23:24 25 Gulan 2018
ye-ala yeyê-ala ye

‘Bêîstîqrariya YEyê, ji berejewendiya Tirkiye û Amerîkayê re ye'

© Sputnik/ Collage
Nêrîn
Lînkê kurt
0 10

Pisporê sirbî Cevad Galiashevic bûyerên terorê yên li welatên Yekitiya Ewrûpayê (YE) nirxand û diyar kir ku bêîstiqrariya YEyê bi ji berjewendiya Tirkiye û Amerîkayê re ye.

Navenda nûçeyan — Cevad Galiashevic derbarê geşedanên dawî û rewşa Tirkiyeyê ji Spûtnîkê re hin şirove kir û diyar kir ku Serokkomar Tayîp Erdogan armanc dike ku bingeha Amerîkayê ya li Tirkiyeyê paqij bike.
Cevad Galiashevic destnîşan kir ku Amerîka ditirse ku Tirkiye bi Rûsya, Misir, Îran û Almanyayê re têkiliyên xwe xurt bike û stratejiya xwe ya jeopilîtîk biguhere.

‘ÊRIŞÊN LI ALMANYAYÊ DÊ BERDEWAM BIKE'

Galiashevic da zanîn ku piştî Parîs û Belçîkayê dor hatiye Almanyayê û dê êrişên li vî welatî berdewam bike. Hate gotin ku terorîstên DAIŞê wê êrişî bajarên Balkana Rojava jî bikin.

‘NE RAST E KU MIROV TENÊ BAWERIYA XWE BI NATOYÊ  BÎNE'

Ji aliyê din ve Galiashevic ragihand ku bo çareseriya pirsgirêkan ne rast e ku mirov baweriya xwe tenê bi NATOyê bîne û wiha pê de çû: ‘Nebêjin ku wê artêşa me li gel NATOyê me baştir biparêz e. Ne rast e ku hûn baweriya xwe bi saziyên welatên ku bi we re xwedî heman berjewendiyên jeopolitik in bînin. Ev gavek şaş e. Lewra êrişên terorî yên ku diqewimin tev ji ber berjexwendî û daxwazên jeopolitik û jeostratejîk yên welatên ewrûpî ne.'
Galiashevic teqez kir ku bo çareseriya pirsgirêkên terorî saziya herî rast Neteweyên Yekbûyî (NY) ye.
 

Bi heman mijarî:

Alîkariyeke din a NYyê gihişt Şêx Meqsûdê
NYyê piştî 9 mehan alîkariya mirovî ji Şêx Meqsûdê re şand
“Tirkiye bêistiqrar bibe, bi milyonan penaber dê werin YEyê”
YEyê ji bo darvekirinê hişyarî da Tirkiyeyê
Ji YEyê daxuyaniya serbestiya vîzeyê
YEyê bang li Îsraîlê kir: Bisekinîne
Etîketan:
jeopolîtîk, bêîstîqrarî, berjewendî, bawerî, nato, yekitiya ewrûpayê, şer, Neteweyên Yekbûyî, cevad galiashevic, ewrûpa, amerîka, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de