22:38 23 Tebax 2017
Zindî
    Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê

    ‘Ev darbeyeke mezin e ji bo beşên Kurdolojiyê'

    © Foto: artuklu.edu.tr
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 27531

    Di nava 631 akademisyenên ku ji wezîfê hatin dûrxistin hin akademisyenên beşa Kurdolojiyê yên Zanîngeha Artukluya Mêrdînê jî hene. Akademisyen Ramazan Pertev vê rewşê bi gotina, 'Ev darbeyeke mezin e ji bo beşên Kurdolojiyê' dinirxîne'.

    Desteya Wezîran a Hikûmeta AKPê duh bi şev 3 Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) belav kir. Di çarçoveya van KHKyan de gelek dezge hatin girtin, gelek karmend ji kar hatin avêtin û herwiha 631 akademisyen ji wezîfê hatin dûrxistin.

    Di nava van akademisyenan de 40 ji wan ‘Akademisyenên Aştîxwaz' in. Ji Zanîngehên weke Bingol, Mûş, Mardin Artuklu û Munzurê gelek akademisyen ji kar hatin dûrxistin ku di nava wan de jî 4 akademisyen di beşa Kurdolojî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê de mamostetî dikirin hebûn. Ev mamoste Mesut Keskin, Mikail Bulbul, Ramazan Çeçen û Ferhat Yilmaz in. Ligel wan navên weke Selim Temo, Yusuf Baluken û Cuma Çîçek jî çend akademisyenên din in.

    PARLAMENTERÊ HDPÊ AŞKERE KIRIBÛ

    Beriya niha bi çend rojan Parlamenterê HDPê Kadri Yildirim ji Sputnik Kurdistanê re aşkere kiribû ku hikûmet li hemberî mamosteyên kurd lîsteyekê amade dike da ku wan ji kar dûr bixe. Piştî vê nirxandinê bi çend rojan hikûmetê biryara jikar dûrxistinê stand.

    'ÎZAHA VÊ REWŞÊ TUNE YE‘

    Remezan Pertev ku yek ji van akademisyenan e û 3 sal in li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê mamostetiyê dike û bixwe jî ji kar hate dûrxistin, biryar ji Sputnik Kurdistanê re bi van gotinan nirxand: "Piştî mesela hewldana darbeyê, civatê jî piştgirî da tasfiyekirina FETOyê, Cemaetê. Lê mixabin bi vanê vê dawiyê re, ev mecra weke guherî. Êdî ji vê rewşê weke fersendekê bibînin û kesên ku mixalif in, ne li gorî wan bin dixwazin tasfiye dikin. Rewşa me weke akademisyenan diyar e. Karê ku em dikin diyar e. 3 sal in ez li wê derê me. Ne ez tenê. Ez û hevalên din jî. Ji bilî akademisyenê me ti kar nekiriye. Beşa Kurdolojî vebûye, em jî çûne wê derê, bi salan e ku em jî dersan didin. Me pirtûk nivîsandin. Karê me şefaf e, li meydanê ye. Lê ligel vê jî, li Mêrdînê ji beşê Kurdolojiyê mamosteyê naskirî, bê sebeb tu bavêjî ev problemek mezin e. Îzaha veya tune ye".

    'MÊRDÎN BIBÛ NAVENDA VAN XEBATAN'

    Pertev derbarê bandora biryara jidûrxistina wan a li ser beşên kurdolojiyê van nêrînên xwe tîne ziman: "Ji ber ku em li Mêrdînê ne, ne xweş e ku em behsa Merdînê bikin, lê kêm zêde em dizanin, xebat zêde li Merdînê bûn. Yanî Mêrdîn bibû navend ji bo van xebatan. Tabî li wan derên din jî xebat tên kirin. Lê wer xuya dike ku ev darbeyeke mezin e ji bo dahatuya van beşan."

    Bi heman mijarî:

    Enstîtûya Kurdî ku serokê wê yê pêşîn Apê Musa bû deriyê wê hat morkirin
    Beşîkçî: Girtina Enstîtuya Kurdî zirarê dide demokrasiyê
    Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin
    Dest danîn ser kelûpelên KURDÎ-DERê
    Akademîya Ehmedê Xanî hat mohrkirin
    Etîketan:
    Kurdolojî, Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, Biryarnameya Di Hikmê Yaseyê de (KHK), FETO, Sputnik Kurdistan, AKP, HDP, Mikail Bulbul, Mesut Keskin, Ramazan Alan, Ferhat yilmaz, Ramazan Pertev, Selim Temo, Kadri Yildirim, Dr. Doç. Cuma Çiçek, Çewlik, Mûş, Dêrsim, Mêrdîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de