09:48 24 Îlon 2017
Zindî
    Îdam, Îran

    ‘Li Îranê rewşa girtiyên siyasî yên kurd gelekî xirab e'

    © Foto: Twitter
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 86 0 0

    Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê (KMMK) diyar dike ku li Kurdistana Îranê rewşa girtiyên siyasî yên kurd gelekî xirab e. Yek ji rayedarên Komeleyê Jahangîr Abdollahî ji Sputnik Kurdistanê re behsa rewşa girtiyên siyasî yên kurd di girtîgehên Îranê û Kurdistana Îranê kir.

    Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê (KMMK) di sala 2003ê de hatiye damezrandin û ji wê salê heta niha li ser binpêkirina mafên mirov li Îranê, Kurdistana Îranê û welatên din ên ku kurd lê dijîn kar dike. Komele derbarê rewşa girtiyên siyasî yên kurd bi taybetî jî yên bi sûcê darvekirinê tên cezakirin de xebatan dike.

    'LI îRANÊ QEDEXE YE'

    Komele destpêkê bi navê Komeleya Mafê Mirov a Kurd hatiye amadekirin lê piştî wê navê xwe kiriye Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê. Ji ber ku rejîma Îranê Komeleyê bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) re têkildar dibîne xebatkarên wê yên li Îranê û Kurdistana Îranê nepenî kar dikin. Helbet hin endamên Komeleyê li Herêma Kurdistanê jî kar dikin.

    'GIRTÎ BI PARÇEKIRINA îRANÊ VE TÊN TOHMETKIRIN'

    Jahangîr Abdollahî derbarê rewşa girtiyên siyasî yên kurd di girtîgehên Îranê û Kurdistana Îranê de diyar dike ku hejmareke zelal di destên wan de nîne. Lê dibêje ku rewşa girtiyên siyasî yên bi darvekirinê hatine cezakirin gelekî xirab e.

    Abdollohî destnîşan dike ku girtiyên bi darvekirinê hatine cezakirin bêhtir bi parçekirina Îranê û pêwendiyên wan bi partiyên siyasî yên kurd ên weke PJAK û yên din re hene tên tohmetkirin.

    'WEKE TEHDÎT LI SER PARTIYÊN KURDAN BIKAR TÎNE'

    Abdollahî dibêje kesên ku bi darvekirinê hatine cezakirin piraniya wan kesên bi ser PJAKê ne. Abdollahî diyar dike ku Komara Islamî alîgirê rêkevtinekê bû ku darvekirina neke û wiha berdewam dike: "Biryar bû zindaniyan îdam neke, lê car caran Komara Islamî zindaniyan idam dike. Weke tehditê li ser partiyên kurdî bikar tîne. Weke PJAKê. Yên ku ji bo komalgeyê kurdistanê kar dikin."

    'RASTÎ ÎŞKENCEYÊ TÊN'

    Li gorî zanyariyên ku Jahangîr Abdollahî dide dema girtiyên siyasî tên girtin rastî îşkenceyê tên û rejîm dixwaze kesê girtî li zindanê demeke dirêj bihêlin. Abdollahî dibêje ku ji bo rejîmê ne girîng e ew kes failî wî sûcî be yan na: "Tenê tiştekî wan heye ku dixwazin wî tiştî li wî zindaniyî ispat bikin. Îşkence dikin da ku li wî zindaniyî ispat bikin." Herwiha Abdollahî dibêje ku heta lêpirsîn neqede kesê girtî nikare parêzerê xwe bibîne.

    'SAZIYÊN NAVDEWLETÎ TIŞTÊN PÊWÎST NAKIN'

    Ji bo eleqeya saziyên mafên mirov ên Ewropa û cîhanê Abdollahî destnîşan dike ku baldariya wan heye. Lê tiştên pêwîst ji bo betalkirina darvekirinê nakin. Herwiha diyar dike ku têkiliya saziyên mafên mirov ên Kurdistana Îranê li gel Yekîtiya Ewropayê û saziyên din ên navdewletî heye."

    Bi heman mijarî:

    5 Kurd hatin îdam kirin
    Rejima Îranê îro jî li Urmiyê 3 kurd îdam kirin
    Rejima Îranê dîsa 12 girtî îdam kirin
    Rejima Îranê îro li Urmiyeyê 6 kurdên din îdam kirin
    Li gorî îdiayan Îranê pisporê etomî yê kurd îdam kir
    Îranê bi yek carê re 21 girtiyên kurd îdam kirin
    Rejima Îranê li Urmiyeyê 4 kurd îdam kirin
    Etîketan:
    girtiyên siyasî, darvekirin, Komeleya Mafê Mirova a Kurdistanê (KMMK), Komara Islamî ya Îranê, Yekîtiya Ewropayê (YE), PJAK, Jahangîr Abdollahî, kurdistana îranê, Herêma Kurdistanê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de