20:29 26 Gulan 2018
êzidî - jin - komkujî - qetliyam

Keçika ku DAIŞ têk bir: Ferîda Abbas

© REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
Nêrîn
Lînkê kurt
Ayşegul Ozmen
0 113

Bi destpêka êrişa DAIŞê di sala 2014an de ya bi ser Şingalê bi hezaran kes bi hovîtiyeke nedîtî re rû bir û man. Her çi çend ji wan keçan xwe bi awayekî rizgarkiribin jî hêj bi hezaran ji wan li benda rizgakirinê ne. Ji wan keçên ku karibû xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin yek jî Ferîda Abbas e.

Ferîda Abbas keçek êzidî ji gundê Koço ya bi ser Şingalê ye. Terorîstên DAIŞê di 15 meha Tebaxa sala 2014an de bi ser gundê wan de digrin û dest bi zilm û kuştinê dikin. Abbas derbarê wê rojê û tiştên ku hatin serê wê ji Sputnik Kurdistanê re eşkere kir.

‘150 JIN JI GUNDÊ KOÇOYÊ HATIN REVANDIN'

Ferîda Abbas diyar kir ku DAIŞê bi ser gundê wan girt û wan hemûyan li hewşa dibistanekê de kom kirine û zor li wan kir da ku ew bi misilman bin. Lê wan daxwaza DAIŞiyan red kiriye û herwiha zilm ji wê rojê de dest pê kiriye. Terorîstên DAIŞê hemû mêran birine devereke dûrî gund û ew kuştine. Herwiha bi qasî 150 jin û keçên gundê Koçoyê jî revandine Mûsilê.

Abbas û 47 keçên din ji Mûsilê dibin şkefteke li Reqqayê. Ferîda dibêje ew li şkeftê her roj hatine tecawizkirin û gelek ji wan birine bazaran û hatine firotin.

'20 ROJAN EZ HATIM ÎŞKENCE KIRIN'

Abbas wiha behsa wê rojê dike: ‘Di rojên ewil heta ku ji min hat min xwe veşart. Lê piştî 9-10 rojan bi min hesiyan û 2 DAIŞî hatin min birin. Piştre min birin malekê û li wê derê bi qasî 20 roj an îşkence li min kirin. Tiştek nema ku bi serê me nekirin.'

Abbas di dewama axaftina xwe de diyar dike ku 4 mehan di destê DAIŞê de maye ku ew rastî her cure îşkence û tecawizê hatiye.  Wer ku ji ber lêdanê 2 mehan nikarîbû bimeşiya. Abbas wiha pê de çû: ‘Ji ber fêmkirin ku ez ê nebim Misilman, biryar dan ku min bikujin.'

‘7 ROJAN MEŞIYAM HETA KU MIN XWE GÎHAND KURDISTANÊ'

Ferîda Abbas di dirêjahiya axaftina xwe de behsa çîroka reva xwe ya ji terorîstên DAIŞê dike û dibêje min her tişt da ber çavên xwe û ez reviyam. Ferîda ji Dêra Zorê bi rê ketiye piştî 7 rojan  gihiştiye Herêma Kurdistanê. Ferîda di û hevalek xwe piştî rêwîtiyeke dijwar di 17 Berfanbara 2016an digihêjin kampek li Herêma Kurdistanê ya li ser sînorê Sûriyeyê.

‘KEÇIKA KU DAIŞ TÊK BIR'

Ferîda Abbas a ku li gel zilma DAIŞê dîsa jî li ber xwe da û xwe rizgar kir. Ferîda piştî rizgar bû êrişa DAIŞê ya bi ser gundê wan, zilma DAIŞê û tiştê ku hate serê wan kir berhev kir û kir pirtûk. Di pirtûka bi navê ‘Keçika ku DAIŞ têk bir' a ku bi 15 zimanan hate weşandin de hemû zilma DAIŞê ya li ser gel êzidiyan eşkere dike.

FERÎDA ABBAS
© Foto : Facebook
FERÎDA ABBAS

Bi heman mijarî:

'DAIŞê li Mûsilê keçên êzidî bi komî bir cihên din'
Li Mûsilê 4 keçên êzidî hatin rizgarkirin
Jiyana 200 keçên êzidî di xetreyê de ye!
Jinên Êzidî: 'Emê tola dayik û keçên kurd hildin'
Etîketan:
reva bi rojan, çîroka keça êzidî, şerê li dijî daişê, ferîda abbas
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de