04:56 23 Mijdar 2017
Zindî
    Êzidiyên kampa Fîdanlikê ya li Amedê

    ‘Li Amedê Qeyûm kampa Êzidîyan digire'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 231 0 0

    Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Yenîşehîrê ya DBPê hat kirint tê gotin kû Êzidîyên li kampê dimînin wê bibin kampên Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD) ya bi ser Serokwezareta Tirkiyê ve girêdayî ye. Êzidîyên ku li kampê dijîn bertek nîşanî vê biryarê dan û anîn ziman ku naxwazin ji kampê derkevin.

    Sertaç Kayar

    Di sala 2014an de ji ber DAİŞê êrişî Şengalê kir, gelek welatiyên Ezidî ji axa xwe koçber bun. Bi deh hezaran Êzidîyên ku ji ber DAIŞ revîyan bi alikarîya şarederiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Kampa Fîdanlikê ya Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê hatin bicihkirin. Bi hezaran êzidî piştî ku Şengal ji DAIŞê hat rizgarkirin vegeriyan, gelek ji wan jî koçî Ewropayê kirin. Niha li kampê 1200 kes dimînin û hemû pêdiviyên wan ji aliyê şaredarî û komeleyan ve tên dîtin. Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Yenîşehîrê hat kirin, rakirina kampê hat rojevê. Tê gotin kû Êzidîyên li kampê dimînin dê bibin kampên AFADê.

    XEBATKARÊN AFADÊ ÇÛN KAMPE

    Li kampê berê xebatkarên şaredariyê bi êzidiyan ve eleqedar dibûn û pêdiviyên wan bi cih dianîn. Bi tayînkirina qeyûm re, ev xebatkar paşve hatin kişandin. Derket holê ku qeyûm di heman demê de bûye serokê Kampa Fîdanlikê û xebatkarên AFADê anîne kampê.

    SERDANA KAMPÊ HATE QEDEXEKIRIN

    Piştî tayînkirina qeyum şert û mercên kampê hate guhertin. Kesekî ku ji derve bixwaze bikeve kampê, destûr nayê dayin. Rayedarên AFADê ji êzidiyên li kampê dimînin şandek ava kirin û hevdîtinên xwe bi vê şandê re pêk tînin. Li gorî zanyariyên ku Sputnikê ji jêderan bidest xistiye rayedarên AFADê dixwazin Êzidîyan bibin kampên Dîlok, Riha, Meletî, Mereş an jî Midyadê.

    ‘BI QUTKIRINA ELEKTRÎK Û AVÊ GEFAN LI ME DIXWIN'

    Xelef Somkî yê ku li kampê dijî li hemberî vê biryarê bertek nişanda û ji Sputnik Kurdistanê re wiha axivî: "Ev 3 sale em li vê kampê dijîn. Ji bo Xwedê nan û av di dan me. Niha jî hatine dibêjin ‘em ne nan didin, ne av dinin û ne jî cereyan didin, derkevin'. Di vê sermêde emê herin ku, emê van zarokan bivin ku? Bijîşkê me ji me girtin. Tiştekî me nema ye. Em bindest mane. Heta 1ê mehê dem dane me. Kû nan, av û cereyan tinebe emê çawa bijîn?"

    Êzidî
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Êzidî

    ‘EM DIXWAZIN LI VIR BIMÎNİN'

    Welatîyê Êzidî yê bi navê İsmail Şerkanî jî wiha axivî: "Ji me re dibên ‘emê nan û ava we qut bikin'. Dibên herin kampên Midyadê an jî Rihayê. Em dixwazin li vir bimînin, lê destur nadin. Heta 1ê meha pêşiya me dem dane. Dawînde dê me derxin."

    Hinek welatiyên din ên Êzidî ku xwestin bi axivin ji hêla peywirdarên kampê ve hatin astengkirin û hatin dûrxistin.

    PARLAMENTERA HDPÊ UCA REWŞA ÊZIDIYAN JI SEROKWEZÎRÊ TIRKIYÊ PIRSÎ

    Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknas Uca, tekildarî rewşa êzîdiyan bi armanca Serokwezîrê Tirkiyê Bînali Yildirim bibersivîne pirsname da Parlamentoya Tirkiyê. Uca di pirsnameyê de anî ziman ku îdîayên rayedarên AFADê kamp ziyaret kiriye û xwestiye ku kampê bigire û wan derbasî kampa AFADê bikin rast e? Uca, xwest planên wan ên derbarê êzidîyan de bê ragihandin û sedema ku êzidiyan li kampa AFADê bi cih bike bê zanîn.

    Êzidî
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Êzidî

    Uca, têkildarî planên rayedarên AFADê wiha pirsî: "Piştî êzdiyan ji vê kampê derxin dê bişînin kijan kampa AFADê? Ger ku ev îdîa rast bin dê kampek nû ji wan re ava bikin yan dê wan tev li

    penaberên Sûriyeyê bikin? Îdîaya ku Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê wekî Serokê Kampa Êzidiyan hatiye tayînkirin rast e? Ger ku rast be bi kijan mantiqî ev biryar hatiye standin? Îdîayên ku alîkariya bi kampê re tê qedexekirin û ketina kampê hatiye qedexekirin rast e?

    PIRSÊN UCA WIHA BERDEWAM DIKIN:

    Dîsa îdîaya alîkariya mirovahiyê ya piştevaniya jiyanê hatiye astengkirin rast e? Êzidyên ku rastî hemû tundiya derûnî tên ji bo piştgiriya derûniyê çi tê kirin? Li kampa penaberan a Nîzîpê zarokên penaber rastî îstîsmara zayendî hatin. Li vê kampa ku êzidî biçin dê çiqas tedbîr bên girtin û ev tedbîr çine? Ji bo bawerî û çanda êzidiyê xwe biparêze û bidome çi tedbîr hatine girtin?

    Kampa Fidanlikê ku têkeve venêrtiya AFADê dê bibe hedefa DAIŞê. Dê tedbîr û ewlehî çawa bê standin û dê kî bistîne? Kampa Êzidiyan ku piştî bi AFADê ve bê girêdan, dê mafê stargeh û mafê penaberiyê wekî penaberên Sûriye bê dayîn ya na? Ger ku bê dayîn dê çawa be. Li Nisêbînê jî kampa AFADê hat valakirin û li şûna wê artêş hat bi cih kirin. Dê rewşek wisa dubare bibe ya na? Ewlehî û mîsogeriya vê yekê çiye?"

    Bi heman mijarî:

    Çarenivîsa 2500 êzidiyên Şengalê ne diyar e
    53 Êzidiyên din hatin rizgarkirin
    Kurdên êzidî: ‘Bila Rûsya êzidiyên revandî rizgar bike'
    Di nava du rojan de nêzîkî 300 êzidiyên êxsîr azad bûn
    18 jinên kurdên êzidî ji destên DAIŞê hatin rizgarkirin
    DAIŞê bi komî zarokên êzidî sinet kirine
    Gelek êzidî li Mûsilê li bendî rizgarkirinê ne
    70 jin û zarokên êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    Kurdên êzidî di operasyona Mûsilê de di cepheye pêş de şer dikin
    Etîketan:
    Kampa Fîdanlikê ya êzidiyan, Şaredariya Yenişehirê, HDP, Sputnik Kurdistan, Rêvebiriya Alîkariya Lezgîn û Afadan a Serokwezîrtiyê (AFAD), Feleknas Uca, Xelef Somkî, İsmail Şerkanî, Nizip, Meletî, Dîlok, Midyad, Mereş, Riha, Yenişehir, Amed, Şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de