12:47 22 Çile 2018
Zindî
    8ê Adarê pîrozbahî

    Roja 8ê Adarê û eleqeya wê ya bi jinên kurd re

    © Sputnik/ Emîne Çelebî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 155

    Roja Jinên Cîhanê ku rojeke navnetewî ye û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî hatiye qebûlkirin, her sal roja 8ê Adarê de ji aliyê jinên cîhanê ve tê pîrozkirin. Taybetmendiya Roja 8ê Adarê çiye, di nava salan de doza jinan gihişt merheleyeke çawa û nêrîna jinan a bo pîrozkirinên 8ê Adarê yên di salên dawî de çawa ye?

    Roja Jinên Cîhanê ji aliyê her cureyên civakê ve bi rêbazên cuda cuda tê pîrozkirin. Hin derdor bi gul û çîçekan, hin derdor bi qebûlkirina heqên jinan, hin derdor bi mitîng û xwepêşandanên siyasî vê rojê pîroz dikin. Mijara serek jî pirsa bê Eleqeya vê rojê bi jina kurd re çiye? ye.

    Helbet taybetmendiya vê rojê ji bo zilaman jî cida ye ku zilam jî di vê rojê de heq û azadiyên jinan bibîr tînin. Her çend ji bo tenê rojekê be jî, salê carekê qîmetê didin hebûn, nasmane û heqên jinan. Roja 8ê Adarê di çarçoveya mafên mirovan de, di çarçoveya heqên siyasî û civakî de, di mijarên aboriyê de jî ji bo jinan rojeke giring û bi qîmet e.

    JINÊN KURDISTANÊ ÇI QASÎ NÊZÎ AZADIYA JINAN E

    Fahriye Adsay Nivîskar û Rojnamevanek kurd e ew li ser mijara 8 ê Adarê dibêje: 8ê Adarê rojeke navnetewî ye. Jinên kurd jî eleqeyekê xwe pê çêdikin ev tiştekî pir normal e. Lê di van salên dawî de, bi qasî ku ez dibînim meseleya jinan dema ku tê rojevê wek ku nasnameyek ya netewî ya jina kurd tune be tê hesabkirin. Ez her vêya wek bênasnamekirina jina kurd dibînim û rexne dikim. Bi min neheqî li nasnameya jina kurd tê kirin. Jinên kurd di 8ê Adarê de tim nasnameya wê a jinbûnê derdikeve pêş. Wek ku ne endamên civakekê bin. Ne endamê neteweyekê bin. Wek ku ji bilî nasnameya wê ya jinbûnê û pêv tu tiştek wê tune be. Ne herkes, lê baweriyek mezin di nav civaka kurd de heye û bi vî awayî ye. Hemû pirsgirêka jinê bi desthilatdariya zilaman ve tê girêdan.

    Mesele tenê şidet be baş e, mirov dikare vêya bi nasnameya jinbûnê ve girê bide. Lê mesele tenê ne ew e. Ez bahsa resmê mezin dikim. Di civaka me de mijara jinê hatiye merheleyeke wisa ku, wek ku ji nasnameya jinê ya jinbûnê pêv tu tiştek nemaye. Jin tenê rastî şideta zilaman nayê, şideta dewletê jî bi ser de heye. Şideta ku ji ber kurdbûnê jî heye. Belê jina kurd tenê ji ber ku kurd e rastî tahdeyiyê tê. Her mirov xwedî nasnameyên cida cida hene. Nasnameyên olî jî zayendî jî hene. Ji bilî vê gelek nasnameyên me hene. Wexta ku behsa jina kurd dikin çima nasnameya jina kurd a netewî li paş dimîne? Şidetek pir tund a dewletê jî heye. Mesela taybet ana heye. Ew di nava rê de hat kuştin, divê ew wek nasname bihata naskirin. Lê na tenê wek jin hat naskirin.

    PIŞTÎ TEKNOLOJIYÊ DOZA JINÊ JÎ KET MERHELEYEKE DÎ'

