23:22 16 Kanûn 2017
Zindî
    Helepçe

    Peyamnêrê ku Helebce da bihîstin Ozturk: ‘Rêya herî xurt a danasîna serxwebûnê, çand e'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 90

    Ramazan Ozturkê ku komkujiya Helebceyê cara pêşî bi wêneyên xwe bi cîhanê da bihîstin, di salvegera 29emîn a komkujiyê de dibêje: ‘Komkujiya Helebceyê rastiya kurdan e. Ger em rastiya xwe nizanibin û bi zarokên xwe nedin zanîn, zarokên me dê pêşiya xwe nebînin û biryarên rast nedin.' Herwiha Ozturk dibêje: 'Rêya herî xurt a serxwebûnê, çand e.'

    Ramazan Ozturkê peyamnêrê şer û çêkerê belgefilman di 29emîn salvegera Kimyabarana Helebceyê de ku di encamê de ji 5 hezaran zêdetir kesan jiyana xwe ji dest dabû û ji 10 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûbûn li ser kimyabaranê, xebatên Herêma Kurdistanê û nêrîna cîhanê ya li hember kerasatê bi Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Wêneyê bav û zaroka ku dema kimyabaranê jiyana xwe ji dest da, bû wekî sembola Helebceyê.
    © Foto: Ramazan Ozturk
    Wêneyê bav û zaroka ku dema kimyabaranê jiyana xwe ji dest da, bû wekî sembola Helebceyê.

    ‘KURDAN HELEBCE BAŞ NEDAN NASKIRIN'

    Ozturk bi gazinan dest bi axaftina xwe dike û dibêje, "Helebce ne ji bo kurdan jî bo gelên din ên cîhanê jî têra xwe nebûye rojev û nehatiye naskirin. Îro heta kurd jî ji salê heta salê qûrbaniyên Helebceyê bi bîr tînin û jê pê ve tiştekî din nakin."

    Ramazan Ozturk
    © Foto: Ramazan Ozturk
    Ramazan Ozturk

    Ozturk amaje dike ku divê êdî komkujî ne bi bîranînên ji rêzê bi awayekî xurt bê fêmkirin û em bikin ku cîhan pê bihise.

    ‘DIVÊ SEDEMA SERXWEBÛNÊ BI CÎHANÊ BAŞ BIDIN FÊMKIRIN'

    Ozturk di dirêjahiya axaftina xwe de diyar dike ku Kurdistan hate avakirin lê tenê ji aliyê mîmarî ve û ji aliyê çandê ti xebateke berbiçav nîne û wiha pê de diçe: ‘Divê komkujiya Helebceyê ne ji salê heta salê bê bîranîn. Divê li ser komkujiyê pêşangeh, film, belgefilm û pirtûk bên amadekirin da ku zarokên me jî bizanibin çi qewimiye û çi hatiye serê gelê wan.'

    Çermê qûrbaniyan ji ber kimyabaranê şewitî.
    © Foto: Ramazan Ozturk
    Çermê qûrbaniyan ji ber kimyabaranê şewitî.

    Ozturk destnîşan dike ku divê Herêma Kurdistanê sedema serxwebûna xwe baş bide fêmkirin da ku bê zanîn ku ew di daxwaza xwe de çi qas mafdar e û dibêje ku  rêya herî xurt a vê yekê jî, rêya çandî ye.

    ‘LI MUZEYA HELEBCEYÊ DANASÎNEK BAŞ NAYÊ KIRIN'

    Herwiha Ozturk gelek rexneyan li muzeya Komkujiya Helebceyê dike û wiha pê de diçe: ‘Di  muzeye de hin wêne hene ku gelekî xerab in û  amator in. Min ji wan re wêneyên orjinal ên komkujiyê birin û min got van bi cih bikin lê bi hinceta ku cih nîne wan ev pêşniyar red kir. Herwiha dema ku mirov dike muzeyê ti belgefilm an jî kurtefilmek nîne ku mirov derbarê komkujiyê de agahiyekê bigire.'

    Jin û zarokên ku ji ber kimyabaranê jiyana xwe ji dest dane.
    © Foto: Ramazan Ozturk
    Jin û zarokên ku ji ber kimyabaranê jiyana xwe ji dest dane.

    ‘MIN XWEST KU EZ HELEBCEYÊ BI CÎHANÊ BIDIM NASKIRIN LÊ DERFET NEBÛ'

    Ozturk di dewama axaftina xwe de behsa projeya filmekî dike û diyar dike ku wî projeyek amade kiriye da ku Komkujiya Helebceyê bi cîhanê bide bihîstîn lê ji herêmê ti alîkarî nehatiye dayîn û dibêje ger proje bi ser keta, weqfek dê li Helebceyê bihata avakirin û alîkariya dermanan bihata dayîn bo birîndarên Helebceyê.

    Ozturk dibêje ‘Ger em rastiya xwe nizanibin û bi zarokên xwe nedin zanîn zarokên me dê pêşiya xwe nebînin û biryarên rast nedin.'

    Etîketan:
    danasîna serxwebûnê, şerê li dijî kurda, komkujî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de