22:12 17 Tebax 2017
Zindî
    JIN- FM

    Radyoyek li Amûdê tenê bo jinan weşanê dike

    © Foto: FB
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 8088

    Radyoya bi navê JIN FM a li bajarê Amûdê ya Rojava weşanê dike ne tenê bernameyên stranan çêdike herwiha ji nanê tenûrê bigrin heta kuliçeyan, mijarên tenduristiyê û her mijarên têkildarî jin û jiyanê tînin rojevê.

    Radyo di 12 meha Cotmeha sala 2015an de li Amûdê dest bi weşanê kir. Radyo JIN li ser mijarên civakî, hunerî û hemû babetên têkildarî keç û jinan weşanê dike.

    Gelek bernameyên radyoyê heye. Ew heta ku ji wan tê dixwazin dengê hunermend û jinên li Amûdê û derdora Amûdê bidin bihîstin. Bernameyek wan ya bi navê Beynî Baş e heye ku tê de jin behsa xwarin û tehmên kevnare yên kurdan dikin.

     

    Di bernameyê de jinên amûdî tê de nan, kulîçe, şêraniyên dîrokî yên kurd û xwarinan çê dikin. Herwiha behsa dîrokên wan jî dikin.

    Ji aliyekî din ve bo zanekirina civak û jinê jî bername tê çêkirin. Li ser mijarên tenduristiya zarokan, ducanîbûn, perwerdehiya zarokan hwd. jî tê axaftin û nirxandin.

    Radyoya ku bi kurdî weşanê dike caran bi erebî jî weşanê dike. Radyo ne tenê hunermendan, bijişkan, çalakvanan, helbestvanan û kevaniyan jî dike mêvan û li ser jiyanê diaxivin.

    Bi heman mijarî:

    Sala 2016an ji ser jinên Rojava re çawa derbas bû?
    Di sala 2016an de 261 jin hatin kuştin
    ‘Li Îlamê jin ji neçarî laşên xwe difiroşin'
    2 jin li Hewlêrê agir berdan laşên xwe
    Ji hepsiyên jin re qedexeya rûniştina ba zilaman
    Etîketan:
    kevnar, jin fm, weşana bo jinê, amudê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de