03:35 14 Kanûn 2017
Zindî
    Bendava Gêlê

    Wênekêşê enqereyî: Ez aliyê Amedê yên ku nayên zanîn dikşînim

    © Foto: Instagram/Alî Aşili
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ayşegul Ozmen
    0 0 0

    Wênekêşekî enqereyî yê ku li Amedê jiyan dike û wekî hobî wênekêşiya Amed û bajarên derdorê dike destnîşan dike ku ew 10 sal in bi awayekî heyranmayî wêneyên herêmê dikşîne.

    Wênekêşê bi navê Alî Aşili yê li ser înstegramê bi wêneyên xwe yên kurdewar tê naskirin dibêje Amed bo wênekêşiyê kaniyek e ku ti caran ziwa nabe. Aşili yê ku wênekêşiyê wekî hobiye dike bêhtir wêneyên dîrokî, mîmarî û sirûştî dikşîne û sirûşta herêmê wekî ‘bêhempa' binav dike.

    Zarokên li ber bircan
    © Foto: Instagram/Alî Aşili
    Zarokên li ber bircan

    Li ser pirsa ‘Çima Amed?' Aşili destnîşan dike ku gel bo wêneyan ji Tirkiyeyê diçe Hindê lê kes nayê van deran. Kêmasiyek mezin heye di warê wênekêşiya herêmê de. Gel pir ditirsin lê rastî ne ev e.  Divê her hezkirîkî wêneyan makîna xwe hilde û bêyî tirs bê xweşikiyên van deran bikşîne.

    Keriya pez
    © Foto: Instagram/Alî Aşili
    Keriya pez


    Aşili yê ku li ser malperên civakî xwedî bi sedhezaran şopîner e dibêje: ‘ Ev 10 sal in ku ez wêneyên Amed û herêmê dikşînim, lê dîsa jî hêj bi sedan cih hene ku divê bêne wênekirin û kişandin. Yanî çavkanî naqede. Ez gelekî kêfxweş im ku gel û sirûşta herêmê didim naskirin.'

    Pira Zîlek ya Bismilê
    Instagram/Alî Aşili
    Pira Zîlek ya Bismilê


    Aşili dibêje ew wêneyan bi çavekî pir cuda dikşîne û diyar dike ku divê hemû kesên xwedî derfet teqez werin bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Wan, Êlih  û yên din û xwezaya wan bibinin. 

    Bi heman mijarî:

    Hefteya Danasîna Çanda Kurdî li Fransayê dest pê dike
    Zanîngeha Kurdistan ya Sinê konferanseke "Kurd û Çanda Gelan" li dar dixe
    Li Navenda Çanda Cegerxwîn serdema qeydan dest pê kir
    Etîketan:
    sirûşt, wênekêşî, huner, çand, bajar, ali aşili, amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de