21:56 22 Sibat 2018
Zindî
    Şervan Derviş

    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Dema ku em bixwazin dikarin bikevin Minbicê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 20

    Şervan Derwêş dibêje ku bajar ji aliye leşkerî ve di bin kontrola wan de ye lê ji ber sivîl di bajêr de hene û ew neketine bajêr. Derwêş ji bo operasyona Reqqayê ya hêzên rejîma Sûriyê jî diyar dike ku hêzên rejîma Sûriyê nikarin bigihêjin Reqqayê.

    Ferid Demirel

    Operasyona Minbicê
    © REUTERS/ Rodi Said
    Navenda Nûçeyan — Operasyona rizgarkirina Minbicê di roja 8an de berdewam dike. Heta niha gelek gundên derdora Minbicê ji destên DAIŞê hatiye derxistin. Îro bi taybetî gelek caran hate îdiakirin ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ketiye nava bajêr û şer li vir destpêkiriye. Lê berdevkê Meclîsê Şervan Derwêş ji Sputnikê re daxuyand ku ew ji derveyî bajêr sekinîne û heta niha neketine nav bajêr.

    Derwêş dibêje ku bajar ji 3 hêlan ve hatiye dorpêçkirin û wê agahiyê dide ku tenê hêla rojava vekiriye. Şervan Derwêş dibêje ku ji bo wan ketina nav bajêr ne zehmet e û bajar di wateya leşkerî de di bin kontrola wan de ye. Li gor agahiyên berdevkê Meclîsê dide, li çend gundên ku mane xebatên hêzên wan berdewam dikin. Herweha dibêje ku ew nizanin wê di çend rojan de tevahiya bajêr têxên bin kontrola xwe.

    ‘JI BER KU EM NAXWAZIN SIVÎL ZIRARÊ BIBÎNİN'

    Şervan Derwêş sedema neketina nava bajêr wiha diyar dike; "Em hîn neketine bajêr. Ji ber ku sivîl tê de hene. Em mecbur rewşa sivîlan berçavan re bigirin. Ji bo me bajar di bin hakimiyeta me de ye. Em kîjan deqê bixwazin dikarin têkevinê. ji ber ku em nizanin sivîl li ku derê hene li ku dere nînin me xwe ji ber vê rewşê ragirtiye, ji bo ku em karibin hîn baştir hâkimiyete çêbikin û zirarê negihînin sivîlan."

    Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar dike ku "Girtina Minbicê wê rê veke ji bo ku deverên din jî werin rizgarkirin. Bi girtina Minbicê re em rêya DAIŞ a Reqqayê bi cîhanê re qut dikin. Ciyê ku têkiliya DAIŞê bi Reqqayê re çêbibe rêya Minbicê bû. Girtina minbicê em mentiqeyên daişê ji hev dû parçe dikin ji hev qutdikin. Girtina minbicê gaveke ji bo têkçûna reqqayê û girtian Reqqayê.

    YPG û HSD
    © Sputnik/
    YPG û HSD

    ‘JI KU DERÊ SÛRIYÊ ALÎKARÎ BÊ XWESTIN EM LI WIR IN'

    Şervan Derwêş derbarê nîqaşên piştî operasyona Minbicê wê li ku operasyonê pêk bînin de dibêje ku li ser xaka Sûriyê kî alîkariya wan bixwaze ew ê biçin li wir operasyonê li dar bixin. Lê niha ji bilî Minbicê ti ciyên din di rojeva wan de nîne.
    Derwêş dibêje ku berê DAIŞê nedihişt niştecih derkevin. Lê ji duh û vir ve rê li ber derketina wan vekiriye. Derwêş wê agahiyê dide ku DAIŞ mal û taxên ku vala dibin mayin dike. Herweha radigihîne ku gelek komên DAIŞê xwestine di nava sivîlan de birevin. Lê bi alîkariya gelê Minbicê û gundên wê ev helwdana wan têk çûye.

    YPG
    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    YPG

    ‘QUDRETA REJÎMÊ NÎNE KU BIGIHÊJE REQQAYÊ'

    Weke tê zanîn çend roj berê artêşa rejîma Sûriyê bi alîkariya hêzên asmanî yên Rûsyayê operasyon ber bi Reqqayê dan destpêkirin. Şervan Derwêş li ser pirsa ‘gelo hêzên wan jî berê xwe bidin Reqqayê û ew û hêzên rejîmê werin hemberî hev wê çi bibe?' got ku; "Li gor pêşketinên li erdê çêdibin, ez dibêjim zûye ku em behs bikin ku rejim karibe xwe bigihîne Reqqayê. Mimkune xwe bigihînin derdora wê lê ji bo rejim bigihêje Reqqayê hîn zûye. Ew qudreta rejîmê hîn tüneye. Lewma ez texmîn nakim ku em werin beramber hev du."

    ‘YPG DERBASÎ ROJAVAYÊ FERATÊ NEBÛYE'

    Gotina Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku gotibû DYAyê ji me re gotiye YPG li rojavayê Feratê namîne Şervan Derwêş wiha dinirxîne; "Jixwe gotina me aşkere ye, em ji dinyayê re aşkere dibêjin, YPG derbas nebûye. Yê ku derbas bûne Meclîsa Leşkeri ya Minbicê ye. Zarokên Minbicê ne. Pêkhatiyên Minbicê ne. Hêzên QSDê alîkariya lojîstik û îstîşarê didin me. Hevpeymana navnetewî jî alîkariya me dike." Derwêş ji ber vê alîkariyê spasiya van hêzan dike.

    Bi heman mijarî:

    Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
    Piştî Em Minbicê rizgar bikin em ê bidin birêveberiya sivîl
    Hêzên YPGê 3 gundên din rizgar kirin û nêzî bajarê Minbicê dibin
    Di şerê Minbicê de leşkerekî amerîkî birîndar bû
    Tirkiye neçarî operasyona Minbicê ma
    Etîketan:
    operasyona rizgarkirinê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwêş, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de