12:42 20 Tebax 2017
Zindî
    bismil-hesp

    Çanda hezar salan a 'Şênayiya hivdeh' li Farqînê dest pê kir

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 45554

    Li navçeya Farqinê a Amedê Şênayiya Ser Hivdeh ku bi hezar salane tê li darxistin dest pê kir. Di Şênayiya ku 3 roj 3 şevan berdewam dike dimenên rengîn derket holê.

    Pêşbirka hespan
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Li navçeya Farqinê a Amedê her sal li herêma Badika li gundê Emerka bi hezar sala ye Şênayiyên bi navê Ser Hivdeh tê lidarxistin. Şênayi navê xwe ji bûyerek dîrokî digire. Tê gotin ku bi hezar salan berê li wê heremê ciwanê bi navê Meaz Bin Cebel ku bi navê  "Kurê pirê" tê nasîn di şeva daweta xwe de diçe şer. Ev kes di şer de jiyana xwe ji dest dide û li wê heremê tê veşartin. Her wiha li gorî rojimêra kurda her sal di 17ê Adarê de ya ku şeva daweta wî kesî bû, li wir şênayî têne li darxistin û navê xwe jî ji wir digire. Loma jî her sal di 17ê adarê de, bi hezaran kes diçûne ser vê ziyaretê û ziyaret dibû mîna festîvalekê.

    Kesên diçûn Ser Hivde, piştî serdana mezelê Şêx, şahî dikin, govend digrin û weke pêşbirka hespan û lîstikên curbecur dilîzin, qurban serjê dikin û keç û xort li wir hevûdu dibînin. Şênayî 3 roj û 3 şeva berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Gelo ew hesp e an kuçik e?
    Pûtîn hespên kovî berdan xwezayê
    Derhênerekî kurd ê Îranê beşdarî Festîvala Kurtefîlman a li Kanadayê dibe
    FIFDH festîvala xwe ya îsal li ser navê derhênerê kurd li dar dixe
    'Newroza' rûsan: Festîvala "Maşa û Hirç"
    Etîketan:
    ser hivdeh, bawerî, çalakî, ferqîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de