02:17 26 Sibat 2018
Zindî
    Xwepêşandanên li Silêmaniyê

    Mamosteyên Nerazî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza çi dikin?

    © Foto: Twitter
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 40

    Ji ber paşxistina mûçeyan bi dehan mamosteyên li Silêmanî û Helebçe û li navçe û bajarokên wan ji serê 3 mehan in, perwerdeyê boykot dikin û ji Hikumeta Herêma Kurdistanê hin daxwazan dikin. Mamosteyên nerazî dibêjin ta daxwazên wan ên li ser sîstema mûçeyan neyên cih wê boykota xwe bidomînin û li ser jî bazarê nekin.

    Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 2 salin ji ber krîza aborî mûçeyên karmendan nayê dayîn an jî kêm tê dayin. Ji ber vê rewşê nêzîkî du sal in di serî de mamoste gelek karmend dem bi dem boykotan li dar dixin. Ji serê sala 2016an û vir ve jî li Silêmanî, Helebce û hin deverên din ên Herêma Kurdistanê boykota mamosteyan berfireh dibe. Hikûmet ji ber sedema krîzê gav bi gav nîv mûçeyan an jî ji çara yek mûçeyê mamosteyan dide wan. Ev jî dibe sedema nerazîbûnê mamosteyan. Mamosteyan herî dawî di bin navê Encûmena Mamosteyên Nerazî de saziyek ava kirin û daxwazê xwe û boykot di bin vî navî de birêve birin.

    MIHEMED: EM Ê DEV JI DOZA XWE BERNEDIN Û LI SER BAZARÊ NEKIN

    ​Endamê Encûmena Mamosteyên Nerazî Rêbwar Mihemmed  derbarê rewşa dawi ya boykotan de hin agahî da Spûtnîk Kurdistanê û got heta niha boykot li Silêmanî, Helebce, herêma Germiyan û Raperîn berdewam dikin û gelek mamoste neçûne dibistanan û hikûmetê jî hîn ti bersiv nedaye û wiha pê de çû: "Wek nimûne li Çemçemal û Derbendîxanê xwepêşnadanên cemawerî hîn berdewam dikin û mamosteyan teqez kiriye ku ew ê dest ji doza xwe jî bernedin û bazarê jî li ser nakin."

    CIVÎNA LI SILÊMANIYÊ…

    Rêbwar Mihemmed amaje dike ku rojên borî li bajarê Silêmaniyê civîneke hemû neraziyan hat lidarxistin ta ku şêwazekê diyar bikin bê asta xebatê bigihînin kû û bikarin fişaran xurttir û berdewamtir bikin li dijî Hikûmetê Herêma Kurdistanê.

    ‘DAXWAZÊN ME NEYÊN CIH EM Ê FIŞARÊ XWE XURTTIR BIKIN'

    Rêbwar Mihemmed destnîşan dike ku heta ew bersivekê bigrin dê çalakiyên xwe berdewam bikin û diyar dike ku eger ew bigihêjin lihevkirinekê û projebiryarekê radestî aliyê pêwendîdar bikin û aliyê pêwendîdar wek Hikûmetê Herêma Kurdistanê ji bo wan bîne cih, ew amade ne vegerin dibistanan lê eger na be, ew amade ne fişarên xwe zêde bikin û şêwazên fişarên xwe jî biguherînin.

    ‘DOZ NE TENÊ DOZA MAMOSTEYAN E, DOZA HEMÛ KARMENDAN E'

    Rêbwar Mihemmed li ser îdiayên ku ‘Pêşmerge dixwazin mûçeyên xwe bi mamosteyan re parvebikin' hin agahî da û got ku tiştekî wiha tine. Herwiha amaje kir ku Pêşmerge nirxê her kesî ye, çi razî û çi nerazî.

    Rêbwar Mihemmed di dirêjahiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Doza me tenê ne ji bo me ye. Doza me ji bo her kesî ye, çi pêşmerge, çi karmend û çi mamoste ta ku hikûmet rewşa wan baştir bike û xizmeteke zêdetir bikin ku di hemû qonaxan de pêk were. Him di qonaxa perwerdehiyê de û him di piştgiriya Pêşmerge li dijî DAIŞê de ta ku bikarin bi dilrehetî peywirên xwe pêk bînin û dilê wan ne bi ser kes û karên wan ve be."

