04:42 23 Mijdar 2017
Zindî
    Serkirdeyê PDKê Elî Ewnî

    Rêvebirê PDKê Ewnî: Em vekişîna ji Parlamentoya Iraqê nîqaş dikin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 118101

    Rêveberê PDKê Elî Ewnî derbarê îdiayên ‘vekişîna parlementerên kurd ya ji parlementoya Iraqê' amaje kir ku li parlementoya Iraqê sîstema piranî û kêmaniyê heye û ji ber vê yekê 57 parlementerên kurd belasebep li parlementoyê ne. Herwiha diyar kir ku ew bi awayekî cîdî li ser ‘ragihandina serxwebûnê' dixebitin.

    Endamê Lijneya Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê îdiayên wekî ‘wê PDK ji parlementoya Iraqê vekişe' de ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku wan di cîvîna partiya xwe ya ku 2 roj berê li navçeya Selahadîn a Hewlêrê hatiye lidarxistin de, wekî parlementer û endamên PDKê li ser vê mijarê nîqaş kirine û pêşniyara vekişandina ji parlementoya Iraqê, li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine. Ewnî wiha got: "Barzanî pêşniyariya parlementer û endaman di cih de ditiye û diyar kiriye ku wê  piştî hin lêkolînan biryarê bidin. Dibê ku hema biryara vekişandinê ji parlementoyê bê dayîn." Li gorî zanyariyên Ewnî wê PDK îsal beşdarî hilbijartinan jî nebe.

    ‘GELÊ KURDISTANÊ DI TI XELEKA HIKUMETA IRAQÊ DE CIH NAGRE'

    Berpirsê PDKê Elî Ewnî di serê axaftina xwe de bertekan dide hikumeta Bexdayê û dibêje cihê gelê Kurdistanê di ti xeleka hikumeta Iraqê de nema ye û wiha berdewam dike: "Bingeha îdarekirinê niha li ser prensîba piranî û kêmanî hatiye avakirin. Ev prensîb jî rê li ber parlementerên kurd digre. Lewra sîstemek endezyarî danîne ku, ji bo ew bi her awayî piranî bin. Ji ber vê sîstemê em sed nûneran jî bîşînin dîsa jî wê mafê gelê kurd ji parlementoyê derbas nebe."

    ‘JI SEDÎ 8Ê BÛDÇEYA ME DIZÎNE'

    Di dewama axaftinê de Elî Ewnî behsa madeya 140an a destûra bingehîn a Iraqê dike û diyar dike ku ji sala 2003an vir ve bo Iraq  vê madeyê cibicih neke, ji xwe re li mehneyan digere da ku wê neyne cih.

    Elî Ewnî dibêje li gorî rêkeftina di navbera wan û hikumeta Bexdayê de, divê ji sedî 17ê budçeyê bidana wan, lê tenê ji sedî 9ê wê dane û îdia dike ku ji sedî 8ê bûdçeya wan jî ‘dizîne'.

    'LI ŞÛNA PÊŞMERGEYÊN KU XWEDÎ MAFÊN YASAYÎ NE, ALÎKARIYÊ DIDIN HEŞDÎ ŞABÎ'

    Herwiha Elî Ewnî îdiayên xwe berdewam dike û hikûmeta Bexdayê bi neheqiyên li dijî hêzên pêşmege tohmet dike. Ewnî diyar dike ku li gel ku hêzên pêşmerge ku beşeke ji sîstema bergiriya Iraqê ye û navê wê di destûra bingehîn de jî heye, Bexda heta niha ne alîkariya perwerdehiya leşkerî û ne jî madî ti alîkarî nekiriye.

    Elî Ewnî di dewamiya axavtina xwe de behsa alîkariyên ku bi hêza Heşdî Şabî re tê kirin dike û wiha pê de diçe: "Hêzên Heşdî Şabî ji kûçe û kolanan berhevkirin, milîsên bê ser û ber bûn. Lê wan kirin endamên parlementeriyê û bo wan mûçe girêdan. Herwiha wan perwerde jî kirin û çek jî dan wan."

    ‘BI RÊYA HINCET Û HÎLEYAN WEZÎRÊN ME JI PARLEMENTOYÊ DERXISTIN'

    Derbarê rewşa wezîrên kurd ên di parlementoyê de Elî Ewnî destnîşan dike ku wezîrên me her yekî bi hincet û bi hîleyên cuda cuda ji parlementoyê derxistin. Ji aliyê din ve Wezareta Sererkanê Giştî yê ku kurdek li ser bû jî ji wan hatiye girtin. Elî Ewnî diyar dike ku li gel gelek zilm li wan hatiye kirin jî ji parlementoyê ti aliyên siyasî li pişta wan ranebûne û îtirazî vê neheqiyê nekirine.

    ‘PARLEMENTERÊN KURD BELASEBEP LI PARLEMENTOYÊ NE'

    Elî Ewnî behsa hebûna parlementerê kurd yên li parlementoya Iraqê dike û dibêje ji ber sîstema piranî û kêmaniyê parlementerên kurd belasebep li parlementoyê ne û wiha destnîşan dike: "Lewra hejmara wan bi giştî 57ye û ji ber vê yekê ti caran projeyek wan ji parlementoyê derbas nabe û nayê pejirandin."

    ‘HEQ Û HIQÛQÊN KU ME LI SER NAVÊ KURDISTANÊ BIDESTXISTIYE, HEMÛYAN TÊK DIBIN'

    Di dirêjahiya axaftinê de Elî Ewnî behsa mafên kurdan ên ku bi ser bavê Kurdistanê bidestxistine dike û gotinên xwe wiha berdewam dike: "bi zilmeke mezin hemû mafên me tên têkbirin. Herwiha 66 bendên Destura Bingehîn yên Iraqê bê têsîr in û nayên bikaranîn."

    ‘EM BI AWAYEKÎ CIDÎ AMADEHIYA, SERXWEBÛNÊ DIKIN'

    Elî Ewnî dibêje rewşa Iraqê ber bi xirabiyê ve diçe û ji ber vê yekê divê ew çarenûsa xwe diyar bikin lewma jî amadehiya serxwebûnê dikin. Elî Ewnî Berpirsiyarê PDKê di dawiya axaftina xwe de dibêje ew bi awayekî cîdî li ser serxwebûnê difikirin û amadehiyên xwe dikin û herwiha Barzanî jî demek berê bi rêya civînekê daxwaza xwe ya derbarê serxwebûnê de ji Heyder el Ebadî re jî eşkere kiriye û wiha pê de çû: "Birêz Barzanî û lijneya li gel wî  bi rêya civînekê, ji hikumeta Ebadî  re ragihand ku ji 80 salan zêdetir re ku ne me rehetî dît û ne jî we. Bo rehetî û aramiya herdu gelan veqetîna me wê baştir be. Wexta ku em nikaribin bibin yek gel di nava welatekî, çima em nebin 2 cîranên bi rêz û hurmet?"

    Bi heman mijarî:

    PDKê biryara guhertinên navxweyî da
    Endamê Meclîsa Yekgirtûya Îslamî bertek nîşanê PDKê û YNKê da
    Serokkomarê Iraqê Fuad Masûm serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir
    Mesûd Barzanî bi Joe Biden re civiya
    Etîketan:
    biryara barzanî, hebûna parlementerên kurd ya li parlementoyê, ragihandina serxwebûnê, pdk, elî ewnî, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de