA NETEWÎ YE'

    Li ser vê yekê Humeyra Tusun a cilên herêmî difroşe hin agahî da Sputnik Kurdistanê. Tusun dibêje belavbûna fikra netewîtiyê eleqeya gel a li hember çand û hûnera wî zêde dike. Herwiha Tusun amaje pê tîne ku kurd êdî li metropolan li welatan belav bûne û dibin.

    Wêneyek ji defîleya cil û bergên kurdî a li Qamişloyê.
    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Wêneyek ji defîleya cil û bergên kurdî a li Qamişloyê.

    Ev belavbûn jî dike ku çanda kurdî bê naskirin û eleqeya li hember wê zêde bibe. Çanda herî berbiçav jî cil û bergên kurdî ne ku îro ne tenê ji aliyê kurdan ji aliyê gelen din ve jî tê zanîn û lixwekirin.

    ‘LI HER ROJÊN TAYBET CIL TÊN LIXWEKIRIN'

    Tusun diyar dike ku berê bêhtir li pîrozbahiyê Newrozan cil û bergên kurdî dihate lixwekirin lê îro li hemû rojên taybet êdî tê tecîhkirin. Herwiha kurdên Ewrûpayê jî girîngiyeke mezin dide cil û bergên kurdî û gelek caran ji Tirkiyeyê dikirin û bi xwe re dibin.

    Nexşên kurdî li ser cil û bergan.
    © AFP 2017/ Delil Souleiman
    Nexşên kurdî li ser cil û bergan.

     

    Bi heman mijarî:

    Hefteya Danasîna Çanda Kurdî li Fransayê dest pê dike
    2 jê jin, 3 kurdên ji Rojava li Şemzînanê di çem de xeniqîn
    Kurdên Lubnanê, Newrozê pîroz kirin
    Leşkerên Rûsî û YPGyîyan bi hev re Newroz pîroz kir
    Xirîstiyan û Suryanên Herêma Kurdistanê tevî Kurdan Newroz pîroz kir
    Dadgehê Eutelsat ji bo Med Nûçe û Newroz TV mehkûm kir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de