22:36 26 Gulan 2018
Navçeya Sûrê

Li bajarên kurda 368 sivîl hatin kuştin lê di dozan de ti pêşketin tuneye

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Nêrîn
Lînkê kurt
0 01

Şer û pevçunên di pêvajoya qedexeya derketina derve yên bajarên kurdan de bu sedema gelek êş û rûxandinan. Di van pevçunan de hîna hejmara sivilên ku hatin kuştin ne diyare. Her wiha heta aneha di dozên ku hatine vekirin de ti peşketin tune û li ser gelek dosyeya biryara "veşarîbûnê" heye.

Sertaç Kayar

Li Tirkiyê piştî pêvajoya çareseriyê ya di navbera hikumet û PKKê bi dawî bû li gelek bajarên Kurda qedexeya derketina derve hate ragihandin û di navbera xwepêşenderên alîgirên PKKê û Hêzên Ewlehiyê yên Tirk de şer û pevçûnan destpêkir. Di vê pêvajoyê de hîna hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane n zelale. Li gorî raporên TİHV û İHDê amadekirine vê pêvajoyê de 321 sivîl hate kuştin. Li gorî vê raporê li Varto 2, Farqîn 14, Bismil 8, Sur 10, Bağler 2, Licê 1, Gever 6, Cizîr 192, Silopî 37, Hezex 20, Şirnex 2, Nisêbin 22 û Kerboran 5 kes hate kuştin. Heger çiqas hejmar wisa xuya bike jî tê gotin kû hejmara sivilên hatine kuştin hîn zêdeye. Bi sedema kû gelek kes li goristanên bêkes hatine veşartin û gelek cenaze jî li tipa edlî mane û ne hatine teşhîskirin. Her wiha Rêxistina Efû ya Navnetewî (AMNESTY) li ser vê mijarê rapora dawîn eşkere kir û ragihand ku di vê pêvajoyê de 368 sivîl hatine kuştin.

79 ZAROK HATIN KUŞTIN

Li gorî heman raporan hate ragihandin kû ji kesên kû hatine kuştin 79 zarok, 71 jin û 30 kes jî temenê wan 60 derbaskirîye ye. Li gorî rapora rêxistinê ji roja destpêkirina qedexeyan di Havîna 2015'an de, ku pêvajoya aşîtiyê têk çu, zêdeyî 500 hezar kes koçber bûn. Kesên kû koçber bûn hinek jê çûn rojavayê Tirkiyê gelek kes jî li bajarên xwe di konan de man. Heta niha jî li hinek navçeyan qedexe didome. Li hinek kolanên Sur a Amedê, di seatên êvarî de jî li Nisêbin, Şirnex, Cizîr, Silopî û Geverê berdewam dike.

Goristan
© Sputnik / Sertaç Kayar
Goristan

DI DOZÊN HATIN VEKIRIN DE TI PÊŞKETIN TUNE

Malbaten sivilên ku hatin kuştin serî li rê u rêbazên huquqê dan lê tev serdanên wan bê encam ma. Heta aneha di dozên ku hatine vekirin de tu peşketin tune û li ser gelek dosyeya biryara "veşarîbûnê" heye. Her wiha dosyeyên dozê ji parêzeran re jî hatîye girtin. Li Şirnex ya kû herî zêde sivîl hatin kuştin di dozên ku hatin vekirin de tu pêşketin çênebu. Endamê Baroya Şirnexê parêzer Rojhat Dilsîz, dîyarkir ku tev dozên ku hatine vekirin de tu pêşketin çênebuye. Dilsîz wiha axivî: "Tev dosye di merheleya dozê dene û hîna derbasî dadgehê nebuye. Li ser dosyaya biryara veşertinê heye û tu agahîyan nadin me. Bi rastî em ji van dozan ne bi hêvine ku pêşketinek çêbibe. Lê dîsa jî ême heya şopdar bin."

Endamê Baroya Şirnexê parêzer Rojhat Dilsîz, dîyarkir ku tev dozên ku hatine vekirin de tu pêşketin çênebuye
© Sputnik / Sertaç Kayar
Endamê Baroya Şirnexê parêzer Rojhat Dilsîz, dîyarkir ku tev dozên ku hatine vekirin de tu pêşketin çênebuye

'ÊDI EM NE BAWERIN KU PÊŞKETIN ÇÊBIBE'

Ji yek dozên ku ti pêşketin tuneye ya Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ye. Parêzer M. Emin Aktar jî dîyarkir ku di dosyeya Elçi de tu pêşketin tuneye. Aktar wiha axivî: "Kirdarîyek bêcezekerinê heye. Ev kirdarî berê jî hebu û niha dîsa xwe dubare dike. Di dozên ku endamên hêzên ewlehiyê yên dewletê têne darizandinde, ti pêşketin çênabe. Ev berê jî wisa bu. Di salên 90î de ev yek weke 'kuştinên kiryar nedîyar' di hatin binavkirin. Di sala 2009an de her çiqas doz hatibe vekirin û hin kes hatibin girtin jî dawîn de ev kes dîsa serbest hatin berdan. Pir zore ku mirov li bende peşketinan be."

Parêzer M. Emin Aktar dibêje ku di doza kuştina Tahir Elçî de ti pêşketin nîne
© Sputnik / Sertaç Kayar
Parêzer M. Emin Aktar dibêje ku di doza kuştina Tahir Elçî de ti pêşketin nîne

'RAPORÊN OTOPSIYÊ JI ME VEDIŞÊRIN'

Parêzer Muhterem Suren yê ku li Amedê van dozan dişopîne anî ziman ku bi biryarên 'veşarîbûnê' dosye ji wan tê veşartin. Suren destnîşankir ku raporên otopsiyê jî nadin wan û tê veşartin. Suren wiha berdewam kir: "Di ti dosyeyan de qet pêşketin tune. Her wiha dosyeya nîşanî me nadin û ji me tên veşartin. Piştî demeke di jî ev doz an tên girtin an jî endamên hêzên ewlehiyê yên dewletê mafdar tên dîtin."

Parêzer Muhterem Suren li Amedê dozên binpêkirina mafan dişopîne
© Sputnik / Sertaç Kayar
Parêzer Muhterem Suren li Amedê dozên binpêkirina mafan dişopîne

Bi heman mijarî:

Li navçeya Sûrê 14 avahiyên dirokî dê bên restorekirin
"Tazmînata ku dewlet dide mexdûrên Sûrê têra tiştekî nake..."
Hevşaredarê Cizîrê hate girtin
Li Cizîrê polîsan girt ser malekê: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret serbest hate berdan
Etîketan:
şerê nav bajaran, doz, Hêzên Ewlekariya tirk, Rêxistina Efû ya Navnetewî (Amnesty), Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyeyê (TIHV), Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyayê (IHD), Baroya Şirnexê, Sputnik Kurdistan, PKK, Baroya Amedê, Rojhat Dilsiz, Muhterem Suren, Mehmet Emin Aktar, Tahir Elçi, Nisêbin, Silopî, Gewer, Şirnex, Kerboran, Cizîr, Hezex, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de