19:40 24 Hezîran 2018
NÊRGIZ

Çîroka mîtolojîk ya nêrgizan

© Foto : Twitter
Nêrîn
Lînkê kurt
Ayşegul Ozmen
0 90

Di mîtolojiya yûnanan de çîrokek balkêş ya nêrgizan heye.

Narcissos kurekî pozbilind ê perî û insanekiye. Ekho ya ku periyek çiyayan e evîndarî wî ye lê ew gelek şermok e û nikare evîna xwe ji Narcissos re eşkere bike. Lewma jî ew evîneke bê hêvî dijî.

Ekho nikare bipeyive lê dikare peyv û heceyên ku dûrî wê hatibin gotin dubare bike.
Rojekê Narcissos dema ku li hevalê xwe digeriya ‘gelo ti kes li vir heye' Ekho bersivê dide û dibêje ‘heye.' Li ser vê yekê Narcissos dibêje ‘wer' Ekhoya reben bi evîn û hêyiyek mezin peyva ‘wer' dubara kir û derkete pêşberê Narcissos. Lê Narcissosê qure, Ekho neeciband û ji ber vê yekê pir guh nedayê.

Ekho li ber vê tevgerê bi awayekî dilşikestî, bêhêvî xwe avêt şkeftên çiyê û nifir li Narcissos kir:

"Ez bi hêvî me ku ew jî hez bike mina min lê miradê xwe neke."

Ekho ji ber qehra evîna xwe dibe kevir û tenê dengê wê dimîne.

Piştî demekê Narcissos rojekê dema ku li deşt û çiyayan digeriya rastî rûbareke ku li nava şênahiyan tê. Dema ku xwe bi ser avê daqul dike, li ser avê wêneyê keçek xweşik eşkere dibe û dile wî dikeve vê xeyalê.
Narcissos hema xwest ku dest ev xeyala xwe bide û destê xwe dirêj kir. Lê nikarîbû dest bidayê. Lewra ev tenê xeyalek bû. Nifira Ekho hate cih Narcissos miradê xwe nekir.
Narcissos ji qehra evîna xwe bi êşê ket û zer bû û mir. Piştî ku Narcissos mir periyan li şûna cesede wî kulîlkek dîtin: Nêrgiz.

Ji wê rojê de nêrgiz wekî sembola quretiyê tê binavkirin.

Xwedawendên daristanan, dibînin ku rûbara ku Narcissos li ser xeyala keçek bedew dibîne, veguhestiye şûşeyek girî.

Xwedawend ji rûbarê re dipirsin û dibêjin ‘tu çima digrî?' Rûbarê got:
— Ez ji bo Narcissos digrîm.
Li ser vê yekê xwedavend ji rûbarê re amaje dikin ku: ‘Em li daristanan her li pey wî bûn lê me wî nedît. Lê te bi awayekî nêzîk qeşengiya wî dît. Ma bi rastî jî Narcissos xortekî qeşeng û ciwan bû?'
Xwedawendên daristanan gotin: ‘Gelo ma wê ji te bêhtir kî bi qeşengbûna wî bizanibe. Lewra ew her roj dihate xwe bi ser te daqûl dikir û li ava te dinêrî.'

Li ser vê yekê rûbar demekê bêdeng dimîne û wiha pê de diçe:
— Ez bo Narcissos digirîm lê min qet qeşengiya wî ferq nekir. Ez bo Narcissos digrîm lewra dema ku wî, xwe bi ser ava min daqul dikir, min di reşika çavên wî de şewqvedana xweşikbûna xwe didît. Lê êdî ew mir û ez ê nikaribim xwe bibînim.'

Çiroka nêrgizê ya li nava gelan cur bi cur e. Nêrgiz li her erda ku şîn bûye, bûye mijara çîrok û helbestan û gelek caran jî bûye nîşaneya eşq û evînê. Nêzgiz li deşt û çiyayên herêma Kurdistanê jî şîn dibin ku di nava gel de gelek tê zanîn û qedrek wê ya cuda heye li ba kurda. Kurda navê ev kulîka xweşik dane zarokên xwe û gelek caran jî li ser vê kulîlkê stran û helbest nivîsandine.

Yek ji wan strana herî tê zanîn jî ya bi navê ‘Oy Nêrgiz' e ku ew straneke gelerî ye û di her demê de her eleqeyek mezin dîtiye û hatiye guhdarkirin.

Etîketan:
oy nêrgîz, quretî, çîroka mîtolojîk a nêrgizê, Narcissos û ekho, nêrgiza kurda, çiroka mîtolojîk ya nêrgizê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de