10:39 23 Çile 2018
Zindî
    Nadîr Nadîrov û neviyê wî Arifê Barî

    Profesorê navdar ê kurd ji Barzanî re nameyek şand

    © Foto: Ji arşîva Salih Kevirbirî
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 40

    Profesorê navdar Nadîr Nadîrov ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nameyek şand û daxwaz kir ku ‘Serxwebûna Kurdistanê' ragihîne. Nadîrov ê yek ji kurdên Qazaxistanê ye dibêje ku ‘çetnayî heye lê dema serbestîyê ye.'

    Prof. Nadîr Nadîrov ango Nadîrê Kerem Nadîrov kurdekî Qazaxistanê ku bi pisporê ‘petrol û gazê' ye. Rojnameger û lêkolîner Salih Kevirbirî derbarê Nadîrov de diyar dike ku "Ev ewladê hêja yê gelê kurd heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandiye. Xwediyê 250 patentên zanyarî ye. 35 kitêbên wî hatine weşandin. 2 kitêbên wî li ser jiyana wî û jiyana kurdên Kazakistanê ne."

    DI SALA 1957AN DE MELE MISTEFA DÎTIYE

    Prof. Nadîr Nadîrov di 10 Tîrmeha 2016an de nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nivîsand. Prof. Nadîrov beriya niha bi 4 mehan careke din nameyek ji Mesûd Barzanî re nivîsand ku jê re dibêje ‘dema ragihandina serxwebûna Kurdistanê hatiye.'

    Derbarê nameya wî û nêrîna wî a li ser ragihandina ‘Serxwebûna Kurdistanê' de Prof. Nadîr Nadîrov pirsên Sputnîkê bersivand.

    Prof. Nadîrov behsa naveroka nameyê dike ku bi behskirina hevdîtina xwe û Mele Mistefa Barzanî ku di sala 1957an de li Moskovayê pêk tê. Nadîrov wê demê xwendekarekî 24-25 salî ye û bi Barzanî re li ser ‘serxwebûna Kurdistanê' axivîne.

    'BI DESTXETA XWE BERSIV DA'

    Nadîrov dibêje ku Mele Mistefa Barzanî ji wî re gotiye ‘Kurdistana aza wê bê çêkirin' û wiha berdewam dike: "32 sal derbas bûnê, bû kongreya Partiya Demokratî Kurdistan. Min ji wan re nameya bimbarektiyê şand. Hema wê salê Mesud Barzanî destê xwe nivisiye. Kompiture de çap nekiriye. Destê xwe ve nivîsandiye. Dibê çi ji destê me tê em ê bikin. Jîna xwe jî bidin, xwîna xwe jî bidin, em ê azadiya Kurdistanê bistînin. Eva 1989 salê bû."

    Nameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di sala 1989an d eji Prof. Nadîr Nadîrov re nivîsandiye
    © Foto: Ji arşîva Nadîr Nadîrov
    Nameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di sala 1989an d eji Prof. Nadîr Nadîrov re nivîsandiye

    'LI HEWLÊRÊ JÎ ME HEV DÎT'

    Piştî van pêşketinan Prof. Nadîr Nadîrov di sala 2008an de ji bo Festîvala Cegerxwîn diçe Hewlêrê û li vir careke din bi Mesûd Barzanî re li ser heman mijarê diaxivin. Nadîrov destnîşan dike ku Barzanî di wê hevdîtinê de ji wî re gotiye ‘hindik maye serbestî, azabûn çekin" û dibêje ku êdî wexta ragihandina ‘Serbestiya Kurdistanê' hatiye.

    'KURDISTANA IRAQÊ DE-FACTO DEWLETA SERBEST E'

    Nadîrov diyar dike ku bi vê armancê wî 4 meh berî dîsa nameyek ji Mesûd Barzanî re şandiye û gotinên wî aniye bîra wî. Prof. Nadîrov ji bo nêrîna welatên weke Tirkiyê, Îran û hikûmeta Bexda li ser ragihandina serxwebûnê, Destûra Bingehîn a Iraqê bibîr dixîne û van gotinan dibêje: "Otonomiya Kurdistana Iraqe de-facto dewleta serbest e. Gelek jî dibêjin. Lê problema jî çêdikin. Dibêjin xoşa Tirkiyê neyê, xoşa Îranê neyê. Di destûra Iraqê de nivisîne Iraqa Federal. Di wir hatiye gotinê, kîjan otonomiya ku dixwaze cihê be, heqê wan heye."

