03:40 14 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş

    Beştaş berî were desteserkirin ji Spûtnîkê re axivî

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 105

    Spûtnîk beriya desteserkirina Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş ku digel Parlamenter û Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen biryara desteserkirinê hatiye dayîn, bi Beştaş re axîvî. Beştaş got: "Em qet narevin. Heger em li ku bin jî emê xebatên xwe bimeşînin û berdewam bikin." Herwiha Bilgen hîna nehatiye desteserkirin.

    Meral Daniş Beştaş li ser biryara desteserkirinê ji Sputnik Kurdistanê re ragihand, biryarên desteserkirin û girtinê ji hêla siyasetê ve tên dayîn ku li hember parlamanter û gel bêhurmetîyeke mezin e.

    Daniş Beştaş wiha got: "Em qet narevin. Heger em li ku bin jî emê xebatên xwe bimeşînin û berdewam bikin."

    HER DU PARLAMENTER BI ŞERTÊ KONTROLA EDLÎ HATIBÛN BERDAN

    Parlamenter û Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen û Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş di çarçoveya lêpirsîna doza PKK/KCKê ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê birêve dibe de, hatibûn desteserkirin û bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Lê li ser îtiraza dozger derbarê her du parlamenteran de dîsa biryara girtinê hate dayîn.

    Her wiha îro di seatên êvarî de di gelek ajansan de nuçeya "Parlamanterên HDPê hatin desteserkirin" hate weşandin, lê Sputnik Kurdistan bi rêya çavkaniyên xwe gîhişt agahîyek nû ku Bilgen û Daniş Beştaş hêj nehatine desteserkirin. Piştî vê rewşê bi demekê Parlamantera HDPê Meral Daniş Beştaş li Amedê li mala xwe hate desteserkirin. Beştaş berîya were desteserkirin ji Sputnik Kurdistan re axivî û desteserkirin û girtinên parlamanterên HDPê nirxand.

    BEŞTAŞ: EM NAREVIN

    Daniş Beştaş diyarkir ku desteserkirin û girtina wan biryarek siyasî ye ku ji hêla siyasetê ve ev yek tê sazkirin û wiha axivî:

    "Desteserkirin û girtina me ya ku her roj tê kirin nîşan dide ku li cihekî tê sazkirin. Ya yekem di 4ê Mijdara 2016an bi girtina hevserokên me û hevalê me y3e parlamenter destpêkir. Dawîne ez û Huda Kaya di rojên borî de hatin desteserkirin. Yani li cihekî biryar tê girtin û em li derve an jî li malê xwe tên desteserkirin. Desteserkirina parlamanteran ne hiquqî ye. Di destûra bingehîn ya ku hat guhertin jî wisa ye. Lê ew qanuna li gorî xwe şîrove dikin û parlamanterâ desteser dikin kelepçe dikin û digrin.

    BEŞTAŞ: ARMANC QELSKIRINA KAMPANYAYA 'NA' YE

    Daniş Beştaş wiha berdewam kir: "Ev yek hem li hemberî parlamanteran û hem jî li hemberî gel bêhurmetî ye. Ne tenê bêhurmetî redkirina demokrasî azadî û mafê siyasetê ye. Ev demeke ku em rastî desteserkirin û girtinan tên. Ev jî nîşand dide ku siyaset vê yekê saz dike. Hikumeta AKPê bi desteserkirin û girtina me li edlîya dest bi xebatên xwe yên referandumê kiriye. Armanca wan ew e ku me nedin xebitandin û kampanyaya "Na" qels bikin. Ev zext û zorîyek mezin e."

    Beştaş anî ziman ku ew vê yekê qebul nakin û wiha pê de çû: "Em qet qebul nakin. Heger em li ku bin jî emê xebatên xwe bimeşînin û berdewam bikin. Yek ji xebatên me jî derveyî welat e. Lê bi biryara qedexeya derketina deveyî welat û şertê konrtola edlî me li hundir heps dikin. Xebatên me tê astengkirin. Em qet narevin. Em tenê diaxifin û bi vê sedemê em desteser dikin û digrin. Heger ku kes dê bi axaftinên xwe were darizandin ew jî rayedarên AKPê ne."

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera HDPê li Amedê hat desteserkirin
    HPGê nasnameyên 3 endamên xwe ragihand
    Rûsya li Ermenîstanê tetbîqata berfireh da destpêkirin
    Balyozê Rûsî: Hevdîtinên Cenevê taloq bûn
    Pisporê Iraqî: Baregehên herî mezin ên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ne
    Etîketan:
    Beştaş berî were desteserkirin ji Spûtnîkê re axivî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de