23:29 22 Nîsan 2018
    Hevseroka KCDê Leyla Guven

    'Heke ku hevserok û parlamenter bên girtin wê têkiliya kurd û tirkan qut bibe'

    © Foto: Kongra Civaka Demokratîk (KCD)
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 0 0

    Li ser desteserkirina hevserok û parlamenterên HDPê, Hevseroka KCDê Leyla Guven diyar dike ku xuya dike ji bo hemû parlamenteran biryara girtinê hatiye dayin û heke hevserokên me bên girtin wê têkiliya kurd û tirkan biqete.

    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDPê di encama serdegirtina malên wan de di piştî nîvê şevê hatin desteserkirin. Piştî îfadeya dozgeriyê heta niha Wekîlê Serokê Koma HDPê ya Parlamenê İdris Baluken hate girtin, parlamenter Ziya Pir û İmam Taşçier serbest hatin berdan. Jêpirsîna Demirtaş, Yuksekdag û parlamenterên din berdewam dike.

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de hin xelat pêşkêş kir
    © Foto : Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê
    'SEBAHAT TUNCEL HATE DESTESERKIRIN'

    Di vê navberê de polîsan mudaxeleyî kesên li ber avahiya Edliyeya Amedê bûne kir û Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel jî di nav de hin kes desteser kir. Destpêkê hate ragihandin ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî hatiye desteserkirin, lê ev agahî piştî demekê hate derewandin.

    Leyla Guven ji Sputnikê re derbarê bûyera desteserkirina Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel û desteserkirinên hevserok û parlamenterên HDPê nirxandin kir. Guven diyar kir ku ew li ber avahiya edliyeyê sekinîbûn û polîsan êrîş kirin. Leyla Guven aşkere kir ku di vê demê de Sebahat Tuncel li erdê hatiye kaşkirin û hate desteserkirin.

    'EM DI REWŞEKE CUDA DE DERBAS DIBIN'

    Guven ji bo desteserkirina hevserok û parlamenterên HDPê jî wiha axivî. "Bi rastî niha li Tirkiyê rewşeke cuda tê jiyankirin. Heta niha rast e gelek tişt qewîmin. Ji dîrokê heta niha ji ber ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser nebû, dema 90î me boran, me gelek dem borandin. Lê niha tiştekî cuda ye. Hevserokên partiya ma niha di bin çavan de ne. Parlamenterên me di binçavan de. Dîsa em hevserokên partiyan u saziyan li ber edliyeyê nehiştin em rûnên."

    'ME EV DÎMEN BERÊ DÎTİBÛN'

    Leyla Guven destnîşan dike ku li Amedê polîs nahêlin kes ji malên xwe derkevin û ji ber qutkirina înternetê, ji ber girtina televizyonên muxalif ew nikarin dengê xwe bigihînin derekê. Guven nirxandina xwe wiha berdewam kir: "Ev dibêjin Tirkiye di rêyeke şaş de ye. Bila bizîvire. Kes ji vê qezenc nake. Em weke KCD dibêjin me ev dîmen berê dîtibûn. Birêz Orhan Dogan wexta bi zorê xistin erebê, wexta parlamentere DEPê girtin, Tirkiyê qezenc nekir. Niha Tirkiyê dixwaze ku sala wenda bike. Em hişyar dikin, em dibêjin ji vê biryara xwe bizivîrin."

    'JI BO GIRTINA WAN BIRYAR HATIYE STANDIN'

    Hevseroka KCDê derbarê encamên desteserkirinan de dibêje ku li gor çavdêriyên wan û tiştên parêzeran ji wan re ragihandine, ji bo hemû parlamenterên hatine desteserkirin bigirin û dibêje heke tiştekî wisa bibe wê têkiliya di navbera kurd û tirkan de qut bibe: "Têkiliya kurdîtiyê û tirkiyê, ya biratiyê, ya bihev re jiyan weke tayekî zirav dibe. Hevalê me, hevserokên me werin girtin ew diqete."

    'LI ROJHILATA NAVÎN XWÎN DIHERIKE'

    Guven behsa şerê Sûriyê û rewşa li Rojhilata Navîn dike û dibêje: "Em dizanin ku Rojhilata Navîn weke beroşekê dikele. Xwin diherike. Tirkiye heke heta niha nebûye weke Sûriye bi hestiyariya kurdan e. Lê hûn siyasetmedarên kurdan, kanalên siyaseta demokratik bigirin wê çaxê tiştek namîne. Em hêvî dikin hişê xwe bînin sere xwe û ji vê rêya bizivirin."

    'WÊ SIBÊ KOM BIBIN'

    Di vê navberê de ji bo nexşerêya KCDê û saziyên din Leyla Guven radigihîne ku wê sibê saet di 11.00ê de li ber avahiya DBPê ya Amedê tevlî saziyên din ên weke HDPê, DBPê û DTKê û biryara xwe bi raya giştî re parve bikin.

    Bi heman mijarî:

    Goran: Bila Kurdistan têkiliyên xwe bi AKPê re di ber çavan re derbas bike
    Parlamenterê AKPê: Divê biryara girtinê neyê dayin
    Almanyayê ji bo desteserkirina HDPiyan bang li maslahatguzarê Tirkiyê kir
    Heşdî Şebî: "Em êrişên hewayî yên Amerîkayê naxwazin"
    Baydemir: 'Em berdewama Mehmet Sincar û Orhan Dogan in'
    Siyasetmedarên Kurdistanê destserkirina parlementerên HDPê bi tundî şermezar kir
    Berdevkê HDPê: Em ê stûyê xwe xwar nekin
    Etîketan:
    KCD, HDK, DBP, HDP, İmam Taşcier, Ziya Pir, Orhan Dogan, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Leyla Guven, Idris Baluken, Figen Yuksekdag, Sûriye, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de