20:25 17 Tebax 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    'Di rojeva Serokwezîrê Tirk Yildirim de operasyona hevbeş a Şengalê heye'

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 14962

    Siyasetmedarê kurd Mahmûd Osman diyar dike ku di başbûna têkiliya di navbera Iraqê û Tirkiyê de rola Rûsyayê, Îranê û dibe ku ya DYAyê hebe. Osman ji bo nîqaşên derbarê operasyoneke leşkerî ya artêşa tirk li ser Qendîlê jî balê dikişîne ser çareseriya aştiyane.

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim di navbera 7 û 8ê Rêbendanê de wê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike. Herçiqas ku bernameya fermî hîna nehatibe diyarkirin jî çavlirêye Yildirim piştî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re kom bibe, li Hewlêrê jî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re rûne.

    'TIRKIYÊ BIRYAR GIRT KU PEYWENDIYÊN XWE ÇÊBIKE‘

    Li ser serdana Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim a Iraqê û Herêma Kurdistanê, siyasetmedarê kurd û parlamenterê berê yê Iraqê Mahmûd Osman ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Osman li ser pirsa ku demeke berê ji ber hebûna leşkerên tirk Iraqê demeke berê nîqaş di navbera Tirkiyê û Iraqê de hebû lê niha çi bû sedem her du welat careke din lihev dicivin? diyar dike ku dibe Rûsya, Îran û heta belkî Amerîka di navbeynkarî kiribe ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin.

    Mahmûd Osman diyar dike ku Tirkiyê jî biryar girt ku peywendiyên xwe li gel Rûsya, Sûriye û Iraqê baştir bike û encameke wiha derket holê.

    DI ROJEVÊ DE MIJARA ŞENGALÊ HEYE

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de diyar kiribû ku ew ê di dema hevdîtinan de li ser mijara hebûna leşkerên tirk ên li Iraqê, hebûna PKKê li Şengalê û mijarên aborî û bazirganî nîqaş bikin. Herwiha beriya ku çûna Yildirim ji bo Iraqê bihata aşkerekirin, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kiribû ku ew destûrê nadin ji nav xaka Iraqê kes êrîşî Tirkiyê bikin.

    'PKK NE RÊXISTINEKE TERORÊ YE‘

    Mahmûd Osman derbarê mijara PKKê de polîtîkaya Tirkiyê bi gotinên 'şaş' dinirxîne: "Siyasetê Tirkiye diyar e ku PKK terorîst dizanin. Ev şaş e û siyaseteke xirab e. Dixwazin Iraq, Sûriye û Herême Kurdistanê hemû alîkariya wan bikin li hemberî PKK û PYD, wan bi terorîst dizanin. Ev şaş e û xirab e. PKK terorîst nîne. PKK hizbeke kurdî û niştimanî ye. Tirkiye bixwaze rewşa wan çêtir be, divê diyalogê li gel pkkê bikin, birêz Ocalan azad bikin. Karibin bi aştiyê pirsgirêkan çareser bikin."

    'DIVÊ PIRSGIRÊK BI RÊYÊN DIYALOGÊ BÊN ÇARESERKIRIN‘

    Osman li ser nîqaş û îdiayên operasyona leşkerî ya li ser baregehên PKKê yên Qendîlê û Şengalê dibêje ku behsa mehên biharê tê kirin lê ev jî bi têkiliyên Tirkiyê, bi Sûriye, Iraq û Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye. Osman daxuyaniyên rêveberên PKKê, PDKê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibîr dixe û dibêje ku li gorî van daxuyaniyan wê PKK ji Şengalê vekişe. Osman amaje bi wî tiştî dike ku divê pirsgirêk bi rêyên diyalogê bên çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Hebûna me li Başîqayê, ne binpêkirina serweriya Iraqê ye
    Serokwezîrê Tirkiyê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê dike
    Pencwînî: PKK û PDK li ser mijara Şengalê gihiştine tifaqekê
    Qaymeqamê Şengalê: PKK wê di nêz de ji Şengalê derkeve
    PKK: Piştî hevdîtina bi Herêma Kurdistanê re, em ê ji Şengalê vekişin
    Etîketan:
    PDK, PYD, PKK, Abdullah Ocalan, mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Binali Yildirim, Mahmûd Osman, Qendîl, Şengal, Amerîka, Sûriye, Rûsya, Bexda, Herêma Kurdistanê, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de