01:27 23 Hezîran 2018
Karel Valansi

‘Dibe ku Rûsya dixwaze di pirsgirêka Îsraîl û Filistînê de bibe mudaxil'

© Foto : Zaman
Nêrîn
Lînkê kurt
0 22

Netanyahû û Pûtîn li gel pirsgirêka Îsraîl û Filistînê wê derbarê şerê Sûriyê jî gotûbêjan bikin. Karel Valansî dibêje ku dibe Rûsya bixwaze di vê mijarê de bibe mudaxil.

Ferid Demirel

Stenbol — Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ji bo hevdîtina bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re, wê di 7ê Hezîranê de biçe Moskovayê. Li gor daxuyaniya Kremlînê di navbera her du Serokan de wê pirsgirêka Îsraîl û Filistînê, têkiliyên di navbera Rûsya û Îsraîlê de û herweha şerê Sûriyê jî wê bê gotûbêjkirin.

Serdana Netanyahû ji hêleke din jî girîng tê dîtin. Netanyahû di demeke wisa de serdana Moskovayê dike ku têkiliya Rûsya û Tirkiyê di krîzê de ye û têkiliya Tirkiye û Îsraîlê jî piştî bûyera keştiya Mavî Marmarayê cara destpêkê ber bi başiyê ve diçe.

Nivîskara rojnameya Şalomê Karel Valansi ji Sputnik Kurdistanê re nirxand ku her dû dewlet 25emîn salvegera têkiliyên xwe wê pîroz bikin û ev hevdîtin ne nû hatiya plankirin. Tenê ji ber vê sedemê be jî dixuye ku têkiliya di navbera her dû dewletan de baş e.

Mahmûd Ebbas
© REUTERS / Alkis Konstantinidis
‘NETANYAHÛ NAXWAZE FRANSA BIBE MUDAXIL'

Valansi diyar dike ku mijara bingehîn a hevdîtina beriya niha Sûriye bû; "Îsraîl ji bo ku qeza yan jî têgihiştinek şaş dernekeve holê di warê ewlekariyê de û Rûsyayê re hevkarî çêkiribû ku Rûsyayê di wê demê de li Sûriyê dest bi operasyonên asmanî kiribûn." Karel Valansi dibêje ku hevdîtina di 7ê Hezîranê wê berdewama vê hevkariyê be. Weke ku Kremlînê dabû xuyakirin Karel Valansi jî şerê Sûriye û hevdîtinên aştiyê yên di navbera Îsraîl û Filistînê de mijarên sereke dibîne ku wê Putin û Netanyahu li ser nîqaş bikin.

Nivîskara Şalomê Valansi dibêje ku, di vê mijara herî girîng a Rojhilata Navîn de dibe ku Rûsya dixwaze bibe mudaxil. Nirxandinên Karel Valansi di vê mijarê de wiha berdewam dike; "Netanyahu bi ti awayî qebûl nake ku Fransa bibe navbeynkar ku Fransayê piştgirî dabû biryara UNESCOyê ya derbarê Qudsê de. Hewldanên Amerîkayê yên beriya hilbijartinê jî ne serkeftî bûn. Di vê mijara herî girîng a Rojhilata Navîn de dibe ku Rûsya dixwaze bibe mudaxil."

‘RÛSYA Û ÎSRAÎL WÊ TECRÛBEYÊN XWE YÊN DERBARÊ TIRKIYÊ DE PARVE BIKIN'

Bi agahiya derbarê serdanê re ew pirs hate rojevê ku gelo wê Benyamîn Netanyahû navbeynkariyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de bike? Valensî di wê baweriyê de ye ku di hevdîtina Pûtîn û Netanyahû de pirsgirêkên di navbera Tirkiyê û her du dewletan de teqez dê bê rojevê. Lê li gor Valensi ji bo vê pirsê hîna gelekî zû ye. Sedema vê nêrîna xwe jî wiha tîne ziman; "Ji ber ku hîna Îsraîl û Tirkiyê peyman îmze nekirine. Ez wisa difikirim ku wê Rûsya û Îsraîl tecrûbeyên xwe yên hevpar yên derbarê Tirkiyê de bi hev re parve bikin. Li Rojhilata Navîn di demeke kurt de her tişt dikare biguhere. Beriya ku peymana asayîbûnê ya di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de bê îmzakirin axavtina li ser wê gelekî zû ye. Heke her tişt asayî bibe, em dikarin pêşbîniyê bikin ku her dû dewlet derbarê Sûriyê de bi hev re tevbigerin û di hin mijaran de hevkariyê bikin ku Sûriye cînarê her dû dewletane jî.

Bi heman mijarî:

Îsraîl êdî cenazeyên filistîniyan dê radestî malbatên wan neke
Îsraîl wê bi Kubeya Hasin platformên xaza sirûştî biparêze
Îsraîl ji hewayê êrişî Xazzeyê kir
Îsraîl êrişî Gazzeyê kir
Îsraîl: Hedefa teqîna Taksîmê ne geştiyarên Îsraîlê bû
Etîketan:
Karel Valansi, Benyamin Netenyahu, Vladimir Putin, îsraîl, Sûriye, Filistîn, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de