22:53 25 Hezîran 2018
Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

Siyasetmedarê kurd: Kurd dixwazin li ser erda xwe bi azadî bijîn

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Nêrîn
Lînkê kurt
0 0 0

Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Rizgar Kêsteyî derbarê gelek mijaran de bersiva pirsyarên Spûtnîk Kurdistaên dide û diyar dike ku baştirîn delîve û derfet bo serxwebûna Kurdistanê îro ye û di dîroka sed salî de, kurd ticarî evqasî nêzîkî serxwebûnê nebûne.

Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Rizgar Kêsteyî bersiva pirsyarên Spûtnîk Kurdistanê da û teqez kir ku kurd dixwazin li ser axa xwe xwedî biryar bin û bi azadî bijîn. Kêsteyî diyar dike ku li gel asteng û kêmasiyên di birêveberiya Herêma Kurdistanê ya 25 salan de, dîsa jî kurdan kariye parlemento, hikûmet û artêşa xwe ava bikin û niha derfet û delîva herî baş ketiye destê kurdan ku serxwebûna xwe ragihînin.

Pêşmerge - operasyon - mûsil
© Sputnik / Hikmet Durgun
Herwiha siyasetmedarê kurd diyar dike ku referandûm dê çekeke baş be di destê kurdan de ji bo serxwebûnê lê bêyî wê jî dibe ku serxwebûn were ragihandin û wiha dibêje ku ihtimal heye, serxwebûn li ser qonaxan were ragihandin ku konfederalîzm gava pêşî be û wiha dibêje: "yekdengiya kurdan ya navxweyî, astengên ku welatê derdorê ji bo Kurdistanê çêdikin û piştevaniya li derve ji bo Kurdistanê bê kirin."

Kêsteyî diyar dike ku çarçoveya giştî ya siyaseta Amerîkayê ya derve dê neyê guhertin lê dîsa jî dibe hatina Trump nermahiya li himberî Îranê hatiye kirin nemîne û dibe ku têkiliyên Amerîka û Kurdistanê xweştir bibin.

Ji aliyê din ve, siyasetmedarê kurd diyar dike ku divê birêvberiya Rojavayê çav bide Herêma Kurdistanê, hemû rêxistin û partiyên kurdan di birêveberiyê de pişkdar bike ta ku bikare piştgiriya bi dest bixîne.

Herwiha kêsteyî diyar dike ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze her kuştin, girtin û nexweşî li Kurdistanê be û hêvî dike ku tirk aqilê xwe bînin serê xwe, ji ber ew ê di dawiyê de neçar bin li maseyê rûnên.

"IRAQ DEWLETEKE BI ZORÊ HATIYE ÇÊKIRIN"

Kurd li herêma Kurdistanê çi dixwazin? Armanca wan çi ye?

Tu dizanî li başûr, bi salan e, axa kurdan û Kurdistanê ji aliyê ereban ve hatiye dagirkirin. Sedsala bîstan gava Iraq hat çêkirin, dewleteke wiha bû ku bi zorê hatibû çêkirin û bê dilê kurdan ev perçeyê Kurdistanê xistin nava sînorê Iraqê ku dewleteke bi zorê hatibû çêkirin. Îca ji wê rojê de, bizava Şêx Mehmûdê Berzencî, bizavên Barzan ên salên sihî, piştî wê jî yên çilî û şoreşa Îlonê ya sala 61ê û ya Gulanê 76an û serhildana 91ê û heta niha jî kurd erdê xwe dixwazin. Dixwazin li ser erdê xwe xwedî biryar bin. Ew biryarê li ser erdê xwe bidin anku bi azadî li ser erdê xwe bijîn. Bi kurtasî kurd vê dixwazin.

"BAŞTIRÎN DELÎVE BO SERXWEBÛNA KURDISTANÊ ÎRO YE"

Gelo kurd amade ne ku bibin xwedî dewlet?

