04:44 22 Mijdar 2017
Zindî
    jinên êzidî

    ‘Birêvebirina saziyên jinan ya ji aliyê mêran ve dibe ku bibe sedema kuştina jinan'

    © AP Photo/ Dalton Bennett
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 66101

    Parastvana Mafê Jinan Makbule Altintaş diyar dike di çarçoveya Biryarnameyên di Hikmê Yasayan de heta niha gelek xebatkar hatin avêtin ku ji ber vê yekê niha saziyên jin ên di bin baneya şaredariyê jî ji aliyê mêran ve têne birêvebirin. Ev yek wê bike ku şîdeta li ser jinan zêdetir bibe û ger ew xwe negihînin jina dibe ku gelek jin bêne kuştin jî.

    Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê 2 sal berê bo jinên rastî tund û tîjiyê tên ‘Xeta Alo Şîdetê' vekir. Xet bi biryara parlementoya jinan ya şaredariyê û ji aliyê Serokatiya Daireya Polîtîkayên Jinan ve hatibû vekirin.

    Li  gorî agahiyên li ber dest li Amedê ji her 2 jinan jinek rastî tundiyê tê û bi rêya vê xetê xebatkarên şaredariyê xwe digihandin gaziya gelek jinên di bin êrişê de.

    Lê bpiştî hewldana derbeyê û bi derxistina Biryarnameyên di Hikmê Yasayan de (KHK) gelek xebatkarên şaredariyê hatin guherîn û gelek ji wan ji kar hatin avêtin. Ji ber vê yekê niha li Şaredariya Mezin ya Amedê hemû xebatkarên jin ji kar hatin avêtin. Ji ber vê yekê mêrekî danîn ser ‘Xeta alo Şîdetê'

    Li ser vê yekê rêvebiriya şaredariyê bang li xebatkara bi navê Makbule Altintaş ya ekonomîst ya ku  beriya bi 7 salan li ba wan kar kiriye kirine. Altintaş di sala 2008 û 2010an de li serê rêvebiriya stargeha jinan bû. Paşê 2 sal berê bo hin projeyên nû derbasî Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê bû lê di 22ê Cotmehê de di çarçoveya Biryarnameyên di Hikmê Yasayan de ji kar hate avêtin.

    Makbule Altintaş derbarê rewşê de agahiyên di destê xwe de bi Spunik Kurdistanê re parvekir û diyar kir ji ber wan nikarî kar birêvebibirana ji xwe re li xebatkarek jin geriyane û hetober li nimra wê geriyane.

    ‘REWŞA JINÊ NE DI XEMA WAN DE YE'

    Makbule Altintaş vê tevgerê wekî ‘bi nepirsane' şirove dike û dibêje: ‘Ji ber ku ew ne xwedî sîstem û plan in hetober li min geriyan. Lewra ew divê mijarê de hesas bûna, wê li nava nimreyên ku 7 sal berê li ba wan tomarkiriye negeriyane.

    Wê ji xwe re tîmeke mudaxaleyê ava bikirana. Ev tevgerên wiha nîşan dide ku rewşa jinê ne di xema wan de ye.'

    ‘DEMA JIN LI XETA ŞÎDETÊ BIGERIN WÊ  RASTÎ DENGÊ MÊRAN BÊN Û WÊ ÊDI NEGERIN'

    Qeyûmê Şaredariya Mezin ya Amedê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan girt û hemû xebatkaran ji kar dûrxistin.  Makbule Altintaş berteka xwe ya derbarê vê rewşê de tîne ziman û dibêje bi van tevgeran jinan mehkumî şîdetê dihêlin.

    Lewra dema ku jina ku rastî tundiyê tên û li ‘Xeta Alo Şîdetê' digerin rastî dengê mêran tên. Ji ber vê yekê wê êdî negerin.'

    ‘JI BER DERNEGMAYÎNA MUDAXALEYAN DIBE KU GELEK JIN BÊNE KUŞTIN'

    Altintaş di dawiya axaftina xwe de baş dikşîne ser rewşa xerab ya jinên li Amedê û diyar dike ku wan bi salan bo mafê jinan kedek mezin dane û niha keda wan tên têkbirin.

    Herwiha Altintaş amaje dike ku heta niha bi dehan navendên jinan hatin girtin û wiha pê de çû: ‘Bi girtina navendên alîkariya jinan û saziyên jinan wê êdî jinên rastî tundiyê tên nikarin dengê xwe bigihînin ti kesan. Wê şîdeta li ser wan bidom e û ger em xwe negihînin wan dibe ku gelek jin bên kuştin jî.'

    Bi heman mijarî:

    Ji hepsiyên jin re qedexeya rûniştina ba zilaman
    5 girtiyên jin hatin sirgunkirin
    Di sala 2016an de 261 jin hatin kuştin
    Li Tirkiyê 11 jin ji DAIŞê hatin girtin
    2 jin li Hewlêrê agir berdan laşên xwe
    Etîketan:
    alîkariya jinê, tûjî, şerê li dijî tundiyê, makbule altintaş, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de