13:08 21 Tebax 2017
Zindî
    Konên malbatên şirnexiyan bi darê zorê hatin rakirin

    'Leşkeran ji Şirnexiyan xwestine ku biçin Iraqê'

    © Foto: Twitter
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 46 0 0

    Hevşaraderê Şirnexê Serhat Kadirhan diyar dike ku leşker û polîsan ji malbatan re gotine 'Hûn dixwazin biçin Iraqê, lê divê hûn biçin'. Kadirhan dibêje ku Walîtiyê ti malbat bicî nekirine û ew bi derfetên xwe çûne bicî bûne.

    Navenda Nûçeyan — Piştî di 14ê Adara 2016an de li Şirnexê biryara qedexeya derketina derve hate standin, gelek malbat ji bajêr koç kirin. Hin ji wan li bajarên derdorê bicî bûn lê nêzîkî 3 hezar malbatî li derdora Şirnexê, li 5 ciyên cuda kon vekirin û li wir bicî bûn. Çend roj berê bi biryara Walîtiya Şirnexê, ji van kesên di konan de dimînin hate xwestin ku ji konan derkevin û ji wir biçin.

    'HINEK JI WAN ÇÛNE GUNDÊN DERDORA ŞIRNEXÊ'

    Du roj berê polîs û leşker tevlî wesayitên bizirx û kepçeyan hatin ciyên konan û malbat bi darê zorê ji wan deveran derxistin.

    Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan ji Sputnik Kurdistanê re diyar kir ku herî dawî duh polîs û leşker hatine û konên malbatên ku li gundê Avya Masiyan û yên li derdora depoya avê rakirine. Walîtiya Şirnexê di daxuyaniyekê de ragihand ku malbatên koç kirine li ciyên din hatine bicî kirin. Kadirhan li hemberî vê daxuyaniyê derdikeve û dibêje ku ew heta hemû malbat ji wir barkirine li wir bû û kesên ji wir barkirine ji bo demeke demkî çûne gundên derdora Şirnexê gel malbatên xwe. Dîsa li gorî Kadirhan nêzîkî 10 malbat çûne Şirnexê û hinek ji wan jî li kampa ku ji bo Êzidiyan hatiye vekirin bicî bûne.

    'DERFETA WAN TUNE BÛ'

    Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan, ji bo sedema vedana kon a malbatan wiha dibêje: "Yek, derfet nebû, ya duduwê nexwestin derdora Şirnexê berdin û herin. Nêzî 50 malbata li gundê Şilyan bi cî bibûn dema qedexe destpê kir. Ew der ji aliye dewletê ve hat topbarankirin, mecbûrî ew der berdan. Hatin ew dera ku duh pêr kon jê hatin rakirin, mecbûrî li wir bicî bûn. Ji bêçaretî mabûn, ti derfetê wan ê xanîgirtinê, kirêdayînê nebû. ji ber wê mabûn."

    Leşkerên Tirk
    © Foto: AA / Mesut Varol
    'GEFA XERAKIRINA KONAN LI WAN XWARINE'

    Di medyaya civakî de hin kesan parvekirin ku leşker û polîsan ji malbatan re gotine ‘Ji vir biçin, biçin Iraqê'. Serhat Kadirhan dibêje ku malbatan ji wî re gotine ku dema pêşîn hatin ji bo derketina ji wir saetek mohlet dane wan û ev agahî dan: "Li ser vê rewşê wan jî gotiye ku ‘di saetekê de em ê biçin ku?' Leşker û polîsan ji wan re gotiye ‘ji me re ne derd e, hewe divê herin Iraqê, ji me re ne derd e'." Kadirhan herwiha dibêje ku gefa xerakirina konan li malbatan hatiye kirin.

    'EM JI WAN RE AVAHIYAN ÇÊDIKIN'

    Li gorî zanyariya Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan dide, weke şaredarî dest bi avakirina malan kirine ku malbatên şirnexî karibin zivistana xwe biborînin. Ji bo vê jî kesên erdên wan hebe alîkariya kelûpelên înşaetê bi wan re dikin, yên erdê wan tune be jî erd ji wan re peyda dikin. Şaredariyê heta niha nêzîkî 10 avahî qediya ne û 15 avahî jî berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: ‘Tiştê ku duh li Bosnayê qewimîn îro li Şirnexê diqewimin'
    Li Şirnexê cenazeyên 3 kesên hatin teşhîskirin
    Polêsan li Şirnexê cenazeyên 20 kesan bi dizî defin kirin
    Li Şirnexê avahî têne topbarandin
    Li taxa Gundogdu ya Şirnexê teqîn!
    Serokê Baroya Şirnexê: "Bi sedan ciwanên cizîrî windayî ne"
    Etîketan:
    Êzidî, Şaredariya Şirnexê, Walitiya Şirnexê, Sputnik Kurdistan, Serhat Kadirhan, Gundê Şilyan, Gundê Avya Masiyan, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de