11:04 21 Mijdar 2017
Zindî
    Malbata leşkerê dîl Sefter Taş

    Bavê leşkerê ku tê îdiakirin DAIŞê ew kuştiye: Felaketek hate serê me

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 13420

    Bavê leşkerî bi navê Sefter Taş, Aydin Taş li ser belavbûna vîdeoya ku tê îdiakirin kurê wî û kesekî din ji hêla DAIŞê ve tên şewitandin, dibêje ku ew kurê min bû. Taş diyak dike ku felaketek hatiye serê wan û ew li bende daxuyaniya fermî ne.

    DAIŞê duh vîdeoyek belav kir ku tê de du kes hatine girêdan û tên şewitandin. Hate diyarkirin ku yek ji wan leşkerî bi navê Sefter Taş e ku ji 1ê Îlona sala 2015an ve di destê DAIŞê de ye. Yê din jî Fetih Şahînê Konyayî ye.

    AYDIN TAŞ: LEŞKERAN GOTIN 'HÛN ÇI DIZANIN EM JÎ WÊ DIZANIN'

    Sefter Taş kurê mezin ê malbateke kurd e ku malbat li navçeya Aralik a bajarê Îdirê rûdinên. Malbat karê çandiniyê dike. Bavê Sefter Taş, Aydin Taş ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku ew li bende daxuyaniyeke fermî ne. Aydin Taş daxuyaniya Serfermandariya Artêşa Tirkiyê bibîr dixe ku gotibû ew li ser videoya hatiye belavkirin lêkolînê dikin. Taş herwiha diyar dike ku rayedarên Rêxistina İstixbarata Milî a Tirkiyê (MIT) jî daxuyanî dane tiştekî zelal nîne.

    Tê îdiakirin ku Sefter Taş ji hêla DAIŞê ve hatiye şewitandin
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tê îdiakirin ku Sefter Taş ji hêla DAIŞê ve hatiye şewitandin

    Aydin Taş aşkere dike ku rayedarên leşkerî yên Îdirê hatine ba wan û ji wan re gotine ku, ‘Hûn çi dizanin em jî wê dizanin. Em agahiyê bistînin em ê werin ji we re bibêjin."

    'DÊYA WÎ PERÎŞAN BÛYE‘

    Bavê Sefter Taş, Aydin Taş got: "Felaket bê serê meriva. 16 mehe ku kurê min di destê wan de ye. Em tev perişan in. Dayika wî vê gavê amoşker bikar tîne. Her 6-7 saetan carekê em derziyekê lê dixin."

    Aydin Taş ji roja ku ketiye deste DAIŞê agahî ji kurê xwe Sefter nestandiye. Aydin Taş diyar dike ku ji roja ku DAIŞê kurê wan revandiye, ew nizanin bê sax e yan na û wiha destnîşan kir: "Tenê em ji internete dişopînin. Her gav, bi şev û roj em li pêşiya compiturê rûniştinê da ku xebekere xêrê bê deste me. Gelo hate kuştin an nehatiye kuştin? Dêya wî her gav fişarê dide ser me. Dibêje ku ‘gelo İşkence didinê, zilmê lê dikin, nakin. Ez di ber dilê wê de didim. Ez dibêjim ‘ew jî însan in. Tiştekî pê nakin'."

    'EW KURÊ ME YE'

    Aydin Taş wê agahiyê dide ku duh bi şev wan agahiya vîdeoya ku tê îdiakirin aidî dîmenên kurê wan ê di destê DAIŞê de ye û wisa dibêje: "Rast e. Li pêş çava ye. Qareqara wan e. Du heb bi hev re dişewitînin. Mile wan zincirkirî." Taş diyar dike ku kesê di vîdeoyê de kurê wan e û wan ew nas kiriye.

    'TI KESÎ AGAHÎ NEDA ME'

    Aydin Taş wê agahiyê dide ku heta niha kesekî li halê wan nepirsiye û wiha berdewam dike: "Carekê duduya Parlamenterê HDPê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman anî rojevê. Ez gelek caran diçûm Enqereyê. Ba alîkarê Wezîrê Karê Hundir re axivîm. Agahî ji min hilda. Got, sax e, di girtîgehê de ye. Înşallah em ê agahiyê bidin we. Lê kesî agahî neda me û ev felaket hate serê me."

    PARLAMENTERÊ HDPÊ: ME BERSIV NESTAND

    Di vê navberê de Parlamenterê HDPê Mehmet Emin Adiyaman ji Sputnikê re wiha axivî: "Ji bo rizgarkirina leşker Sefter Taş min pêşnûmeye da meclîsê. Li ser nûçeya ajansa we (Sputnik) min pêşnûme da. Min sê caran jî bi devkî pirsî. Herwiha min di parlametoyê de jî axaftinek kir. Bersivek neda pêşnûmeya min. ji bo leşker Sefter herî dawî 20 berê, di dema hevdîtin budceyê ya meclîsê de, min hevdîtin rasterast bi Wezîrê Karê Hundir û Wezîrê Berevaniyê re çêkir. Min rewşa vî zarokî ragihand. Di hevdîtina bi wezîran re, Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu kartvizîta xwe da min û got ku ew ê bixwe pê re eleqedar bibe. Ji min re got ku ew ê pê re eleqedar bibe. Lê venegeriya. Zanyarî neda. Digel hemû hewldanên me min bêeleqeyek dît."

    Duh bi şev li ser medyaya civakî ya ku dibêjin aidî DAIŞê ye vîdeoyek 19 deqîqeyan hat belav kirin. Di vîdeoyê de tu kesên cilê leşkerî li wan û zincirkirî ten şewitandin. DAIŞ îdia dike ku ev leşkerên tirk in. Lê rastiya vê videoyê û nasnameya van kesan hîna nehatine piştrastkirin.

    LI QEREQOLA SÎNOR HATIBÛ REVANDIN

    Sefter Taş ê 21 salî li Qereqola Sînor a Şehit Mehmet a li ser sînorê Kîlîsê di 1ê Îlona 2015an de ji hêla DAIŞiyan ve hatibû revandin. Hevalê wî Yusuf Beylem di encama êrîşa DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê, leşkerê Tirkiyeyê ‘kafir' îlan kir
    TAYBET - DAIŞê li hemberî leşkerê dîl yê Tirkiyeyê, daxwaza berdana 200 milîtanên xwe kir
    Leşkerê Tirkiyayê di destê DAIŞê de ye!
    Leşkerê tirk ê ku DAIŞê revandibû li Reqayê ye
    Leşkerê tirk ê windabûyî di destê DAIŞê de ye û birîndar e
    Etîketan:
    vîdeo, leşker, Parlamentoya Tirkiyê, MIT, Sputnik Kurdistan, HDP, DAIŞ, Yusuf Beylem, Fetih Şahin, Sefter Taş, Aydin Taş, Mehmet Emin Adiyaman, Suleyman Soylu, Aralik, Bab, Reqqa, Îdir, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de