Eger em li dîrokê temaşe bikin. Anku em bibêjin, ji sed salî û vir ve û belkî berî sed salan û heta niha jî, delîva herî baş ku ji bo kurdan hatiye ta ku bibin serbixwe û bibin xwedî dewlet, niha ye. Delîva niha ketiye destê kurdan, em nabêjin bê asteng û bê zehmetî ye lê delîva herî baş e. Berê xelkê em dikuştin, bi sed hezaran kurd dikuştin, bi çekên kîmyewî qir dikirin, li wan dixst û kesî dengê xwe nedikir û haya kesekî jê nebû. Niha haya cîhanê ji kurdan heye. Kurd bûne hevpeymanê cîhanê. Bi taybetî di vî şerê du sal û çend mehan de yê DAIŞê, kurd bûne hevpeymanekî giring. Ya din jî dewletên Rojhilat Navîn ên wek Iraq û Sûriyeyê ku her yekê ji wan perçeyekî Kurdistanê dagir kiriye, bi wateya durist a dewletê nemane. Anku ji hev perçe bûne û ji hev ketine. Ya din jî ev nêzîkî 25 salan e, kurd li başûrê Kurdistanê li gel hemû kêmasiyên xwe, wan kariye, hikûmetekê, parlementoyeke û leşkerên xwe ku pêşmerge çêkin û herwiha kariye sermiyanê welatê xwe ku petrol e, têxin kontrol xwe. Anku em dikarin bibêjin delîva herî baş ku di dîroka nêzîk ji bo kurdan hatiye li başûrê Kurdistanê ta ku dewleta xwe ragihînin, îro ye.

Referandûm û serxwebûna Kurdistanê çiqasî pêkan e?Ev qonaxa referandûmê dê qonaxeke çawa be?

Eger referandûm pêk were, ew ê wek çekekî yan tiştekî giringtir di destê me de be ku em ê bikarin bibêjin gelê me referandûmê dixwaze û piştî wê biryara serxwebûn bê ragihandin lê eger referandûm pêk neyê û rewş û merc rê nedin, serxwebûn dîsa dikare pêk were, ji ber ku carekê yan du caran pêk hatiye kirin. Eger ne şaş bim yek sala 2005an bû, li gel dengdana giştî ya vê derê, dengdan ji bo serxwebûnê jî hat kirin û 98% ji xelkê Kurdistanê serxwebûn xwest.

"DIBE KONFEDERALÎ BE, DÛRE SERXWEBÛN WERE"

Li gorî we, serxwebûna Kurdistanê kengî dê, çend meh û yan salan de dê were ragihandin?
Mirov nikare 100% tiştekî di mijarê de bibêje, ev serxwebûn di qonaxa yekê de, dikare konfederasyon jî be. Ev bi çend hokaran ve girêdayî ye. Em bibêjin; yekdengiya kurdan ya navxweyî, astengên ku welatê derdorê ji bo Kurdistanê çêdikin û piştevaniya li derve ji bo Kurdistanê bê kirin. Li ser van faktoran em biryarê didin. Tiştê giring ew e ku kurdan li başûrê niha biryara xwe daye ku serxwebûnê dixwazin. Îca ev serxwebûn bi salekê yan du salan re tê, mirov nikare wê bizane. Lê di qonaxa yekê de, ev nêzî 25 salan e, em wek sîstemeke federalî bi Iraqê re jiyan û niha dibe ev qonax derbasî qonaxa konfederaliyê bibe. Yan ew ê konfederalî be û çend salên din dê bibe serxwebûn an jî yekser dê bibe serxwebûn.

"DIBE NERMAHIYA LI HIMBERÎ ÎRANÊ NEMÎNE"

Serokê nû yê Amerîkayê dê tiştekî di têkiliyên Kurdistan û Amerîkayê de biguherîne?

