00:29 27 Gulan 2018
35emîn Fuara Pirtûkan a Stenbolê

Fuara pirtûkan û weşanxaneyên kurdî

© Sputnik / Ferid Demirel
Nêrîn
Lînkê kurt
Ferid Demirel
0 0 0

Weşanxaneyên kurdî yên beşdarî 35emîn Fuara Pirtûkan a Stenbolê bûn, bi giştî behsa bandora rewşa siyasi ya li bajarên kurdan û Tirkiyê dikin. Li gor nêrîna hinekan, ew li bende bûn ku eleqe xirabtir ba, lê digel vê rewşa siyasî eleqe normal bû. Li gor hinekan jî ji ber vê rewşê eleqe kêm bû.

Li Stenbolê 35emîn Fuara Pirtûkan di 12ê Mijdarê de destpê kir û îro bidawî bû. Pêşangeha ku bi mijara "Felsefe û Moriv" tê lidarxistin wê heta 20ê Mijdarê berdewam bike. Li gorî zanyariyên saziya TUYAPê ya ku fuarê birêve dibe îsal li derdora 800 weşanxane beşdar dibin. Îsal Almanya weke ‘Welatê Rûmetê' hatiye hilbijartin û li ser wêjeya almanî bername birêve biçin. Weşanxaneyên Aram, Ava, Avesta, Nûbihar, Peywend û Rûpel weke weşanxaneyên kurdî beşdarî li fuarê kirin.

BANDORA REWŞA SIYASÎ LI SER FUARÊ

Xwedî û editorên weşanxaneyên kurdî ji bo Sputnik Kurdistanê, fuara îsal nirxandin. Weşanxaneyên kurdî bi giştî balê dikişînin ser rewşa siyasî ya kurd û bi giştî Tirkiye di nav de derbas dibe. Hin ji wan diyar dikin ku ew li bende bûn atmosfera siyasî bandoreke neyênî li ser fuarê bike û rewş xirabtir be, lê digel vê rewşê baş derbas bû. Li gor hin weşanxaneyan jî bandoreke neyênî ya rojeva siyasetê li ser fuarê çêbûye û ji ber wê jî fuar gelekî xirab derbas bûye.

AVESTA: DIGEL ŞERT Û MERCÊN SIYASÎ GELEK BAŞ BÛ

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin diyar dike ku beriya fuar destpê bike, ji ber şert û mercên siyasî ew li bende bûn îsal pir xirabtir be. Keskin li gel şertê taybet ê ku Avesta tê de derbas dibe behsa şert û mercên siyasî dike. Weşanxaneya Avestayê beriya fuar destpê bike bi demeke kurt, ofîsa xwe ya Amedê girt û li Stenbolê jî neçar ma ku ciyê xwe biguherîne. Keskin van weke rewşa taybet a weşanxaneyê bilêv dike û dibêje ku ji ber wê jî, wan nekarîbû amadekariyeke cidî ji bo fuarê bikira.

Weşanxaneya Avestayê
© Sputnik / Ferid Demirel
Weşanxaneya Avestayê

'ME WEK BERÊ HAZIRIYEK CIDÎ NEKIRIBÛ'

Digel vê rewşê Avesta bi 6-7 pirtûkên nû beşdarî fuarê bûye lê çapkirina hin pirtûkan jî pêk neaniye ku yek ji wan Tefsîra Qur‘anê ye: "Me wek berê haziriyek pir cidî nekiribû û ev atmosfera şer û pevçûn, problemên ku derdikevin, operasyon û tiştê din em difikirin ku wê tesirek gelek xirab li ser fuarê bike. Lê bi her awayî me dixwest li vir bi, wek her carê. Ji tiştê ku em difikirîn gelek baştir bû." Keskin behsa wî tiştî dike ku salên berê ji ber gotinên kurd, kurdistan ên li ser pirtûkan rastî bertekan dihatin û aşkere dike ku îsal tiştekî bi vî awayî çênebûye.

‘HEBÛNA WEŞANXANEYÊN KURDÎ GELEKÎ GIRÎNG E'

Abdullah Keskin behsa helwesta weşanxaneyên kurdî dike û wiha dibêje: "Li aliyê din jî weşanxaneyên kurdî herçiqas ku zêde beşdar nabin jî bûne yên fuara. Em dixwazin ew usul bê guhertin. Salê 10 meha em weşanê dikin, ne du meha. Ne Stenbol û Diyarbekir. Lê li her hal li vir hebûna weşanxaneyên kurdî gelekî girîng e."

Weşanxaneyên kurdî li gel kurdî bi pirtûkên tirkî jî beşdarî fuarê bûn
© Sputnik / Ferid Demirel
Weşanxaneyên kurdî li gel kurdî bi pirtûkên tirkî jî beşdarî fuarê bûn

ARAM: JI BER HEBÛNA WEŞANXANEYÊN KURDÎ GEL KÊFXWEŞ DIBE

Yek ji weşanxaneyên kurdî yên beşdarî fuarê bûye Aram e. Aram jî îsal bi 5 pirtûkên nû beşdarî fuarê bûye ku yek ji wan bi kurdî ye. Berpirsê Aramê Serhat Aktan ji ber beşdariya weşanxaneyên kurdî ya fuar kêfxweşiya xwe tîne ziman. Aktan dibêje ku dema gelê me li fuarê weşanxaneyên kurdî dibînin ew jî kêfxweş dibin.

