21:46 21 Çile 2018
Zindî
    Şervanên Suryanî yên di nava Pêşmerge de beşdarî operasyona Mûsilê dibin

    'Ji ber qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê bi sedan dezgehên medyayê hatin girtin'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Herêma Kurdistanê bi hezaran rojname, kovar û dezgehên ragihandinê di serdema qeyrana darayî, siyasî û şerê bi DAIŞê re de hatin girtin. Bi hezaran rojnamevan bê kar û bê çarenûs man.

    Emine Çelebi

    Qeyrana darayî ya li Herêma Kurdistanê ku ev çend sal in berdewam e, karîgeriyek mezin li ser mirovên cemawera Herêmê çêkir. Hindek ji van mirovan jî rojnamevanên kurd in ku zêdetirên wan di nav sengerên şer de, di naveroka peşmergeyan û çekdarên cûr be cûr yên li erdnîgariya Herêma Kurdistanê de ne.

    Derbarê rewşa rojnamevaniya li Herêma Kurdistanê de, Endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurd Xoşnav Cemîl ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    ‘ROJNAMEVAN JI ÇAR ALIYAN VE DI BIN TOPBARANÊ DE NE'

    Cemîl got: "Rewşa rojanemavanên kurd yên li Herêma Kurdistanê niha gelek xirab e. Rojnamevan ji çar alî ve di bin topbaranê de ne.

    Rejîma Sûriye li aliyekê, topbaranên Tirkiye û Îranê li aliyekê. Her wiha êrîşên Daîşê û şereke giran li ser deverên Kurdistanê hene. Ji rûdanên berfireh yên leşkerî rojnamevan di halên nexweş de ne. Li Herêma Kurdistanê sala borî 35 rûdanên cidî hene. 50 rojnamevan rastî êrîşan hatine. Gelekên wan birîndar bûne, yek ji wan şehîd bûye."

    ‘QEYDA HEJMARA ROJNAMEVANÊN Dİ ŞERDE NÎN E'

    Xoşnav Cemîl derbarê hejmara rojnamevanên ku hatine kuştin de got: "Rojnamevanî di def me azad e. Ji ber vê ye qeydên wan nayên girtin. Bo nimûne eger rojnamevanek Herêma Kurdistanê bixwaz e biçe şer temaşe bike, ew azad e ku beşdarî şer bibe. Bes serî li dezgehên ewlehiyê dide. Pêdiviyên xwe amade dike, cil û bergên xwe amade dike û diçe ji peşmerge dixwaz e. Yên biyanî jî eger bixwaz in di nava şer de rojnamevanî bikin serî li Wezareta Peşmerge didin. Bes qeyd û tomarkirina jimara van rojnamevanan di destê me de nîn e."

    'ROJNAMEVANEKÎ KURD JIYANA XWE JI DEST DA'

    Cemîl da zanîn li Tîgrit, li derdorên Iraqê, li Selahadînê jî gelek rojnamevan hene ku agahiya tu kesî ji wan nîn e. Li gorî agahiyên ku Xoşnav Cemîl ragihand, di nav sala 2016 an de di nav şer de rojnamevanek yê kurd jiyana xwe ji dest daye, 5 rojnamevanên birîndar tenê li sînorê parêzgeha Dihokê hene. Her wiha li Kerkûkê jî çend birîndar hene. Xoşnav Cemîl ragihand ku ew wek sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê hemî serîlêdanên rojnamevanan dibersivînin û alîkariya hiqûqî û tenduristî didin wan. Bes arîşeya herî mezin li pêşiya wan ew e ku agahî ji rojnamevanên nav şer de bidest naxin.

    Xoşnav Cemîl derbirî normal e di navbera rojnamevan û rêberiyên hikûmetan de hin caran arişe derkev in û got: Bê guman di her rûdanê de di navbera hikûmet û rojnamevanan de nelihevkirin çêdibe. Dema ku rojnamevanek hindek rastiyan belav bike, yan jî piştevaniya cemawerî bike, yan piştevaniya hejarekî, ya xelkekî bike, yan rastiyan bêje, miheqeq dê hikûmet jê aciz bibe.

    ‘QEYRANÊ BANDOREKE XERAB LI SER ROJNAMEVANAN ÇÊKİRİYE'

    Xoşnav Cemîl derheqê qeyrana darayî de jî got: "Qeyran li Herêma Kurdistanê tesîreke gelek xerab li ser jiyana rojnamevanan çêkiriye. Bi sedan kovar û rojname ji ber vê qeyranê hatine girtin. Bi hezaran rojnamevan ji ber girtina van rojname û kovaran ji karên xwe hatine veqetandin. Gelek radio û televizyon hatine girtin. Bi rengeke giştî rewşa rojnamevanan ev e. Her roj bi sedan rojnamevan serî li sendîkaya me didin da ku di gel vê qeyranê dê çi karî bikin, pirsyar dikin. Qeyran ji bo Herêma Kurdistanê jî gelek dijwar e. Hikûmet bixwe jî li gel rojnamevanan bê bersiv û bê çare ye."

     

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    4 rojnamevan û wênegir di şerê Mûsilê de birîndar bûn
    Bi sedan rojnamevan derbasî sengerên Mûsilê bûn
    Li Bexdayê rewş aloz e:Yek jê rojnamevan 4 kuştî û 28 birîndar
    Etîketan:
    Rojnamevan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sendîkaya Rojnamevanên Kurd li Herêma Kurdistanê, DAIŞ, Pêşmerge, Sputnik Kurdistan, Xoşnav Cemîl, TIrkiye, Îran, Sûriye, Rojava, Mûsil, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de