Bi dîtina min, çarçoveyeke siyaseta Amerîkayê heye. Bi giştî nayê guhertin û kî were ser desthilatê, ew çarçove nayê guhertin. Lê bi hatina Trump, dibe hinek tişt werin guhertin. Wek ew nermahiya li himberî Îranê heta niha hatiye kirin nemîne. Hinek nermahiya li himberî ereban jî kêm bibe. Anku mirov hêvî dike ku helwesta Amerîkayê, li himberî Kurdistanê baştir bibe. Her çend di van du sal û çend mehên borî de, Amerîkayê piştevaniyeke baş bo Kurdistanê kiriye û alîkariya hewayî bo şerê DAIŞê û alîkariyên wekî din bo pêşmergeyan kirine jî lê bi giştî ne bi dilê kurdan bû û kêm dima. Carinan gazind ji siyaseta Obama jî dihat kirin ku hinekî sist bû, ji ber leşkerên xwe ji Iraqê kişandine û ew welat radestî Îranê kiriye. Lê siyaseta komariyan ku zêdetir giringiyê didin siyaseta derve û hinekî tundtir in li himberî dijminên xwe li derve, îca dibe bi hatina Trump, rewşa Amerîkayê li gel Kurdistanê baştir bibe.

"RAYEDARÊN ROJAVA, BI WÊREKÎ BEHSA ARMANCÊN XWE YÊN KURDISTANÎ NAKIN"
Hûn polîtîkaya Rojavayê, ya PYD û YPGê çawa dinirxînin?

Belê li Rojavayê delîveyeke baş ji kurdan hatibû pêş. Lê mixabin hinek kêmasî di wir de hene. Yek, rêxistinên siyasî yên ku biryarê li ser Rojavayê didin, hinekî ji kurdayetiya xwe şerm bikin. Ew bi wêrekî behsa armancên xwe yê neteweyî û Kurdistanî nakin. Ji aliyê din ve, em bibêjin, sê peyman bi serperiştiya Serok Barzanî pêk hatin ku yek a Hewlêrê û dudo jî yên Duhokê bûn lê mixabin PYD ew peyman herdû caran jî şkandin. Zoriya li ser rêxistinên din ên siyasî, giritna siyasetmedaran û derxistin ji Rojava, diviyabû Rojavayê hinekî çav dabûya başûr. Li başûr tecrubeyeke siyasî ya 20 û çend salan hebû ku hemû rêxistin bi hev re di hikûmetê û parelmentoyê de ne li gel ku hinek caran kêmasî û nexweşî jî derdikevin lê dîsa jî rê ji bo hemû rêxistinan hatiye vekirin ta ku pişkdariyê di parlemento û hikûmetê de bikin. Giring bû li Rojava jî tiştekî wiha çêbibûya ku hemû rêxistin û partî pişkdarî di birêveberiyê de bikira ta ku piştevaniyeke baş a derve bihata bidesxistin. Ez hêvîdar im, hîn jî ne dereng e ku rêxistinên desthilatdar ên Rojavayê azadiyê bidin rêxistinên din û wan di siyaset û biryaran de pişkdar bikin ji ber delîveke ketiye destê kurdan û divê ew delîve ji destê kurdan neçe.

"NEYARÊN ME NÊZÎ HEV BIN, ÇIMA EM NE NÊZÎ HEV BIN?"

Herwiha kurd li dijî DAIŞê jî şer dikin û kurd hemû dixwazin ku kurd çi YPG çi Pêşmerge be mil bi mil li dijî DAIŞê şer bikin?

