01:27 26 Îlon 2017
Zindî
    Newroz

    Di çenteyê ciwanê ku hat kuştin de pirtûk, ajende û defter derket

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 174680

    Ji çenteyê ciwanê kurd Kemal Kurkut ku li Amedê sibeha Newrozê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, tenê pirtûk, ajende û defter derket.

    Ciwanê kurd Kemal Kurkut li Amedê sibeha Newrozê ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Piştî bûyerê Walîtiya Amedê daxuyanî da û got ku ciwanê hate kuştin gotiye, "Di çentê min de bombe heye û ez ê we hemûyan bikujim" û bi kêra di destê xwe de ber bi qada Newrozê ve reviyaye.

    Lê dîmenên derketin holê nîşan da ku Kurkut hatîye înfazkirin. Her wiha kuştina Kurkut di nava raya giştî de rastî bertekên mezin hat.

    JI ÇENTE ÇI DERKET?

    Piştî bûyerê polîsan dest danî ser wêne û dîmenên rojnamevanên ku li cihê bûyerê bûn. Bûyera ku li ber çavên rojnamevan pêk hat, hêj nehatîye zelalkirin û piştî dîmenên derketin holê Walitîya Amedê hêj daxuyanî nedaye.

    Piştî bûyerê pirsa herî mezin ew e ku "Di çenteyê Kurkut de çi hebû?" Sputnik Kurdistanê ev yek derxist holê.

    Sibeha buyerê ji cihê ku Kurkut hat kuştin nêzî 100 metreyan dûr çenteyê Kurkut li ser rê ji hêla polîsan ve hat kontrol kirin û rojnamevan jî bûn şahid ku ji çente 2 pirtûk, ajenda û defterek derket.

    Mesafeya navbera noqteya polîsan û cihê çente lêbû nîşandide ku di navbera Kurkut û polîsan de gengeşî li wir destpê kiriye.

    Her wiha mijarek din ya balkêş ew e ku li ser îhtimala di çente de bombe heye, çima ekîba bêbandorkirina bombeyan nehatiye cihê bûyerê? Hîn ji aliyê rayedaran ve bersiva van pirsan nehatiye dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: ‘Ji bo Ewropayê dema çarenûsê hatiye'
    Ji bo parlamanterê HDPê biryara anîna bi zorê
    Li beriya Parlamentoya Brîtanyayê êriş: 2 kes mirin 12 kes jî birîndar bûn
    Izvestiya: Pentagon hevkariya bi Rûsyayê re bihêztir dike
    Artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Cûdiyê dest bi operasyonê kir
    Rûsya 6 Tirkiyeyê jî 13 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Peskov: Hişê rayedarên amerîkî tevlîhev e
    Etîketan:
    Ciwanê ku li Newroza Amedê hat kuştin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de