09:53 21 Îlon 2017
Zindî
    êzidî - jin - komkujî - qetliyam

    Yazda nexşeya gorên komî ên êzidiyan çêdike

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 8581

    Avakarê Komeleya Yazdayê Murad Ismael behsa rewşa êzidiyan a piştî êrişên DAIŞê dike û dibêje ew bo têsîra êrişan a li ser gel hinekî bişkînin di nava hewldaneke mezin de ne. Herwiha Ismael di axaftina xwe de diyar kir ku ew nexşeya gorên komî ên êzidiyan ên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine qetilkirin çêdikin.

    Komeleya Yazda piştî êrişên DAIŞê yên li Şingal, Neynowa û herêmên din, di sala 2014an de, bi misyona lêgerîna maf û çareseriya civaka êzidiyan dest bi xebatên xwe kir.
    Navenda komeleya Yazdayê li DYAyê û ofîsê wê li welatên wekî Brîtanya, Iraq û li Kurdistanê jî heye. Komele demek berê ji aliyê hikumeta Kurdistanê ve hate girtin û 18 Rêbendanê di encama civînên li gel endamên hikumetê de dîsa hate vekirin.

    Avakarê Komeleya Yazda Murad Ismael, derbarê sedema girtina komeleyê, vekirina wê, xebat û projeyên wê agahî da Spûtnîk Kurdistanê û diyar kir ku Yazda dengê êzidiyan a azad e û dê xebatên xwe bênavber bidomîne.

    ‘YAZDA NE KOMELEYEK SIYASÎ YE'

    Murad Ismael, diyar dike ku beriya komele bê girtin ji aliyê hikumeta Kurdistanê, me li gel çend aliyên siyasî, li Şingalê civînek kirine ku ev jî bû sedema metirsiyê û ji me re hate gotin ku hûn xebatên siyasî birêve dibin. Hikumeta Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku Yazda xebatên siyasî dike û li dijî encumena hikumetê dixebite. Ji ber vê yekê jî biryara girtina komeleyê hatiye dayîn.

    Murad Ismael, dibêje wan li gel endamên hikumetê hin civîn li dar xistine û ji wan re gotine ku Yazda ne komeleyek siyasî ye û û wiha pê de çû: "Me ji hikumetê re got Yazda ne komeleyek siyasî ye. Me daxwaz û armancên komeleyê yek bi yek eşkere kirin. Me got armanca me alîkariya gelê êzidî ye ku bêhtir jî êzidiyên rastî komkujiyê hatine ye.'

    NEXŞEYA KOMKUJIYAN TÊ ÇÊKIRIN

    Yazda xebatekê dike ku heta niha tiştekî wiha nehatiye kirin. Murad Ismael,derbarê xebata xwe de hin agahî dide û dibêje: ‘Xebatkarên Yazdayê li Şingalê li cihê bûyerê, hemû komkujiyan yek bi yek tomar dike. Di encama van agahiyan de me nexşeya komkujiya li Şingalê çêkir. Me xebatek wiha kir da ku bila gel zanibe ku çi hatiye serê wê.'

    NEXŞEYA GORÊN KOMÎ YÊN LI ŞINGALÊ
    © Foto: Yazda.org
    NEXŞEYA GORÊN KOMÎ YÊN LI ŞINGALÊ

    Li ser malpera Yazdayê derbarê nexşeyê de raporek hatiye belavkirin. Di raporê de tê gotin ku bo berhevkirina delîlên komkujiyê xebatek wiha têkirin û xebat bêhtir li ser gorên komî ne.

    Tê texmînkirin ku li seranserê Şingalê 35 gorên komî hene ku 19 ji wan ji aliyê şahidên bûyerê ve hatine dîtin û 3 ji wan ji aliyê hin kesên din ve hatine pesendkirin. Herwiha li gorî texmînan 19 gorên din ên komî hene ku ew jî li herêmên ku bin kontrola DAIŞê de ne. Li gorî raporê, dîtina gorên komî wê delîlên komkujiya êzidiyan xurt bike.