Wek em hemû dizanin di van herdû salên dawî de, hêza herî karîger a şerê DAIŞê kiriye û ew şkandiye, kurd bûn. Çi li başûr çi li Rojava kurd bûn. Kurdistana başûrê ji bo nîşanî kurdan û cîhanê bide ku kurd tev yek in. Gava Kobanî li ber ketinê bû, hêzeke pêşmerge bi fermana Serok Barzanî di rêya Tirkiyeyê re çû Kobaniyê, Kobanî rizgar kir û DAIŞ şkand. Ev peyamek bû ji bo kurdan nêzîkî hev bikin. Gava neyarên me nêzî hev bin, çima em nêzî hev nabin. Ji ber wê ez hêvî dikim ku YPG jî bi heman awayî bifikire. Bi fikireke kurdayetiyê ji bo hemû hêzên kurdan bibin yek. Niha em bibêjin nêzî 6-7 hezar pêşmergeyên Rojavayê li başûrê Kurdistanê hatine perwerdekirin û amade ne, biçin Rojavayê ta ku şerê DAIŞê bikin lê mixabin YPGê rê nade wan. Ez hêvîdar im ev asteng nemînin. Kurd berfirehtir bifikirin. Fikirkirina wan, di stratejiya neteweyeke mezlûm de be. Ji qalibên rêxistin û partiyan derkevin û di nav qalibê fikireke neteweyî ji bo serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê li her perçeyekî bifikirin.

"TIRKIYE, HER DIXWAZIN ŞER Û GIRTIN Û NEXWEŞÎ LI KURDISTANÊ BIN"

Hûn polîtîkaya Tirkiyeyê ya li himberî kurdan çawa dinirxînin?
Berî çend salan, dema pêvajoya aştiyê li bakur û Tirkiyeyê dest pê kir, wê pêvajoyê her kes dilxweş kir û Kurdistana bakur hinekî vejiya û ew rewşa şer, girtin, kuştin û nexweşiyê nema. Projeyên avadanî û aborî hat kirin. Mixabin siyaseta Tirkiyeyê anku ew tiştê niha li Tirkiyeyê hat kirin, girtina siyasetmedar û parlementeran û gurbûna şerî, dilê mirovî nexweş dike û salên 90î tîne bîra mirovî ku şer û wêranî li Kurdistana bakur hebûn. Ev ne di berjewndiyên ti kesî de ne. Ev ne di berjewndiya Tirkiyeyê de ne jî di ya kurdan de ye. Ez hêvîdar im ku dewleta Tirkiyeyê zûka li pêvajoya aştiyê vegere. Ji ber sed salên din jî şer bike, ew ê rojekê li ser maseyê rûnên. Çareseriya ya yekane, tenê aştî û rûniştina li ser maseyê ye. Hêvîdar im ku hinekî kurd bi siyaseta xwe biçin, gava şer bikin jî, berjewndiyên gelê xwe li ber çavan bigirin. Mixabin di vî şerî de, gelek bajarên Kurdistanê hatin wêrankirin û di encamê de ew bajar vala bûn. Dewlmend, bazirgan û rewşenbîr û siyasetmedarên wan dîsa koçber bûn bo metrepolên tirkan. Ev jî derbeyeke mezin û nexweş bû ji Kurdistanê bû. Helbet siyaseta tirkan diyar e, ew her dixwazin, şer, girtin û nexweşî li Kurdistanê bin. Lê gerek hêzên kurdan pêdeçûnekê li şerê xwe bikin ku ew nebe egera malwêranî û xerabiya bajarên kurdan bi xwe. Ez hêvîdar im rojekê zû, aqilê tirkan jî were serê wan û ji vê hişmendiya şer, kuştin û girtinê vegerin û dîsa dergehê demokrasiyê vekin û rê bidin xelkê bi azadî û serbestî bijîn.

 

Bi heman mijarî:

Hacî Mahmûd bangî Trump kir: Piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
Îran bi tundî li dijî serxwebûna Kurdistanê derket
Reşetnikov: Divê mafên kurdan ê çandî bên parastin lê em dijî serxwebûna wan in
Ebadî bangî Tirkiyeyê kir: Tika dikim, serxwebûna me bin pê nekin
Îmamê kurd ji Papa re: Piştgiriyê bidin serxwebûna Kurdistanê
TEHDÎD - "Serxwebûna Kurdistanê dê bibe sedema rijandina xwînê"
Etîketan:
tirk, ereb, kurd, Rizgar Kêsteyî, Donald Trump, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Rojava, Iraq, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de