16:52 23 Tebax 2017
Zindî
    Midyad - Kampa Ezidiyan

    Rewşa aloz ya siyasî li kampa êzidiyan jî da

    © Sputnik/
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 10310

    Di encama tayînkirina qayûm ji bo Şaredariya Yenişehir a Amedê de kampa penaberan a êzidiyan hat girtin. Êzidiyên li kampa Yenişehîrê diman pêl bi pêl ber bi Kampa Midyadê ve tên şandin. Yek ji êzidiyên ku şandine vê kampê Pîr Tehsîn ji Sputnik Kurdistanê re rewşa penaberan anî ziman.

    Piştî ku qayûman hêdî hêdî dest danîn ser şaredariyên navend û navçeyên Amedê, qempa penaberên Şengalê jî xera kirin û ew şandin nav penaberên suriyeyî yên li Mîdyadê. Şengalî ku li gorî erebên Sûriyeyî hejmara wan gelek kêm in, niha di nav fikaran de ne ku çi ewlehiya wan çi rewşa jiyana wan neye sererastkirin.

    'ŞERTÊN KEMPA MIDYADÊ LI GORÎ YA AMEDÊ DIJWARTIR E'

    Berpirsek girêdayî şaredariyê ku xebatkarek kampa Amedê bû û nexwest navê wî bê aşkerekirin, da zanîn bêyî ku agahiyek ji bo wan bê dayîn ew û 22 hevalên xwe ji aliye qeyûman ve ji kar hatine bidûrxistin û xelkê Şengalê jî pel bi pel birin e Mîdyadê, lê penaberên ji vir çûne di şertên gelek dijwar de dijîn.

    Êzidî dibêjin ku di nav penaberên sûrî de ewlehiya wan tûne ye
    © Sputnik/
    Êzidî dibêjin ku di nav penaberên sûrî de ewlehiya wan tûne ye

    2 hezar Êzidiyên ku ji Şengalê hatibûn Amedê ev demek e li kampa Midyadê dimînin. Pîr Tehsîn ku yek ji wan penaberan e da zanîn ew qet ji halê xwe ne memnûn in ku li aliyekê di nav penaberên sûrî de ewlehiya wan tûne ye, li aliyê din jî heya niha tu alîkariyek ya însanî ji bo wan ne hatiye dayîn.

    Piştî ku kampa Amedê hat girtin êzidî şandin Kampa li Midyadê
    © Sputnik/
    Piştî ku kampa Amedê hat girtin êzidî şandin Kampa li Midyadê

    Pîr Tehsîn ku tevli xizm û lêzimên xwe ya qelebalix li qampa Midyadê dimîne da zanîn, di gel ku ev ji hefteyekê zêdetir e çûne Midyadê, lê hêj tu alîkariyek ji bo tenduristî, perwerdehî, xwarin û cîbicîkirinê nehatiye dayîn.

    'ÎMKANÊN ME YÊN JI BO ALÎKARIYA ÎNSANÎ TUNE NE'

    Pîr Tahsîn got: "Li Amedê jî halê me ne pir baş bû, lê xelkê Amedê xwedî li me derdiket in, me bi riya xebatkarên şaredariyan alîkariya însanî werdigirt. Lê niha li vir îmkanên me yên ji bo alîkariya însanî nemaye."

    Li Kampa Midyadê ji bilî êzidiyan hejmareke zêde penaberên sûrî jî hene
    © Sputnik/
    Li Kampa Midyadê ji bilî êzidiyan hejmareke zêde penaberên sûrî jî hene

    '7-8 MALBAT DI NAV SÎWANEKÎ DE DIMÎNIN'

    Pîr Tehsînê ku serê 3 salan e li ser xetê di kampên Amedê û Midyadê dimîne diyar kir her çend ew û sûrî şertên wan yek bin jî, lê çênabe huriyeta êzidiyan bi qasî yên Ereban li Mîdyadê hebe û wiha got: 'Bela ku sîwanan nedan kesî niha 7-8 malbat em dikevin nava sîwanekî de, ne ji nasên hev bin dê gelekên me li kuçeyan bimînin.' Wî destnîşan kir çi îqameya ji bo destûra rûniştinê, çi qerta xwarinê be yan jî çi qerta danûstandinê be tu kesî heya niha alîkariyek nedaye wan.

    Bi heman mijarî:

    3 xortên kurdên êzidî li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dan
    YPJ: Li Reqqayê 601 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    4 jinê êzidî yên kurd ji DAIŞê hatin rizgarkirin
    Li Mûsilê 4 keçên êzidî hatin rizgarkirin
    Parlemana Fransayê ji bo êzidî û xirîstiyanan biryareke girîng stand
    6 êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    qayûm, penaber, sûrî, ereb, Şaredariya Yenişehirê, Kampa Fîdanlikê ya êzidiyan, Mîr Tehsîn, Şengal, Midyad, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de