19:50 22 Îlon 2017
Zindî
    Şer - pevçûn - bajarên kurdan - operasyon - qedexe

    Bozyel: Nûçeyên ser pêvajoyeke nû ne cidî ne

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 71 0 0

    Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel dibêje, heger nîyeteke hikûmetê ji bo çareseriyê hebe, divê mûxatabên çareseriyê pêşî fikrê xwe zelal bikin.

    Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel rewşa dawî ya Tirkiyê û Kurdan ji Sputnîk Kurdistanê re nirxand û li ser nûçeyên pêvajoyeke nû ji bo pirsa kurd got, ‘Ez wan nûçeyan cidî nabînim, lê heger niyeteke wiha ya hikûmetê hebe ew jî baş e.'

    ‘QADA DEMOKRASIYÊ TENG DIBE'

    Bozyel daxuyakirin, hikûmeta AK Partiyê piştî hewildana darbeya 15ê Tîrmehê li şûna ku lihevhatineke giştî di nav civakê de çêke û demokrasiyê xurt bike, roj bi roj bi zêdebûna operasyonên siyasî re qada demokrasiyê teng dike.

    "Ev rewşeke pir xerab e. Xuyaye Tirkiye li cihê ku ber bi demokrasiyê ve here ber bi otorîterî û dîktatoriyê ve diçe. Encama vê tarî ye û dê rewşa Tirkiyê aloztir bike. Tirkiye ji xwe ji ber mesela kurd û herêmê di nav tengasiyê de ye. Lê ev siyaseta ku Tirkiye dimeşîne rewşê hîn aloztir dike û di navbera civaka Tirkiyê de neyartiyê kûrtir dike."

    PÊWÎSTÎ BI ENÎYEKE AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ HEYE

    Cîgirê Serokê PSKê xeterbûna siyaseta Tirkiyê ya li derve û hundir bi bîr xist û diyar kir, ‘Heger Tirkiye vê siyaseta xwe neguherîne, hişê xwe nede serê xwe û ji vê rewşê venegere, rojên tarî li benda Tirkiyê ne û kurdan e. Daxwaza me ew e ku Tirkiye vê siyaseta xwe ya li tundûtujiyê biterikîne û qadên demokrasiyê veke ku her kes karibe li ber xetera darbeyan enîyeke aştî û demokrasiyê çêbike.'

    EM NIZANIN HÊZA ME ÇI YE?

    Bayram Bozyel li ser vekirina rêyeke çareseriya pirsa kurd û hewildanên siyasî nêrîna xwe wiha anî ziman:

    "Ji ber ku niha AK Partî û MHP bi hev re siyasetê diyar dikin, em nizanin li hemberî vê hêza me çiye. Lê dîsa jî heta ji me tê em nerazîbûna xwe tînin ziman. Em her çiqas vê siyasetê protesto bikin jî dengê me çiqas têr dike, ew ê dem nîşanî me bide. Lewre hikûmet ne tenê li ser kurdan, herwiha li ser mûxalîfên din jî van operasyonan dike."

    ‘ELAMETÊN PÊVAJOYEKE NÛ NÎNÎN'

    Cîgirê Serokê PSKê Bozyel, nûçeyên amadekarîya lîsteyeke 380 kesî ji aliyê hikûmetê ve ku wekî hewildaneke çareseriya pirsa kurd hat nîşandan wek helwesteke necidî nirxand û got, niha ti niyet û elameta çareseriyê xuya nake.

    "Niha ti îşaretek tune ye ku Tirkiye pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Ji ber ku niha ji her alî ve operasyonên leşkerî û siyasî, hem li ser siyasetmedar û sivîlan hem jî li ser karmendên dewletê berdewam dikin, agahiyên li ser pêvajoya çareseriyê îtibarê nadin. Di vê rewşa heyî di ti elametên lihevhatinê û destpêkirina pêvajoyeke aştiyê xuya nakin. Loma jî ez van nûçeyan cidî nabînim, dîsa jî heger niyeteke hikûmetê hebe baş e. Berî wê jî divê hikûmet çi ji aştîyeke wiha fahm dike ji raya giştî re diyar bike. Heke dîsa wekî berê bibe mesela xapandinê tiştek jê dernakeve. Berî her tiştî kesên ku bibin mûxatab divê pêşî fikr û nêrînên xwe zelal bikin û ragihînin. Piştî wê dikarin bi partiyên kurdan re, mirovên aqilmed û rûspiyan re rûnin, lê niha ez ti niyeteke wisa di hikûmetê de nabînim."

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Tirkiyeyê: Rûsya û Tirkiye di pirsa kurd de ne wek hev difikirin
    Erdogan: De bila PKK û PYD were we rizgar bike
    Nazmî Gur: Em dixwazin ku Rûsya di çareserkirina pirsa kurd de rol bilîze
    Serokê PSKê:'Hetanî pirsa kurd çareser nebe, Tirkiyê aram nabe'
    Bayik: Heta ku pirsa Kurd çareser nebe, derbe wê her tim hebin
    Etîketan:
    Pêvajoya Çareseriyê, Eniya Aştî û demokrasiyê, Hikûmeta Tirkiyê, Lîsteya 380 kesî, Pirsa Kurd, Bayram Bozyel, Partiya Sosyalîta Kurdistan PSK, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de