01:51 30 Gulan 2017
Zindî
    jin-rojava-çalaki

    Saziya Sara ya Rojava: Em bi hêviyê ne ku her jin xwe êdî xweşik bibînin

    © Foto: facebook
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 4962

    Sala 2016 bi awayekî zehmet li ser jinên Rojhilata Navîn û bêhtir jinên kurd re derbas bû. Şer û pevçûn û herî zêde jî DAIŞê, bûn qewnereşkên jin û zarokan. Li gel hemû zehmetiyan jin wê bi 'dengê azadiyê' sibehê li her derek Rojava çalakiya meşê li dar bixin.

    Kesên ku ji ber şer û pevçûnan herî zêde zirarê dibînin jin û zarok in. Wekî jinên ji her miletî yên li Rojhilata Navîn, jinên kurd jî di nava şer û pevçûnan de bo jiyaneke baş li ber xwe didin. Berdevka Rêvebira Saziya Sara a li Rojava Nûra Xelîl rewşa jiyana jinê ji Sputnik Kurdistanê re nirxand.

    ‘JINÊN ROJAVA ÊDÎ DIZANIN JI CÎHANÊ ÇI DIXWAZIN'

    Nûra Xelîl dibêje jinên kurd mîrasa ku ji wan re di encama berxwedaneke mezin de mabû, mezin kirin û xwe bi rêxistin kirin.  Nûra Xelîl di dewama axaftina xwe de amaje dike ku, "jinên Rojava xwe zane kirin, bi rêxistin kirin û xemla xwe êdî bi azadiyê ve girê dan. Jinên Rojava êdî hay ji daxwaza wan heye û zanin ku ji xwe û ji cîhanê çi dixwazin. Herwiha dizanin wê çawa xwedî li xwe derkevin û xwe biparêzin."

    Heta niha gelek semîner û konfrans hatiye dayîn bo zanekirina jinê û rewşa heyî jî her hatiye nirxandin.

    ‘DI PÊNGAVA ZANEKIRINÊ DE GELEK ÇALAKÎ HATIN KIRIN'

    Pêngava zanekirina jinê di 25ê Mijdara sala 2016an destpêkiriye û wê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dawî bibe. Li ser pêngavê Nûra Xelîl diyar dike ku wan di çarçoveya pêngava zanekirinê de gelek semîner û çalakî li dar xistine û sibehê bi meşeke mezin ku her saziyên jinê cihê xwe tê de digrin wê bi dawî bibe.

    ‘EM BI WÊ HÊVIYÊ NE KU HER JIN XWE XWEŞIK BIBÎNIN'

    Nûra Xelîl di dawiya axaftina xwe de behsa armancên xwe dike û dibêje armanca wan a sereke rêxistinkirina jinê ye. Ew armanc dikin ku jin êdî xwe azad û xweşik bibînin û her wiha li hember tundiyan bibin yek deng da ku xurttir bibin.

    Bi heman mijarî:

    Li kolanên Amûdê komek jinên ajokar ên bîsîkletê
    ‘Du jinên CHPeyî ku kampanyeya ‘na' dimeşandin rastî êrişê hatin'
    Kordînasyona Yekîtiya Jinên Kurdistanî hate avakirin
    'Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e'
    ASUDA:'Li Dihokê herî zêde jinên penaber rastî tundiyê tên'
    Etîketan:
    şerê li dijî zihniyeta mêra, çalakiya zanekirinê, berxwedana jinê, jinên rojava, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de