14:04 26 Îlon 2017
Zindî
    pdk-bakur - Sertaç Bucak

    Bi tevlibûna 3 partiyên cida, PDK Bakur tê avakirin

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 61841

    3 Partiyên siyasî yên bi orijîna xwe 'Kurdistanî' ne, ji bo PDK Bakûr bi awayekî yasayî ava bikin di nav hewldanan de ne. Li gorî agahiyên Serokê PDK Bakur Sertaç Bucak dane, heya meha duyê dê amadekariyên avakirina partiyê bidawî bibin.

    3 Partiyên ku bi orijîna xwe 'Kurdistanî' ne û li pey şopa Partiya Demokrata Kurdistanê PDK a Mele Mistefa Barzanî dimeşin, bûn yek û ji bo partiyek yasayî li Tirkiyeyê ava bikin, ketin nav hewldanan.

    Li gorî agahiyên siyasetmedarê kurd Sertaç Bucak dan, ev demek e komcivînên derbarê mijarê de berdewam dikin. Herî dawî li Amedê wan komcivînek pêk aniye û heya dawiya meha duyê ya îsal avabûyîna partiyê dê bi awayekî yasayî temam bibe.

    Van partiyên cida cida yên siyasî ku yek tenê ji wan yasayî ye, ji bo kurdên li Tirkiye; çi federasyon be, çi konfederasyon be daxwaza diyarkirina çarenivîsa kurdan dikin.

    Sertaç Bucakê Serokê PDK Bakur a li Tirkiye ku heya niha bi awayekî neyasayî karên xwe didomandin, derheqê mijarê de agahiyên berfireh dan Sputnik Kurdistanê.

    '2 PARTNERÊN ME YÊN DÎ JÎ HENE'

    Sertaç Bucak da zanîn ji meha 7 a sala borî ve hewldan û bizavên wan ji bo amadekirina partiya nû ya li Tirkiyeyê berdewam e û wiha got: "Me di kongreya xwe ya 11an de li Amedê qerar dabû ku em PDKyê bi awayekî yaseyî li Bakûrê Kurdistanê ava bikin. Lê di meha 10 ya sala çûyî de 2 partiyên dî yên Kurdistanî jî xwestin tevli me bibin. Niha em sê partiyên Kurdistanî, me kar û xebatên xwe temam kirine, programa me jî ber bi xelasbûnê de ye. Em amadekarî dikin ku heya meha pêşiya me karên xwe biserxin."

    Sertaç Bûcak diyar kir, li gorî konjoktûra siyasî ya Tirkiyeyê ew dê biryara xwe bidin da ku serî li Wezareta Karên Hundir yê Tirkiyeyê bidin, jibo hebûna partiya wan bi awayekî yasayî bê qebûlkirin.

    Sertaç Bucak bibîr xist yekane hedefa wan ew e ku doza kurdan a diyarkirina çarenivisa xwe, bi riyên siyasî bidomînin û ew bi awayekî aşkere û qirardarî li dijî tekoşîna çekdarî disekinin.

    Her wiha derheqê nav û sîmayên ku tevli wan bimeşin de Bucak, agahiyên berbiçav nedan, lê nivîskar û navdarê kurd Îbrahîm Guçlu berî niha bi çend rojan şîfreyên naveroka hevdîtinên ji bo avakirina vê partiyê bi awayekî berfireh li ser malpera xwe nivîsandibû.

    'KESÊN JI PKK VEQETIYANE JÎ DI NAV PARTIYÊ DE NE'

    Îbrahîm Guçlu derbarê mijarê de agahiyên berdestê xwe bi Sputnik Kurdistanê re parve kir.

    Guçlu da zanîn partnerên PDK Bakûr yek PDK —Turkiye û Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWDê ne.

    Wî got: "Hersê partî dê bibin yek û bi awayekî yaseyî karên xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê li Tirkiyeyê bimeşînin." Yek dî ji van partiyan T-KDP ya ku Serokê Giştî yê wê Mehmet Emîn Kardaş e û ji sala 2014an û vê de bi awayekî yaseyî li Tirkiyeyê karên xwe dimeşîn e.

    Lêkolîner û nivîskarê kurd Îbrahîm Guçlu
    © Foto: Facebook
    Lêkolîner û nivîskarê kurd Îbrahîm Guçlu

    T-KDP navenda wê li Amedê ye û yekemîn partiya ku navê "Kurdistan" bikar tanî ye.

    Li gorî agahiyên Güçlü dan, T-KDP wê xwe fesh bike û di bin sîwana PDK Bakûr de be. Kes û navên ku di nav vê partiyê de cih bigirin ji niha de nayên aşkerekirin. Lê dîsa ji gotar û beyanên Îbrahîm Güçlü diyar e ku dê di nav PDK Bakûr de wan kesên ku ji PKKê veqetiyan e û di bin sîwana PWDê de dimes in jî hebin.

    'AGAHIYÊN DERBARÊ LEYLA ZANA DE SPEKULASYON IN'

    Îbrahîm Guçlu destnîşan kir, ew bixwe wek dostek yê vê partiyê ye, lê ne di nava avakaran de ye.

    Guçlu li ser pirsa 'Gelo dê Leyla Zana jî bi we re be?' got: "Ev agahiyên derheqê Leyla Zana xanimê de tev spekulasyon in. Dibe ku dilxwaz ên di nava HDPê de jî hebin, lê di nav avakarên PDK Bakûr de kesek ji HDPê tune ye.

    Ji xwe li gorî yasayên Tirkiye ev ne mimkûn e ku kesek ji nav partiyek dî bibe avakara partiyek nû."

    Îbrahîm Guçlu da zanîn ji bilî Sertaç Bucak her wiha hin navên li Rojavayê li dijî DAIŞê şer dikin jî, di nav van sîmayên avakarên PDK Bakur de ne.

    2 SEROKÊN PÊŞÎN YÊ PARTIYÊ BI SUÎKASTÊ HATIBÛN KUŞTIN

    Wek tê zanîn PDK Bakûr cara yekê di sala 1965an de bi awayekî ne yaseyî li Amedê hatibû avakirin, kesên weke Faik Bucak û Sait Elçi, Şerafettin Elçi, Derweşê Sado û Omer Turhan û Şakir Epozdemir avakarên vê partiyê ne.

    Ji avakarên partiyê tenê Şakir Epozdemir sax e. Herçend avakirina vê partiyê ne li gorî qaîdeyên yasayî yên Tirkiye be jî lê ji bo tevgera Kurdistanî avabûyîna vê partiyê li Tirkiyeyê gaveke dîrokî bû.

    Herdu serokên wê Faik Bucak û Said Elçi bi riya suîkastê hatin kuştin. PDK di sala 1977an de bû TKDP-KUK, lê vê dawiyê ji ber sedemên cûr be cûr parçe bibû.

    Lawê Faik Bucak, Sertaç Bucak ev demek e dirêj e li Tirkiyeyê Serokatiya PDK Bakûr dike, lê PDK Bakur heya niha bi awayekî yaseyî destûra avakirinê bidest nexistiye.

    Bi heman mijarî:

    Sertaç Bucak: ''Şerê li nav bajarên kurdan plana dewleta tirk e''
    Sertaç Bucak: ‘Ew ciwanên ku şer dikin welatperwer in; lê...’
    Sertaç Bucak: Ocalan jî xendeqan napejirîne..
    Etîketan:
    veqetîna ji pkk, partiyek nu, pkk, partiyên kurdistanî, Sertaç Bucak, KURDİSTAN, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de