RÛPEL: HER SAL ELEQE KÊMTIR DIBE

Weşanxaneya Rûpelê di bazara weşangeriyê de nû ye. Ji Weşanxaneyê Nedim Baran diyar dike ku rojên pêş fuar gelekî xirab bû. Vê jî bi pêvajoya siyasî ve girê dide û dibêje ku ji ber vê rewşê eleqedarî kêm bû. Baran tenê ji bo du rojên dawî kêfxweşiya xwe tîne ziman û aşkere dike ku wan ji bo fuarê du pirtûk çap kirine.

Baran herwiha destnîşan dike ku her diçe hejmara weşanxaneyên kurdî ên ku beşdar dibin jî kêmtir dibin û wiha dinirxîne: "Bi sedan weşanxaneyên kurd hene, îsal 6 heb weşanxane beşdar bûn. Sala me ya sêyemîn e em beşdar dibin, her diçe kêmtir dibe."

Weşanxaneyên kurdî li gel kurdî bi pirtûkên tirkî jî beşdarî fuarê bûn
© Sputnik / Ferid Demirel
Weşanxaneyên kurdî li gel kurdî bi pirtûkên tirkî jî beşdarî fuarê bûn

NÛBIHAR: XWENDEVAN BIXWAZIN PIRSGIRÊKA ÇAPKIRINÊ NÎNE

Yek ji kevintirîn weşanxaneyên kurdî Nûbihar jî ji rewşa heyî ne kêfxweş e. Nûbiharê gelek pirtûkên nû ji bo fuarê amade kiribû ku li ser dîroka kurdan, li ser wêjeyê û du heb jî li ser Melayê Cizîrî bûn. Editorê weşanxaneyê Yûnis Dilkoçer dibêje ku "Rexbet tune ye. Pêrar û par jî baş bû, lê îsal rexbet tune ye. Kitêbên me yên gelekî hêja derketin. Li ser dîroka kurdan, edebiyatê, çîrok hene, helbet hene. Herwiha du kitêbên hêja li ser Melayê Cizîrî derketin. Kitêb hene. Ji aliyê kitêban pirsgirêk tune ye. Heke ku xwendevan bixwazin pirsgirêk tune ne."

Weşanxaneyên kurdî li gel kurdî bi pirtûkên tirkî jî beşdarî fuarê bûn
© Sputnik / Ferid Demirel
Weşanxaneyên kurdî li gel kurdî bi pirtûkên tirkî jî beşdarî fuarê bûn

PEYWEND: HEJMARA KURDÊN TÊN KÊM XUYA DIKE

Xwediyê Weşanxaneya Peywendê Dawud Rebiwar ji hêleke din ve li mijarê dinêre. Rebiwar diyar dike ku îsal bi giştî zêde zêde eleqe heye ji bo fuarê û behsa çavdêriya xwe ya derbarê beşdariya xwendevanên kurd dike: "Lê hejmara kurdên ku tên kêm xuya dike. Jiber ku îro weke heşir neşir bû, lê bi taybetî kurd kêm bûn îro. Kurdî li gorî asta kurda a mezin a polîtîk, li gor rewşa ewqas mezin, rêjeya pirtûkên kurdî, firotina wana, wekî zimanekî bê xwediye. Mirov bawer nake zimanek heye 20 milyon ên xwedî heman nasnameyê hene. Di vî halî de ye."

'TIRKÎ JI KURDÎ BEHTIR FIROT'

Dawud Rebiwar di vê mijarê de van tiştan li ser gotinên xwe zêde dike: "Kîtabeke ku di salekê de zêdetirî hezarî firotibin muhtemelen hebin jî yek, du ne. Lê tu kîtabeke di salekê de 2 hezar, 3 hezar bifroşe, bi kurdî, nîne. Ew jî xuya dike esas pêşketin zêde nîne. Mirov di fuarê de jî dibîne. Li ser masa me yeke tirkî heye, 35 libên kurdî hene. Yeka tirkî qasî hemûyan çû. Helbet populerbûna nivîskar an jî mijara wê heye, lê di dawiya dawî de xwendevanê kurdî wisa kifşe, mirov êdî hemûyan nas dike. wisa bûye."

AVA: BANDORA REWŞA SIYASÎ HEBÛ

Xwediyê Weşanxaneya Avayê Ronî War jî diyar dike ku ji ber rewşa siyasî ya heyî eleqe îsal zêde zêde ketiye.

Bi heman mijarî:

Pêşangeha Pirtûkan li Stenbolê vebû
Etîketan:
Weşanxaneya Avayê, Weşanxaneya Rûpelê, Weşanxaneya Peywendê, Weşanxaneya Avestayê, Weşanxaneya Nûbiharê, Weşanxaneya Aramê, Ronî War, Dawud Rebiwar, Yûnis Dilkoçer, Nedim Baran, Serhat Aktan, Abdullah Keskin, Melayê Cizîrî, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de