18:52 26 Gulan 2018
Operasyona Reqqayê - HSD - YPG

'Pevçûnên gûr di navbera me û DAIŞê de diqewimin'

© Foto : Sputnik/ Hikmet Durgun
Nêrîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di duyem qonaxa Operasyona Reqqayê de zêdetirî 20 gund ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hate bidestxistin ku YPG jî di nav de ye û navê operasyonê Pêngava Xezeba Firatê ye. Fermandarê HSDê Ehmed Ebu Ekrad diyar kir ku îro wan 4 gund ji DAIŞê bidest xistine û darbeyên giran li DAIŞê xistine.

Hikmet Durgun

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HSDê hatine bidestxistin operasyona Reqqayê ya bi armanca gundewarên rojavayê Reqqayê ji DAIŞê bidest bixin, berdewam dike. Li gorî van agahiyan, di operasyona bi navê Pêngava Xezeba Firatê de DAIŞ windahiyên mezin dide. Di çarçoveya operasyonê de nêzîkî 4 hezar reqqayî di bin banê HSDê de li hemberî DAIŞê şer dikin.

'500 ŞERVANÊN EREB LI REQQAYÊ ŞER DIKIN'

Di çarçoveya qonaxa yekem a Operasyona Reqqayê de 60 gund, gundik û giren stratejîk jî di nav de qadeke 700 km2 ji destê DAIŞê bidest xistibû ku di 5ê Cotmehê de destpê kiribû.

Di qonaxa duyemîn a operasyonê de 500 şervanên ereb yên Reqqayî yên ji Meclîsa Leşkerî ya Deyrezorê, Hêzên Teyyar El-Xed El-Sûri'ye El Nuxbe, Lîwaya Siwar El-Reqa pêk tên û ji hêla Hevpeymana Navdewletî ve hatine perwerdekirin jî beşdarî operasyonê dibin ku operasyon di 10ê Berfanbarê de destpê kiribû.

'HÊZÊN HEVPEYMANÊ 100 TON ÇEK JI ME RE ŞAND'

Hêzên Hevpeyanê di çarçoveya operasyona Reqqayê de barê 7 balafirên kargoyê ji bo HSDê şand ku qasî 100 ton çek, teqemenî û cebilxane tê de hebûn. Balafir çek li başûrê Kobanî daniye ku di nava wan de fuzeyên ajotî, topên hawanê, çekên otomatîk, dûrbîn û kanas jî hene.

HSD ji hêla başûrê Bendava Tişrînê ya li Başûre Kobanî dikeve ber bi rojavayê Reqqayê ve pêşve diçin û bi piştgiriya hewayî ya hêzên hevpeymanê gelek gund û gundik ji destê DAIŞê derxistin.

'ÎRO 4 GUND HATIN RIZGARKIRIN'

Heta niha zêdetirî 20 gund ji hêla HSDê ve hatine bidestxistin ku Merwaniye, Kerwedanê, El Meşut hin ji wan in û DAIŞê li vir mayin û bombe bicî kiriye. Şervanên HSDê piştî bidestxistina van gundan dest bi paqijkirina mayin û bombeyan kirin.

Li gundê Hemir ê li rojavayê Reqqayê pevçûnên gûr di navbera HSDê û DAIŞê de rû dide. Fermandarê HSDê Ehmed Ebu Ekrad ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku wan îro 4 gund ji destê DAIŞê derxistine û derbeyên giran li DAIŞê dixin.

'HINDIK MAYE EM TEBQAYÊ BIDEST BIXIN'

Ekrad diyarkir ku di navbera wan û DAIŞê de şerê gûr diqewime û wiha berdewam kir: "20 km maye ku hêzên me yên li eniya Tişrînê bigihêjin navçeya Tebqayê. Navbera Tebqayê û Reqqayê 20 km ye. Pevçûnên gûr di navbera me û DAIŞê de diqewimin û me ji wan gelek kes kuşt. Herwiha me hin ji milîtanên DAIŞê zevt kir. Yên me birîndar bidest xistin jî hene. DAIŞ nikare xwe li hemberî me bigire. Termên xwe dihêlin û direvin."

Bi heman mijarî:

Şervanên Xezeba Firatê du gundên din rizgar kirin
HSD: Em amadekariya qonaxa duyem ji bo operasyona ‘Xezeba Firatê' dikin
Şervanên Xezeba Firatê gundê Til Semenê rizgar kirin
Hêzên Senadîd wê beşdarî pêngava ‘Xezeba Firatê' bibin
Bîlançoya ‘Xezeba Firatê’ hate eşkere kirin
Pêşveçûna Şervanên Xezeba Firatê dewam dike: 2 gund û 3 mezra hatin rizgarkirin
Etîketan:
Hêzên Hevpeymanî, DAIŞ, HSD, PYD, Ehmed Ebu Ekrad, Bendava Tişrînê, Kobanê, Tebqa, Sûriye, Reqqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de