04:53 23 Çile 2018
Zindî
    Piştî Hewldana Derbeya Leşkerî  li Tirkiyeyê, wêneyên Erdoganî bi tankan ve hatin hilawestin.

    ‘Polîtîkaya Tirkiyê ya Rojava naguhere'

    © REUTERS/ BAZ RATNER
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Encamên hewldana derbeya leşkeri li Tirkiyê û bi giştî li cîhanê tên şopandin. Him bandora hewldanê li nava Tirkiyê û him jî li Rojhilata Navîn tê meraq kirin. Bi taybetî polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê yek ji mijarên girîng e.

    Ferid Demirel

    Navenda Nûçeyan — Hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li gel welatên rojavayî li welatên rojhilatî jî bi baldarî tê şopandin. Têkiliyên Tirkiyê û welatan rojhilatî di dema şerê Sûriyê de di asteke girîng de bû. Ji ber vê jî hewldana derbeyê û encamên wê, dê bandora xwe bi giştî li herêmê bike. Helbet herî zêde jî wê li Sûriyê û Rojava bike. Herçiqas ku ji ber rewşa aloz a di nava Tirkiyê de ev mijar zêde derneketibe pêş jî, di demeke kurt du wê polîtîkaya Tirkiyê ya derve di rojevê de ciyê xwe yê girîng bistîne.

    TAŞTEKÎN: ‘DIBE KU NÊZÎKÎ RÛSYA Û ÎRANÊ BIBE'

    Siyasetmedarê Rojava û Wezîrê Berê yê Karê Derve yê Kantona Kobanê İdrîs Nassan û rojnameger Fehim Taştekin zêde ihtimalê nadin ku polîtîkaya derbarê Rojava de hikûmet guhertinan çêbike.

    Fehim Taştekin dibêje ku heke Erdogan bibêje êdî ez li hundir gelekî xurt bûm û hewce nake ku di polîtîkaya derve de nerm bibim, dê polîtîkaya derve wek xwe bimîne. Lê Taştekîn dibêje wê pêwistî bibinin ku bi Rûsyayê re bixebitin. Vê jî bi rewşa ku piştî hewldana derbeyê ve girêdide.

    DYAYÊ SÛCDARÎ QEBÛL NEKIR

    Piştî hewldana derbeyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên hikûmeta AKPê îdia kirin ku tiliya DYAyê di hewldana derbeyê de heye. Di 17ê Tîrmehê de Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî Suleyman Soylu got ku: "Li paş derbeyê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê heye. Çend kovarên li wir tên weşandin, çend mehin di nava tevgerekê de bûn."

    Rayedarên amerîkî ev sûcdarî qebûl nekirin. Herwiha Wezîrê Karê Derve yê DYAyê John Kerry bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê re axivî û diyar kir ku ew dixwazin di lêkolîna derbeyê de alîkariyê bidin Tirkiyê. Lê sucdariya ku DYAyê piştgiriya derbeyê kiriye ne rast in û ev îdia wê zirarê bide têkiliyên her du welatan.

    ‘DI POLÎTÎKAYA ROJAVA DE GUHERTIN ÇÊNABE'

    Fehim Taştekin vê rewşê bibîrdixîne û dibêje ku ji ber vê, wê têkiliyên welatên rojava û Tirkiyê bêhtir nebaş bibe. Taştekin wiha dinirxîne: "Çiqas ji rojava dûr bikevin wê ji neçarî xwe bispêrin Rûsyayê û Îranê. Divê polîtîkaya xwe ya Sûriyê biguhere ku karibe bi van her dû hêzan re têkiliya xwe baş bike."

    Lê Taştekin ihtimalê nade ku di polîtîkaya Rojava de guhertin çêbibe. Fehim Taştekin dibêje ku heta hesabên Erdogan yên serokatiyê yan jî yên serokatiya bipartiyê berdewam bikin, polîtîkaya wî ya kurd naguhere. Taştekin balê dikişîne ser helwesta Tirkiyê ya li hemberî DAIŞê û dibêje ku polîtîkayên Tirkiyê yên dudilî wê berdewam bikin.

    NASSAN: ‘ERDOGAN DERBEYÊ JI XWE RE BIKAR TÎNE'

    Derdorên Rojava jî weke gelemperî, hewldana derbeya 17ê Tîrmehê ji nêz ve dişopînin. Siyasetmedar û Wezîrê Berê yê Karê Derve yê Kantona Kobanê İdrîs Nassan dibêje ew li bendebûn ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan têkçûna derbeyê weke fersenda guhertina polîtîkayê binirxanda. Le Nassan dibêje mixabin Erdogan derbeyê ji xwe re bikar tîne û ji ber ku ji dijberên xwe ditirse dixwaze wan jî têk bibe. Idrîs Nassan vê rewşê nîşaneyên nebaş dinirxîne û wiha dinirxîne: "Pêşerojeke aloz ji tirkiyê re xuya dike û pêşeroja Tirkiyê aloz be, ya herêmê jî wê aloz be. ji ber ku bi giştî welatekî girîng e di Rojhilata Navîn de. Herwiha deriyê Ewropayê ye. Çi tevlihevî di nav Tirkiyê de çêbibe wê bandorê li herêmê bike û wê li Ewropayê jî bike."

    ‘NÎŞANEYÊN TUNDÎTIYÊ HENE'
    Idrîs Nassan ji ber vê rewşê dibêje niha nîşaneyên derketine holê dide xuyakirin ku Erdogan ber bi tundîtiyê ve diçe. Ev jî ne nîşaneyên lêvegerê û demokrasiye ne.

    Jixwe medyaya Tirkiyê îdia kir ku piştî hewldana derbeyê hin leşkerên hatine desteserkirin îdiakirin ku 2 leşker reviyane Rojava û xwe radestî Tirkiyê kirine. Nassan vê helwestê weke yek ji nîşaneyên çûna tundîtiyê dibîne.

    Bi heman mijarî:

    Erdoganî: ‘Eger darve kirin ji parlamentoyê bibore ez jî dê erê bikim'
    Amerîka: Pêvajoya darizandinê divê çerçoveya makeqanûnê de pêk were
    Demirtaş: ‘Em li hemberî darve kirinê ne'
    YE di mijara 'mafên mirovan' de Tirkiye hişyar kir
    'Derbe tê, şukir, Xwedê ruyê me reş neke'
    Çîn: "Em piştgiriya bergiriyên Tirkiyeyê yên ewlehiya netewî dikin.
    Cengiz Çandar: Dibe Erdoganî bi xwe hewldana derbeyê hûnandibe
    Etîketan:
    derbeya leşkerî, Rojava, AKP, Idrîs Nassan, Fehim Taştekin, Suleyman Soylu, John Kerry, Recep Tayyip Erdogan, Sûriyê, Tirkiye, Rojava, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de