    Fatma Çelîk aktivîstek ya heqê jinan e, wê jî salên dûdirêj di nav rêxistinên kurdan de, kar û xebatên doza jinê borandiye. Çelîk di xwepêşandanan de cih girtiye ji bo doza heqên jinan xebitiye. Ew jî dibêje: Êdî di van salên dawî de pîrozkirina rojen 8ê Adarê cewherê nasnameya jinê rast e rast temsîl nake. Ji ber ku di vê rojê de her qurnefil û çîçekan didin hev. Zêdetir jî zilam dilên jinan xweş dikin, ji bo rojekê qîmetê didinê, di kargeriyan de jî her wisa ye. Lê tenê ev pîrozkirin ji bo rojekê ye. Di dîrokê de bi hezaran jin ji bo doza heqên jinan can dan e. Bi hezaran jin bi berxwedaneke mezin bûn sembol, lê îro tenê jiyanek rehettir, cil û bergên rehet, teknolojî û jiyaneke serbest têra jinan dike. Heger ev doza jinan tenê ji bo rehetiyê bûna ji xwe vaye jin biser ketine, ne hewceyî pîrozbahiyan e jî, lê wate û armanca 8ê Adarê îro ji rastiya xwe dûr ketiye. Jinên niha wek berê cesareta dayîna berdêlan bi xwe re nabînin. Bi taybetî teknolojiyê gelek tiştan ji destê jinan wergirt. Gelek jinên nav civakê bê armanc û bê hêvî ne. Lê di 8ê Adaran de divê em baş bizanibin ku bi sedan, bi sedhezaran jin ji bo doza nasnameya xwe, ji bo heqên xwe yên wekheviyê tekoşînên bêhempa dane. Ger Bawerî tune be wê gave doz jî namîne.

    BERIYA SALÊN 80Ê HÎ JIN DI BIN SIYA SOSYALÎSTAN DE BÛN

    Sema Vural jî jinek xwedî nasnameya siyasî ye û di gelek partî û dezgehên cida cida de kar û xebatên xwe bo jinan domandî ye. Ew bi jinên kurd ên polîtîk re jî demeke dirêj siyaset kiriye. Vuralê ji bo prosesa doz û bi rêxistinbûyîna giştî yê jinan dibêje: Mixabin doza jinan ya beriya salên 80ê ne serbixwe û îradî bû. Jin zêdetir di nav tevgerên çepgir û sosyalîst û sendîkal de wek hêzên ku bên birêvebirin bûn. Her çend têkiliyek min bi Kurdistanê re tunebe jî, lê jinên kurd di nav civaka me de her hebûn. Jinên kurd jî, yên tirk jî ji bo ku bigihîjin vê merheleyê û bibin sûbje prosesek dirêj û navxweyî derbas kirin."

    Her wiha Sema Vural wiha dibêje:"Di salên destpêkê de tu caran jinan nasnemayên xwe yên netewî nedipirisîn. Zêdetir di çarçoveya mafên mirovan de dihat dîtin. Vê dawiyê hin ji wan wergeriyan aliyên feminist ve. Ev tişteke baş bû. Beriya vê veqetandinê, femînistan wek ku bi sosyalîstiyê ve girêdayî be dihate dîtin. Lê di vir de nasnameya xwe çêkir. Nasnameya xwe ya jinbûnê. Ya giring jî ev bû. Piştî vê hereketa feminist, kengî ku xwe ji hereketên sosyalîst veqetandin wê gavê rêyeke ji bo xwe jî vekirin."

    ME JINÊN KURD DI SALÊN 1984AN DE NAS KIR'

    Em wek jinên feminist, me di salên ku doza kurdan bilind bû de, di salên 1984an de me jina kurd nas kir. Me nasnameya wan ya netewî dît. Jinên kurd ne wek jinên Rojhilatê bûn. Ew ne xwedî îradeyek mezin bûn. Bi qasî me ne azad û serbest bûn. Lê hinek alî û derdorên polîtîk hebûn ku jinên kurd dehf dan. Salên dûdirêj jinên kurd ne bi serê xwe bûn. Lê di nava salan de ew bûn xwedî tecrûbe û rêyek ji xwe re dîtin.

    DÎROKÊ DE ÇI ÇÊBÛN?

    Roja 8ê Adarê li New York a Amerîkayê di febrîqayek ya dirûtinê de, 40 hezar karker bi carekê ve dest ji kar berdabûn û protestoyek ya ji bo daxwaza şertên baştir yê vê kargeriyê dikirin. Lê êrîşa polîsan a bi ser van karkeran de tund bû. Karkerên ku zêdetirên wan jin bûn, ji nişka ve di nava avahiyê de asê mabûn û derî li ser wan hatibû girtin. Bi ser de jî di nav vê kargeriyê de 120 jinên karker bi awayekî zindî şewitîbûn. Jinên ku karibûn vê dawiyê derî vekin jî, ji ber barîkatên polîsan nekaribûn xwe ji vî agirî rizgar bikin. Seramoniya cenazeya van jinan bi beşdariya 10 hezar kesî pêk hatibû û di nava civakê de, ji bo parastina jinan jî bihistyariyek belav bibû.

