10:10 20 Çile 2018
Zindî
    Ahmet Turk û Sirri Sakik

    ÎHD: 'Dixwazin Ahmet Turk li gel kelepçeyê muayene bikin'

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 30

    Lijneya ÎHDê serdana parlementer HDPê û şaredarên DBPê yên girtî kir û derbarê rewşa wanî dawî de raporek amade kir. Di raporê de behsa rewşa tenduristiya Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk hate kirin û hate gotin li gel ew nexweşê dîl e nayê dermankirin û dewlet bi girtina Turk helwesta xwe ya li hember kurdan careke din eşkere kir.

    Şandeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) rapora di encama çavdêrî û nirxandinên derbarê mercên girtîgehê ya parlementerên HDPyî û şaredarên DBPyî  de hatiye amdekirin bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.
    Di civînê de Serokê Gelemper yê ÎHDê Ozturk Turkdogan û Sekreterê Gelemper Hasan Anlar jî amade bûn.

    ‘HELWESTA LI HEMBER PARLEMENTERAN NÎŞANEYA KRÎZEKE MEZIN E'

    Serokê Gelemper Oztur Turkdogan ji Sputnîk Kurdistanê re destnîşan kir ku girtina parlementer û şaredaran wê bibe sedema krîzeke mezintir û ev girtin polîtîkiya yekdengî ya dewletê dide ber çavan. Bi vederkirina parlementer û şaredarên kurd pirsgirêka kurd nayê çareserkirin beravajî Tirkiye wê tekeve nava pirsgirêkeke mezintir.

    ‘GIRTINA AHMET TURK HELWESTA DEWLETÊ YA NEYÎNÎ YA LI HEMBER KURDAN NÎŞAN DIDE'

    Turkdogan dibêje Ahmet Turk her parastina aştiyê kiriye û ew wekî mirovê aqilmend ê kurdan tê binavkirin û dewlet bi girtina wî helwesta xwe ya neyînî ya li hember kurdan çareke din zelal kir.

    Ahmet Turk û Sirri Sakik
    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    DIXWAZIN AHMET TURK LI GEL KELEPÇEYÊ DERMAN BIKIN

    Lijneya ÎHD serdana Ahmet Turk, Sebahat Tuncel, Bekîr Kaya, Nursel Aydogan, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak û Nîhat akdoğan kir. Di encamê de hat amajekirin ku Ahmet Turkê ku nexweşê dil e divê bê dermankirin lê ew nayê dermankirin.

    Herwiha tê xwestin ku Turk bi kelepçeye muayene bikin. Lê Turk vê yekê red kiriye û muayene nebûye.

    ‘LI HUCREYÊN YEKKESΠ DIMÎNIN'

    Di rapoerê de tê gotin ku wan bi Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag, parlementerên HDPê Gulser Yildirim û Ferhat encu, Hevşaredarên DBPyî Gultan Kişanak û Nurhayat Altun, Berdevka Kongreya Jinên Azad Ayla Akat Ata, parlementera berê Edîbe Şahîn re hevdîtin kirine. Hat ragihandin ku di dema hevdîtina bi Yuksekdag û Yildirim re ji aliyê rêvebiriya girtîgehê ve hatiye qeydkirin û gardiyanek jî li ba wan hazir ma ye.

    Hat gotin ku ev yek li dijî rêzikên bingehîn yên hevdîtina parêzer û muwekilan e û got ku hejmarek mezin ya girtiyan di binê tecrîdê de ne. Li hucreyan bi tena serê xwe dimînin.

    ‘DISTÛRA WEZARETÊ TÊN BINPÊKIRIN'

    Di raporê de tê amajekirin ku girtiyên li Girtîgeha Kandirayê daxwaza bihevremayînê kirine lê rêvebiriya girtîgehê vê daxwazê redkirine. Tê gotin ku girtî cihên hevpar ên li girtîgehê rojê herî kêm  bi qasî 10 saetan dikarin bikar bînin. Lê destur tenê bo 3- 4 saetan tê dayîn. Ev yek li dijî distûra wezareta dadê ye.

    Herwiha hat amejkirin ku name û faksên ku ji parlementer û şaredaran re tên şandin tên astengkirin.

    FERHAT ENCU LI GIRTÎGEHA JINAN DIMÎNE

    Di raporê de hat diyarkirin ku Ferhat Encu di binê tecrîdê de ye, ew li girtîgeha jinan  e û bi tena serê xwe derdike cihê behnvedanê.

    DEST DANÎN SER NAMEYA DEMÎRTAŞ YA BO CPTê

    Rayedarên ÎDHyî destnîşan kirin ku dema hevdîtina li gel Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDPê yê Colemêrgê Abdullah Zeyan re deng û dîmenên wan hatine qeydkirin. Hat gotin ku Demîrtaş nexweş e û mayîna wî ya bi tenê nerast e. Di dewama raporê de hat diyarkirin ku rêvebirya girtîgehê dest daniye ser nameya Demîrtaş ya bo CPTê nivîsandiye.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara binçavkiriyên HDPê gihişt 8 hezar û 432 kesan
    Parlamenterê HDPê Alican Onlu serbest hate berdan
    Di lûtkeya serokan a li Enqereyê de, rageşî ji bo HDPê derket
    Parlamentarê Dersîmê yê HDPê hat binçavkirin
    Parlamenterên HDPê Demirel û Konca birin Girtîgeha Kandirayê
    Li Konyayê êrişî avahiya HDPê kirin
    Parlamentara HDPê Besîme Konca hat girtin
    Etîketan:
    girti, rapora li ser girtiyan, şaredarên kurd, ihd, parlementerên hdpê, hasan anlar, ahmet turk, Ozturk Turkdogan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de