15:46 23 Gulan 2018
    cerdevan

    Cerdevan wê bibin tîmên taybet

    © Foto : Facebook
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nivîsa Fermandariya Giştî ya Cendermeyan a Tirkiyê ji cerdevanan re şandiye, cerdevanên bixwazin bibin çawişên pispor û tîmên taybet wê serî li fermandariyê bidin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya Starê, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan di nivîsa xwe de ji cerdevanan xwestiye ku serî li wan bidin da ku karibin bibin çawişê pispor an jî tîmê taybet. Li gorî heman nûçeyê wê hezar kesan ji bo ku bibin tîmên taybet bistînin û 10 hezar cerdevanan serî lê dane. Dîsa ji bo çawiştiya pispor jî ne deyira wê çend kesan bistînin. Ji bo wê jî 15 hezar cerdevanan serî lê dane.

    NÊZÎKÎ 100 HEZAR CERDEVAN HENE

    Li 22 bajarên kurdan 30 salin sîstema cerdevaniyê tê meşandin. Hejmara cerdevanên demkî 46 hezar û 495 e. Yên dildar jî di sala 2013ê de 19 hezar û 343 kes bûn. Tevlî cerdevanên teqawidbûyî hejmar digihêje 100 hezaran. Di nava wan de 350 jin hene.

    'LI HEMBERÊ DESTEVTIYÊN KURDAN E'

    Serokê Mazlûmdera Wanê Yaqup Aslan ji Sputnik Kurdistanê re axivî û ev gav bi ketina Tirkiyê ya xaka Sûriyê û bi zêdebûna şer û pevçûnên bi PKKê re girê da. Aslan diyar dike ku ji ber destkeftinên kurdan li Herêma Kurdistanê û Rojava çêbûne bûye sedema derdorên netewî di nava yekîtiyê de tevbigerin û Tirkiye li hemberî van destkevtinan van rêyan bikar tîne.

    'NAVÊ WAN TEVLÎ GELEK BÊHIQÛQIYAN BÛYE'

    Nirxandina Yaqup Aslan wiha ye: "Cerdevanên ku heta niha li hêlekê hatibûn avêtin, di vê demê de ji ber pêdiviya bi wan, careke din hatin rojevê. Cerdevanên ku berê navê wan tevlî gelek bêhiqûqiyan bûne, niha ji bo ku li refên pêş bidin şerkirin, careke din tên dîzaynkirin. Bi dayina payeya tîmên taybet û çawiştiya pispor tiştê ku dewletê nekarîbû bikira wê bi destên cerdevanan bidin kirin. Me di tecrubeyên berê de dît ku dezgehên kûr ên weke Tîma Xencer û Tîma Bruskê çiqas zerar dane sivîlan. Ev rêbaza nû ya ku Tirkiye bi asêbûna çirava Sûriyê re dîtiye, ji bilî xwînê, rondik, zilm û êşê fêda wê li ti tiştekî din nabe. Ti fêda vî tiştî ne li dewletê ne jî li civakê dibe ku di nava gelê kurd de beranberiya wê nîne. Bêçareseriyê ti carî çareserî neaniye. Ya rast ew e ku hewla rizgarbûna ji fobiya kurd û jinûve sazkirina maseya çareseriyê bi awayekî zelal."

    Bi heman mijarî:

    Li Kerboranê şer: Leşkerek û 2 cerdevan mirin 4 leşker jî birîndar
    Li Dêrikê 5 cerdevan îstîfa kirin
    Tirimbêla Serokê Komeleya Cerdevanan hat teqandin
    Li Şirnexê mayin teqiya: 2 cerdevanan jiyana xwe ji dest da
    Li navçeya Tetwanê cerdevanan îstîfa kir
    Li Pasûrê di navbera cerdevanan û PKKê de şer derket
    Etîketan:
    tîma brûskê, tîma xencer, tîmên taybet, çawişên pispor, cerdevan, MAZLUM-DER, Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, PKK, Sputnik Kurdistan, rojnameya Starê, Yaqûp Aslan, Tirkiye, Herêma Kurdistanê, Suriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de