13:17 21 Tebax 2017
Zindî
    Colosseum a ku bi keviran hatiye çêkirin.

    Xortekî kurd, bi keviran Colosseuma Romayê çêkir

    © Sputnik/
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 15470

    Peykersazê rojavayî Rêşan Roman Yûsif dibêje derfet nebû ku ew bixwîne lê wî ev nekir mehne û dest bi karên hunerî kir. Rêşan diyar dike ku wî bi hunerê êşa xwe ya xwendinê hinekî kewandiye û dest bi çêkirina Colosseumê kiriye.Xebata Colosseumê jî ji aliyê rayedarên roma yên îtalî ve hatiye pîrozkirin û li ser hin malperan danasîna wê hatiye kirin.

    Şêwekar û peykersazê ciwan yê rojavayî Rêşan RomanYûsif di sala 1988an de li bajarê Amûdê jidayîk bûye û ew hêj li wî bajarî kevnare dijî.

    Rêşan Roman Yûsif di 7 saliya xwe de dest bi karê hunerê kiriye û ji keviran mînyaturên avahiyên dîrokî û tiştên din saz dike. Heta niha Colosseum a dîrokî ya li Îtalyayê, peykerê zarokekî şingalî û gelekên din ji destên Yûsif derketine.

    Rêşan Roman Yûsif hunerê weke 'bingeha jiyanê ye' dibîne û dibêje wî ji ber nebûna derfetan nexwend, lê ev bo wî ti caran nebû astengî û bi ser de hunera wî xurttir kir.

    ‘MALA MIN HER WEKÎ PÊŞENGEHEKÊ YE'

    Yûsif ji Sputnik Kurdistanê re behsa xebatên xwe kir û diyar kir ku bêhtir li ser mijarên dîrokî û felsefîk xebatan dike û got: "Min hemû xebatên xwe li jûreya xwe û hewşa mala xwe raxistine. Dixwazim heval û hogirên min wan bibîne ku dema dibînin gelekî kêfa wan ji xebatên min re tên. Mala min her wekî pêşangehekê ye."

    Xwedaya Mîrta
    © Sputnik/
    Xwedaya Mîrta

    Rêşan Roman Yûsif mîna bi hezar zarokên kurd ên li Rojava ji ber nebûna nasnameyê neçûye zanîngehê û xwendina wî nîvco maye. Rêşan Yûsifê ku hunerê weke parçeyek jiyanê û hezkirinê binav dike, dibêje ew li hember vê neheqiya ku lê hatiye kirin dîsa jî ranewestiya ye û her bi hunerê re mijûl bûye.

    ‘HUNER JI ÊŞÊ TÊ'

    Yûsif di dewamiya axaftina xwe de got: "Huner ji êşekê tê. Ger ew êş, êşa jiyanê û zehmetiya mirovahiyê be mirov xurt dike. Piştî ku astengî li pêşiya xwendina min derket, min dest bi xebata xwe ya Colosseum kir. Dilê mirov bi çêkirina tiştên xweş hebe, derfet ne girîn e. Mirov êşa xwe dikare bi hunerê bikewîne."

    Ev xebata wî, bala rayedarên romayî yên îtalî kişandiye ku pere ketine pêwendiyê. Herwiha li ser malperek fermî ya Romayê behsa vê xebatê hatiye kirin û sipasiya Rêşan Yûsif jî hatiye kirin.

    Rêşan Roman Yûsif
    © Sputnik/
    Rêşan Roman Yûsif


    Peykersazê kurd, diyar dike ku huner her demê xweş e, çi di şer û çi di xweşiyê de.

    ‘ÊŞA ZAROKÊN KURD YEK E; ÇI LI ÇIYA ÇI LI AVÊ'

    Rêşan Roman Yûsif peykerê zarokekî li Şingalê ku ji tîna li ser dev jiyana xwe ji dest daye çêkiriye û diyar dike ku piştî çêkirina vê peykerê xebera mirina Alan Kurdî kete rojevê û wiha pê de diçe: "Êşa zarokên kurd yek e; çi li çiya û çi li avê."

    Zarokê şingalî
    © Sputnik/
    Zarokê şingalî

    Yûsif di dirêjahiya axaftina xwe de behsa xebata xwe ya Colosseum dike. Peykersaz di 18 saliya xwe de dest bi xebata avakirina Colosseumê Romayê kiriye û di nava 3 salan de çêkiriye ku di ber re de karên din jî kiriye. Kevirê herî mezin ya xebata Colosseumê santîmek û yê herî biçûk jî milîmek e. Firehiya wê jî mitroyek û bilinbûna wê jî 70 santîm e.

    Colosseum a ku bi keviran hatiye çêkirin.
    © Sputnik/
    Colosseum a ku bi keviran hatiye çêkirin.

    ‘ROMANIYAN SPASIYA MIN KIRIN'

    Yûsif amaje dike ku ji xeynî romayiyan, hin hunerhezên swêdî jî pê re ketine têkiliyê û xwestine ku xebata Colosseumê bikirin lê bi destpêka şerê Sûriyeyê wan çûna xwe ya Rojava betalkirine.

    Hundirê Colosseum  a ku bi keviran hatiye çêkirin.
    © Sputnik/
    Hundirê Colosseum a ku bi keviran hatiye çêkirin.

    Yûsif dibêje huner nasnameya mirovan e û wiha pê de diçe: "Di jiyanê de destkeftiya herî mezin huner e. Huner axaftina pêşî ya nava civatê ye. Huner zimanê cihanê ye ku beriya axaftinê, huner hebû. Mirov beriya ziman, huner keşfkirin, ku li ser dîwarê şkeftan xêzên hunerî xêz dikirin."



    Hewgeşta Colosseum, li Roma ya paytextê Îtalyayê û ji aliyê fermandarê pispor Vespasianus ve, piştî zayînê di sala 72an de ve hate çêkirin. Çêkirina hewgeşta Colosseum 8 salan dewam kiriye û di dema desthilatdariya Domîtîan jî gelek guherîn hatiye kirin.

    Etîketan:
    çand û hunera kurdî, xortê kurd, hunera ji keviran, rêşan roman yûsif, Reshan Roman Yuosif, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de