22:54 12 Kanûn 2017
Zindî
    Li şûna Pira Dehderî di qontara Kırklardagi da projeyek nû avakirin

    ‘Rewşa Awarte û qeyûm li Amedê bû fersenda rantê'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 95

    Li Amedê bi Rewşa Awarte û tayinkirina qeyûman re projeyên ku gel û saziyên sivîl bertek nîşan didan û ji aliyê meclisa şaraderiyan ve di hate red kirin, di vê pêvajoyê de yek bi yek dikevin meriyetê. Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefan Aydin got: " Ev proje hemû diroka Amedê xeradike û dirokek nû avadikin."

    Li Amedê rewşa awarte gelek gûhertin bi xwere anî. Projeyên ku berîya qeyûm were tayinkirin û ji hêla Şaraderîya Bajarê Mezin a Amedê ve di hatin red kirin di pêvajoya Rewşa Awarte de yek bi yek dikevin meriyetê û qadên xwezayî, dirokî û çandî yek bi yek an têne xerakirin an jî ji avahîyan re têre vekirin. Projeyên ku ketine meriyetê berîya tayinkirina qeyûman û Rewşa Awarte, rastî bertekên gel û saziyên sivîl dihatin û ev proje ji hêla meclisa şaraderiyê ve di hatin red kirin.

    Yek ji van qadan navçeya Surê ye. Navçeya Sûrê bêyî ku nîqaş û şêwirdarîya bi saziyên sivîl yên Amedê re bê kirin, ket meriyetê û naveroka projeyê bi saziyên sivîl re nayê parvekirin. Li navçeya Yenişehirê jî cihê Midûriyeta rêbejahiyê hate xerakirin û amadekarîya mizgeftek mezin tê kirin. Tê gotin ku ne tenê mizgeft dê li derdora wê cihên bazirganî jî bên avakirin. Dîsa stadyuma bajêr a kevn Wezareta Werzîş û Ciwanan firot şirketan û piştî hilweşîna wê bi dawî bû, tê gotin ku dê li ser 52 donimî navenda kirîn û firotinê û rezîdans bê çêkirin.

    Kirklardagi - Amed
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Kirklardagi - Amed

    GELIYÊ DIJLE JI AVAHIYAN RE HATE VEKIRIN

    Beriya tayînkirina qeyûm û Rewşa Awarte gelek caran hate xwestin ku geliyê Dijle û Bexçeyên Hevselê bi destê TOKİ yê ango saziya avahîsaziya dewletê re ji avahîya re were vekirin lê gel û saziyên sivîl bertek nîşandan û bi redkirina meclisa şaraderiyê ve ev proje hate betal kirin. Lê di pêvajoya Rewşa Awarte û tayinkirina qeyûman de ev proje dîsa hate rojevê û ev qadên xwezayî û dirokî ji avahîyan re hat vekirin. Odeya Mîmaran a Amedê ji bo ev proje bê sekinandin serî li dadgehê da. Beriya ku pêvajoya hiqûqî ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Odeya Mîmaran bi encam bibe TOKIyê dest bi çêkirina projeya xwe kir û dewrî hin şîrketan kir ku tê îdiakirin kesên nêzîkî hikûmeta AKPê ne.

    Li navçeya Yenişehirê jî cihê Midûriyeta rêbejahiyê hate xerakirin û amadekarîya mizgeftek mezin tê kirin
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Li navçeya Yenişehirê jî cihê Midûriyeta rêbejahiyê hate xerakirin û amadekarîya mizgeftek mezin tê kirin

    'LI SÛRÊ 'XEYALÊN' XWE PÊKTÎNIN'

    Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefan Aydin têkildarî mijarê ji Sputnik Kurdistan re axifî. Aydin diyarkir ku di Rewşa Awarte da gelek tişt qewimî û wiha berdewamkir: "Di vê Rewşa Awarte da li Amedê di aliyê bajarvaniyê de gelek tişt qewimî. Ya serî mirov zane ku mijara ya heri girîng mijara Sûrê ye. Li nava Sûrê dema ku şer qewimî u nêzi 4 meha şer domîya, li wir hinek avahîyan zirar dit. Paşê dema şer bi dawîbû jî ev salek çêbû ku hîn jî li 5 taxan qedexe didome. Weke Serokwezîr gotibû 'xeyalên min ji bo wir heye' em fêmdikin ku niha xeyalên xwe pêktinin. Şer xelas bûye lê hîn jî xerakirina avahîyan didome."

    Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefan Aydin
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefan Aydin

    'GELIYÊ DIJLE JI RANTÊ RE VEKIRIN'

    Aydin ji bilî Sûrê behsa projeyên din jî kir û wiha axifî: "Nava Sûre bidin aliyekî. Niha derketin derveyî Sûre û li wir xerakirinê berdewam dikin. Li nava Hevselê yanî li Fisqaya ya Sûre avahi nehiştin. Ji xwe hinek vala kiribun lê niha bi tevahî vala kirin. Darên ku temenê wan bi dehan sal in qut kirin. Her wiha li şûna Pira Dehderî di qontara Kırklardagi da projeyek nû avakirin. Li gori vê projeyê li wir dê mizgeft an jî avahiyên baweriyê çêkin. Ji rantê re vekirin. Ne tenê mizgeft, cafe yan tiştên ku pere bikin dê vekin. Di nava kampusa Rêbejihiyê da xebatekê dimeşinin. Taybetiyek wir heye. Ew der navenda bajêre. Disa li hemberî wê stadyum hebû û xerakirin. Ev herdu weke qirika Amedê bûn û bajêr jê hewa distend. Lê xerakirin. Xwezî xera bikirana û destê xwe jê bikşandana lê li wir jî proje danîne û mizgeftê çêdikin. Lê ne tenê mizgeft, weke kuliyeyekê avadikin û di nava projeyê de dikan jî hene."

    Navçeya Sûrê û Bexçeyên Hevselê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Navçeya Sûrê û Bexçeyên Hevselê

    'HEMÛ PROJE DÎROKA AMEDÊ XERA DIKE Û DIROKEK NÛ AVADIKIN'

    Aydin pirsa "Van dikanan dê bidin kê?" kir û wiha berdewamkir: "Ew erdê gel e. Kesên AKPyî pêşengiya vî karî dikin û van dikanan dê bidin wan. Ev plana ji bo Hevselê li ber Çemê Dijle çêkirine û daliqandine me çû mêzekir. Lê qet naveroka projeyê tune. Tenê navê wê heye. Me bi nivîskî pirs kir ku di nava projeyê de çi heye. Lê di bersiva ku dan de, gotin 'me daliqandiye, hûn dikarin ji wir hînbibin û hûn dikarin di nava mehekê de îtîraz bikin. Ji bo plana nava Surê û ya ber Dijle em ê doz vekin da ku were betal kirin. Ev proje hemû diroka Amedê xeradike û dirokek nû avadikin lê agahiya gel ji ve nîne."

    Bi heman mijarî:

    Baroya Amedê ji bo wêneyê îşkenceyê serlêdana sûcê da
    Serdana ÎHD û Baroya Amedê ya gundê Xerabê Bava hat astengkirin
    Serokê Baroya Amedê Ozmen: ‘Ji bo referandumek demokratîk divê Rewşa Awarte bê rakirin'
    Qeyûm li Amedê navendeke jinan girt
    Qeyûm ji bo şaredariya Pîran a Amedê hat tayînkirin
    Walîtiya Amedê: "Hezar û 970 karmend hatin îxraçkirin"
    Li Amedê qeyûm 53 xebatkarên şaredariyê ji kar derxistin
    Etîketan:
    Rewşa awarte, Qeyûm, Sputnik Kurdistan, Odeya Mîmaran a Amedê, AKP, TOKI, Wezareta Werzîş û Ciwanan a Tirkiyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şerefan Aydin, Pira Dehderî, Fisqaya, Geliyê Dijleyê, Bexçeyê Hevselê, Kirklardagi, Sûr, Yenişehir, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de