18:46 21 Cotmeh 2017
Zindî
    şandeya hdpê

    Leşkeran şandeya ku xwest biçe Xerabê Bava, asteng kirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 3560

    Şandeya ku ji parlamanterên HDPê, endam û rêveberên DBPê, IHD û Baroya Amedê pêk dihat îro xwestin ku biçin gundê Xerabê Bava ya ku di binê dorpêça leşkerî de ye. Lê şande 15 km durî Gundê Xerabê Bava ji hêla leşkeran ve hate astengkirin. Şande li hember astengkirina leşkeran dest bi çalakîya runiştinê kir.

    Li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê 10 roj in di binê dorpêça leşkerî de ye û çûn û hatin qedexe ye.

    Li ser vê yekê şandeya ku ji parlamanterên HDPê, endam û rêveberên DBPê, IHD û Baroya Amedê pêk dihat ji Amedê çûn Nisêbînê. Şande piştî hevdîtinên li Nisêbin ber bir Gundê Xerabê Bava de derket rê lê 15 km dûrî gund ji hêla leşkeran ve hate sekinandin.

    Şandeya ku ji parlementerên HDPê, endam û rêvebirên DBPê, IHD û Baroya Amedê pêk tê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Şandeya ku ji parlementerên HDPê, endam û rêvebirên DBPê, IHD û Baroya Amedê pêk tê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

    Hevditên şandeyê bê encam ma û leşkeran destûr nedan ku şande biçe gund. Piştî astengkirina leşkeran endamên şandeyê li ber barîkata leşkeran dest bi çalakîya runiştinê kirin.

    3 RAKIRIN MORGA MÊRDÎNÊ

    Li gorî agahiyên ku hatin destxistin cenazeyên 3 kesên hatin kuştin rakirin Mêrdînê. Hate hînbûn ku cenaze bi helîkopteran hatine girtin û rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Nasnameya kesên ku hatin kuştin nehat hînbûn, derbarê aqûbeta 2 kesên winda ye de jî ti agahî nehat bidestxistin.

    Bi heman mijarî:

    Cenazeyê 3 kesên li gundê Xerabê Bava hatin kuştin rakirin Mêrdînê
    Li gundê Xerabê Bava çi diqewime?
    Şêniyê gundê Xerabê Bava: Em nikarin derkevin derve, em nikarin biaxivin
    'Li gundê Xerabê Bava 3 gundî hatine kuştin 2 kes wenda ne'
    Şandeya parlamentarên HDPê ya gundê Xerabê Bava hat astengkirin
    Etîketan:
    xerabê bava, dorpêça leşkerî, şandeya hdpê, ihd, astengkirin, baroya amedê, qedexe, nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de