    ‘YAZDA KOMKUJIYÊ BI AWAYEKÎ NAVDEWLETÎ BIRÊVE DIBE'

    Murad Ismael,di dawiya axaftina xwe de behsa girîngiya mîsyona Yazdayê dike û dibêje Yazda bo êzidiyan girîng e, ji ber ku ew bi dest û hêza êzidiyan ava bûye û wiha pê de diçe: ‘Yazda bo êzidiyan xwedî wateyek cuda ye, lewra ew dibînin Yazda kêşe û trajediya wan ên komkujiyê bi awayekî navdewletî birêve dibe û armanc dike ku derdên êzdiyan bi hemû cîhanê bide bihîstin.'

    'HEJMARA ÊZIDIYAN KÊM DIBE'

    Murad Ismael behsa 10 fermanên ji ser êzidiyan re derbas bûne dike û diyar dike ku Yazda bo piştevanî û alîkariya êzidiyên li Herêma Kurdistanê û cîhanê bike, hatiye avakirin.

    Murad Ismael di dirêjiya axaftina xwe de balê dikişîne ser kêmbûna hejmara êzidiyan û dibêje metirsiyek mezin li ser wan heye ku ev metirsî hêj berdewam dike.

    Avakarê Yazdayê Murad Ismael behsa hovîtiyên DAIŞê yên li dijî êzidiyan dike û dibêje heta niha bi hezaran keç û zarok revandine û haya wan ji rewşa wan nîne.

    2 KLÎNÎK HATIN VEKIRIN

    Herwiha Ismael behsa xebatên Yazdayê dike û dibêje niha 10 projeyên Yazdayê hene. Di çarçoveya projeyên Yazdayê de 2 klînîk hatine vekirin ku yek ji wan li kampê ye û rojane bêhtirê 250 kesan derman dikin. Klînîka din jî li Şingalê ye û ew jî dîsa rojê bi dehan kesan derman dike.

    BO JINÊN HATINE RIZGARKIRIN DERMANÊ DERÛNIYÊ HATIN PEYDAKIRIN

    Murad Ismael behsa projeyek din dike ku ev proje bo jinên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku derûniya wan ne baş in û pêdiviya wan bo dermanên psikolojîk hene. Bi saya projeyê dermanên jin û zarokên êzidî tên peydakirin.

    ‘700 KEÇÊN ÊZIDÎ HER MEH MÛÇE DIGRIN'

    Herwiha projeyek din a Yazdayê heye ku di çarçoveya projeyê de mehane mûçe tê dayîn bo zêdetirî 700 keçên êzidî.

    Murad Ismael di dewamiya axaftina xwe de behsa projeyek din a Yazdayê dike û dibêje: ‘Me bo jiyana rojane ya 3 hezar malbatên li Şingalê, 572 hezar dolar peyda kir.'

     ‘YAZDA DENGÊ ÊZIDIYAN A AZAD E'

    Murad Ismael dibêje ew bêhtir giraniya xwe didin ser komkujiya li dijî êzidiyan û wiha pê de diçe: ‘Yazda denge êzidiyan a azad e, êzidî çawa diaxavin, Yazda jî wiha diaxive. Em li bi awayekî navdewletî li çareseriya kêşayên civaka êzidî digerin.'

    Bi heman mijarî:

    18 jinên kurdên êzidî ji destên DAIŞê hatin rizgarkirin
    DAIŞ bi sedan jinên êzidî ji Mûsilê direvîne Reqqayê
    Cîhan îro bo jinên êzidî dê ‘bêdeng' be
    Yekitiya Jinên Şengalê: Êşa herî mezin bû para jinên êzidî
    Cîhan bo jinên êzidî wê ‘deqeyekê' bêdeng be!
    Etîketan:
    nexşeya komkujiyê, fermana kuştinê, komujiya êzidiyan, şerê daişê, mûrad ismaîl, şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de