01:03 19 Tebax 2017
Zindî
    Gelek komele hatin girtin

    'Hemû saziyên kurdî hatin girtin'

    © Foto: Twitter
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 11410

    Bi biryara Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê re gelek saziyên kurdan ku li ser çand û hunera kurdî kar dikirin hatin girtin. Ji şanoya Seyr-i Meselê Nurten Demirbaş û ji Komeleya Nivîskarên Kurd Yildiz Çakar ev biryar ji Sputnikê re nirxandin.

    Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê duh bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir ku biryara girtina 370 saziyên sivîl standine. Li gorî heman biryarê Wezaret îdia dike ku sedema girtina van saziyan ji ber têkiliya wan a bi FETO, KCK, PKK, DHKP-C û DAIŞê re ye. Piştî ku biryar hate aşkere kirin duh bi şev di serî de Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemden (ÇHD), Komeleya Gundem Çocuk, Navenda Çand a Mezopotamyayê (NÇM) gelek saziyên din rastî serdegirtina polîsan hatin û hatin girtin.

    BI DEHAN SAZÎ HATIN GIRTIN

    Herwiha ji saetên sibê û pê de Kongreya Jina Azad (KJA), Komeleya Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Wendayan a Mezopotamyayê (MEYA- DER) Federasyona Komeleyên Piştgiriya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED), Navenda Çandê ya Dicle-Firatê, Komeleya Çandê ya Rojava, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD), Federasyona Mafên Demokratîk, Navenda Çandê ya MEDê, Komeleya Azadiyan, Komeleya Jinê ya Gokkuşagi, Komeleya Malbatên Girtiyan (TUAD), Komeleya Aştiyê, Komeleya Piştgiriyê ya Jinê ya Panayir jî di nav de gelek sazî ji hêla polîsan ve hatin girtin.

    Yek ji van saziyan Şanoya Seyr-i Mesel e ku bêhtir bi şanoyên dimilkî (zazakî-kirmanckî) nav daye. Polîsan duh saet li derdora 01.00ê girtin ser avahiya şanoyê ya li Beyogluya Stenbolê û deriyê şanoyê mohr kirin.

    Yek ji şanogerên Seyr-i Mesel Nûrê ango Nurten Demirbaş diyar kir ku ji wan re gotine ji bo 3 mehan wê bên girtin, lê ew bawer dikin ku wê ev dem dirêjtir be. Demirbaş girtina şanoyê weke ‘berdewamiya pelçiqandina ziman, çand û hunera kurdî' dinirxîne û wiha dibêje:

    'EM Ê BERDEWAM BIKIN'

    "Hemû sazî û dezgeyên kurdî hatin girtin. Ev weke planekê dimeşe. Em ê berdewam bikin. Em jî nizanin çawa berdewambikin. Lê şano ne tenê di nav çar dîwaran de tê çêkirin. Fikir raman, her der, mal… Gava em bixwazin kolan ji bo me dibe sehne. Îş ew e ku em bixwazin." Demirbaş herwiha dibêje ji ber ku ne biryareke hiqûqiye ew ê serî li rêyên hiqûqî bidin."

    ÇAKAR: 'XUYA YE WÊ SIBÊ TIŞTÊN NEBAŞTIR BIQEWIMIN'

    Hevseroka komeleyê nivîskar Yildiz Çakar, girtina 370 saziyan weke ‘derbeya sivîl li ser saziyên muxaliv û yên kurdan' dinirxîne û dibêje: "Ez dibêjim darbeye, ji ber ku heta niha komele û sazî yek du heb dihate girtin, lê niha di nava du sê rojan de 370 heb. Ev çiye? Xuya dike ku wê sibê tiştên nebaş biqewimin. Tirkiye ber bi taritiyeke xirab ve diçe."

    'LI TIRKIYÊ PÎVANÊN DEMOKRASIYÊ TINEYE‘

    Çakar behsa pîvanên demokrasiyê yên li cîhanê dide û wiha berdewam dike: "Lê em îro dibînin ku li Tirkiyê ti pîvanên demokrasiyê, hiqûq, edelat neha ti tiştek tineye." Çakar her wiha diyar dike ku nabe piştî komele bê girtin nivîskar dest ji karên xwe berdin û wê xebatên xwe bi awayekî din bidomînin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Karê Hundir: 370 komele hatin girtin
    Etîketan:
    Şanoya Seyr-i Mesel, Komeleya Nivîskarên Kurd, Navenda Çand a Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Gundem Çocuk, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), ÇHD, DAIŞ, DHKP-C, KCK, PKK, FETO, Kongreya Jinên Azad (KJA), Wezareta Karê Hundir a Tirkiyê, Yildiz Çakar, Nurten Demirbaş, Nûrê Demirbaş, Stenbol, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de