    120 JINÊN KU DI KARGERIYÊ DE CAN DABÛN BALA JINÊN SOSYALÎST KIŞANDIBÛ

    Çend jinên feminist ku di heman demî de di prosesa şoreşa Sowyetan de xwedî ciheke karîgerbûn, di komcivînên Enternasyonel de mijarê dianîn rojevê. Di sala 2010 de li Paytext Kopenhagê ya Danîmarkayê, di komcivîna Enternasyonel 2ê ku binavê Konferansa Sosyalîst a Jinan ya Navnetewî tê zanîn, Clara Zetkîn endama Partiya Sosyal Demokrat a Almanan pêşniyarî dabû ku 120 jinên di sala 1857an de li kargehek ya dirûtinê de li New Yorkê canê xwe ji dest dane, bi rojeke taybet bêne bîranîn.

    CLARA ZETKÎN JINEKE KARÎGER BÛ DI NAV JINÊN SOSYALÎST DE

    Clara Zetkîn jineke karîger bû di nav civaka jinên sosyalîst de. Ji ber vê ye daxwaziya wê ji aliyê jinên beşdarên Konferansa Sosyalîst a Jinan de hatibû qebûlkirin. Roja Jinan di sala 1921 de wek "Internationaler Frauentag" Ango bi navê xwe a îngilîzî ‘International Women's Day' hatibû qebûlkirin. Her çend rojek ya taybet ji bo vê bîranînê nehatibe diyarkirin jî, lê di rojên destpêka bûharê de jinên sosyalist jinên ku li Amerîkayê jiyana xwe ji dest dabûn bibîr dianîn û wek rojek ya bîranînê tevdigeriyan. Vê dawiyê di sala 1921ê de li Moskowê Konferansa Navnetewî a 3an a Partiyên Komînist de, navê vê rojê wek Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatibû diyarkirin. Ji ber ku Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ji aliyê jinên sosyalist û komînist ve hatibû qebûlkirin di serdema Şerên 1 û 2 ên cîhanê de ji aliyê gelek welatan ve pîrozkirina vê rojê hatibûn qedexekirin. Roja 8ê Adarê zêdetir ji aliyê Bloka Rojhilatê ya cîhanê de dihate qebûlkirin, Piştî salên 1960an li Emerîkayê û li welatên Bloka Rojavayê jî hêdî hêdî dihate pîrozkirin. Neteweyên Yekbûyî vê rojê di sala1977an de qebûl kir.

    NETEWEYÊN YEKBÛYÎ ÎLHAMA XWE JI JINÊN SOSYALÎST WERGIRTIBÛ

    Li gorî Neteweyên Yekbûyî ne tenê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, dê ev roj wek roja Jinên Cîhanê bihata pîrozkirin. Her wiha Neteweyên Yekbûyî ji bo taybetiya vê rojê Neteweyên Yekbûyî 120 jinên di kargeriya Emerîkayê de jî bibîr nayne. Lê hemû derdorên jinan baş pê dizanin ku Neteweyên Yekbûyî îlhama xwe ji qerara Konferansa Jinan a bi serkêşiya Clara Zetkîn û Roza Luksembûrg û Aleksandra Kolontayê wergirtiye. Cara yekê roja 8ê Adarê, di sala 1921an de wek roja Jinên Kedkarên Cîhanê dihate pîrozkirin.

    JINA KURD HÊJ BI KULTUR Û NASNAMEYA XWE NE DI MEYDANÊN SIYASETÊ DE NE

    Di van salên dawî de jî bi xwepêşandan, çalaki, bîranîn, û aktivîteyên cur be cûr jinên kurd jî vê rojê pîroz dikin. Zêdetir nasnameya netewbûnê dernexin pêş de jî, lê tevli jinên Femînistên cîhanê rengên jinên kurd jî di xwepêşandan û çalakiyan de derdikev in pêşberî civakê. Gelek jinên kurd di vê baweriyê de ne ku xwepêşandan û aktiviteyên kurdewar û bi çanda kurdan ve girêdayîbe zêdetir di medya û civakê de derkev in pêş de. Her çend nasnameya jinan a cinsî yek be jî, lê ol û kultura ku bi destê jinan ji dîrokê heya îro hatiye veguhestin bê xwedî û sêwî nemine.

    Bi heman mijarî:

    Polîsên rûs ji bo 8ê Adarê dîmeneke balkêş çêkir
    Seyareya ku jin dibirin 8ê Adarê qulibî: 7 mirî 34 birîndar
    Planên Pûtîn a 8ê Adarê diyar bûn
    Wezîrê Rûsî Şoygu bi minasebeta 8ê Adarê pîrozî li leşkerên jin kir
    Walîtîya Amedê destûra çalakîya 8ê Adarê da
    Walîtiya Amedê çalakiya 8ê Adarê qedexe kir
    Jinên HDPyî di 8ê Adarê de wê di grevê de bin
    Li Amedê çalakîya 8ê Adarê rastî mudaxaleya polêsan hat
    Li Amedê destpêka çalakiyên 8ê Adarê li Sûrê hat dayîn
    Etîketan:
    Fatma Çelik, Sema Vural, Fahriye Adsay, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de