    'LI SÛRIYÊ PARTIYÊN KURDAN BÛNE YEK'

    Ji bo nîqaşên li Herêma Kurdistanê di nava partiyên kurdan de jî Nadîrov rexneyên xwe bi van gotinan bilêv dike: "Wexta dijmin bi tifinga hatiye ser, te bala xwe dayê da. Ez çend cara çûme Sûrî. 1991ê salê ez hatime Sûriyê. Suriyê, da nav kurdê Sûriyê da 13 partî hebû. Yekî digo partiya çep, yekî digo partiya rast, her yekî koçek dajot. Naka çetnayî hatiye serê wan da giş bûne yek. Ji Emerîqa qîzê kurdan tê, dibê ez pêşmerge me. Her derê tên. Welêt di çetnayî da çêbûye. Gerek em bibin yek, welêt ji vê çetnayê derxin. Helbet çetnayî hene. Mesela partiya Goran hildî, partiya Talabanî hildî. Ewana her yekî koçekî tajon. Lê ya taliyê serbestî. Dibê em bibin yek. Em bibin yek."

    'BES LO'

    Li gor nêrîna Nadîrov divê kurd pêşî serxwebûnê ragihînin, piştî wê dikarin guherandinê çêbikin. Nadîrov rexne tîne ser partiya Goranê, û YNKê û li gorî nêrîna wî gelemperiya kurdan serxwebûnê dixwazin. Herwiha dibêje ji ber helwesta wê, kurdên ji dervê qedrê Goranê nagirin. Nadîrov behsa kurdên li Tirkiyê jî dike û wiha dibêje: "Kurdê Tirkiyê dibêjin, hinek dixwazin hinek naxwazin. Dibên gerek Kurdistana aza pêşiyê ji tirkiyê destpê bike. Çima? Tirkiyê de kêm kêm 24-25 milyon kurd dijîn. Gereke ji wira destpê bibe. Lê fikra min, naka Kurdistana Iraqê hatiye çêkirin, yek. Ya duda Mesud Barzanî dinya alem nas dike, qebûl kirne, çak-lîdirê Kurdistanê ye. Ewa çêbûnê şûn da Kurdistana ıraqê, ev ê dinê gişê bêne ser rê. Ku de herin? Naka welatê Ewropayê dibêje, Asya jî dibêje Kurdistana mezin wê bê çêkirin. Peşîyê yek bê çêkirin, wê çav bidin hev, wê çav bidin hev, tevbin, tevbin wê Kurdistana Mezinê bê çêkirin. Sovyêtê de digotin, Moskova rojekê çênebûye. Di qirna da hatiye çêkirin. Lewma em nikarin Kurdistana mezin rojekê de, mehekê de, salekê de. Dîroka ku ez zanim, eva 60 sale Mele Mistefa Berzanî dîtiye. Armanca wî ewe çêkin, çêkin, çêkin. Bese lo. Wextê çêkirinê hatiye. Lê divê vê momente, vê şansê bernedin. Ev e."

    Prof. Nadîr Kerem Nadîrov û rojnameger Salih Kevirbirî
    © Foto: Ji Arşîva Salih Kevirbirî
    Prof. Nadîr Kerem Nadîrov û rojnameger Salih Kevirbirî

    'MOMENT HAT'

    Nadîrov herî dawî wê zanyariyê dide ku name hem gihiştiye deste Mesûd Barzanî hem jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Bi ragihandina Nadîrov, gotine ku fikra wan jî ew e ew jî dixwazin lê dem nehatiye. Nadîrov li hemberî vê nêrînê derdikeve û wiha dibêje: "Hesabkin moment bûye, şansa çêkirinê bûy. Çetnayê hene. Ser çetnayê divê derbas bin."

    Etîketan:
    Kurdistana serbixwe, Sputnik Kurdistan, Goran, YNK, PDK, Salih Kevirbirî, Prof. Nadîr Kerem Nadîrov, Celal Talabanî, Nêçirvan Barzanî, Mele Mistefa Barzani, Mesûd Barzanî, Qazaxistan, Herêma Kurdistanê, Moskova, Sûriye, Tirkiye, Rojava, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de