    ‘MÛÇEYÊN ME TÊN PAŞXISTIN'

    Rêbwar Mihemmed ê endamê Encûmena Mamosteyên Nerazî derbarê dema mûçeyan de jî giliyê xwe eşkere kir û got wan sala borî tenê 9 mûçe wergirtine û 3 mûçe û nîvên wan jî hatine paşxistin.

    Rêbwar mihemmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku îsal jî çarîk muçe didan ku tu wan têxî ser hev nake 3 muçe û nîvên par. Anku eger em hesabekî bikin; mamoste, fermanbar û karmendan di 2016an de qet muçe wernegirtiye ku bandora wê jî li ser mamoste û malbatên wê neyênî bûn lewra me dest bi fişaran kir.

    AZÎZÎ: LI HERÊMÊ KRÎZA ABORÎ HEYE

    Dr.Kawa Azîzî yê ku li beşa Ramyarî ya Zanîngeha Selahaddînê Mamostetiyê dike ji Spîtnîk Kurdistanê re rewşa dawi ya boykotên mamoste û karmendên Herêma Kurdistanê nirxand.

    Mamosteyê Zanîngeha Selahaddîn beşa Ramyarî Kawa Azîzî derbara xwepêşandanan de got ew ji ber paşketina mûçeyan dest bi xwepêşanadan kirine û rewşa dawî wiha amaje kir: ‘Dahata Herêma Kurdistanê li ser petrolê ye. Buhayê petrolê ji 100 dolarî dakete heta 35 dolaran ku ev yek bû sedema qeyrana aborî her wiha ya siyasî jî.'

    ‘WÊ RÊ LI PÊŞIYA SEKTORA TAYBET BÊ VEKIRIN'

    Azîzî têkildarî xebatên qeyrana herêmê de amaje dike ku Hikumeta Herêma Kurdistanê niha dest bi xebatan kiriye ku li ser vê rewşê gelek rapor hatiye amadekirin.  Azîzî destnîşan dike ku ji 60 —70ê dahata herêmê ji welatiyan muçexur ango karmend an re diçe ku ev rêjeyek gelek bilind e. Lewma jî hikumet sîstemek nû amade dike û bi vê sîstemê armanc dike ku rê li pêşiya sektora taybet veke. Lewma jî çaksaziyek mezin tê amadekirin ku gel êdî berê xwe bidin sektora taybet.

    ‘BOYKOTA PERWERDEHIYÊ, KERASETEKE NETEWÎ YE'

    Li ser pirsa ku ‘Gelo raste ku hikumet bo boykotê bişkîne hin form bi karmend û mamosteyan dide îmzekirin' jî Azîzî bersivek da û amaje kir ku ev yek ne rast e. Lewra ev pirsgirêkek neteweyî ye.
    Azîzî dibêje ger perwede piştî serê salê destpê neke wê gelek xwendevan salê dubare ku ev jî karesateke netewî ye û îdia kir ku hin mamoste dixwazin boykotê bişkînin lê tên astengkirin.

    ‘BOYKOT TENÊ LI SILÊMANÎ Û HELEBÇEYÊ TÊ KIRIN'

    Azîzî di dewamiya axaftina xwe de amaje dike ku boykot ne li seranserê Herêma Kurdistanê tenê li parêzgeha Silêmaniyê û li bajaroka Helebçeyê tê  û vê rewşê Tevgera Goran û Îran e tohmet dike. Li gorî îdiaya Azîzî Pêşmergeyan daxwaz kirine ku mûçeyên xwe bidin mamosteyan.

    Bi heman mijarî:

    Brîtanya: ‘Em amade ne beşeke qeyrana aborî ya Kurdistanê çareser bikin’
    Kurdistanî guh nadin qeyrana aborî: Ji bo avakirina mizgeftan 40 milyon dolar
    Hikûmeta Kurdistanê qeyrana aborî ji zanayên misilman re şîrove kir
    Encamnameya Civata Wezîran a taybet ji bo qeyrana aborî eşkere bû
    Barzanî: 'Qeyrana aborî û mesrefên penaberan giran in; alîkariya me bikin'
    Etîketan:
    mûçexûr, mamosteyên nerazî, bazar, mûçe, xwepêşandan, boykot, pêşmerge, karmend, çalakî, mehmûd erebo, rêbiwar mihemed, kawa azizi, herêma kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de