22:34 23 Tebax 2017
Zindî
    Hevseroka PYDê Asya Abdullah

    Hevseroka PYDê: Em di Cenêvê de neyen temsîlkirin em ê alternatîvên din binirxînin

    © AP Photo/ / Jake Simkin
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 7910

    Hevseroka PYDê Asya Abdullah li ser operasyona Minbicê got ku; çi ciyê ku ji destên DAIŞê bên rizgarkirin divê kêfxweşiyê di herkesi di çêbike. Abdullah ji bo hevdîtinên Cenêv jî diyar dike ku heke em û hêzên demokratîk ên Sûriyê di wir de neyên temsîlkirin wê demê em ê alternatîvên din binirxînin.

    Ferid Demirel

    Navenda Nûçeyan — Operasyona li hember Minbicê du roj berê ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên hevpeymaniya navdewletî ve hate destpêkirin. Di encama vê operasyonê de deverek gelek berfireh heta niha ji deste DAIŞê hatiye derxistin. Li gor agahiyên ji herêmê tên di demeke kurt de wê Minbic ji hêla van hêzan ve bi temamê ji destê DAIŞê were rizgarkirin.

    Bi rizgarkirina Minbicê re wê rewşeke nû derkeve holê. Ji ber ku li gor şîroveyan wê ev operasyon bi Minbicê sînordar nabe. Tê texmînkirin ku Reqqa û herêmên di bin kontrola DAIŞê de ji hêla van hêzan ve were rizgarkirin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah derbarê rewşa dawî a operasyonê û pêşketinên li Rojava de pirsên Sputniknewsê bersivand.

    ‘OPERASYONA MINBICÊ LI SER DAXWAZA GELÊN HERÊMÊ ÇÊBÛ'

    Asya Abdullah diyar dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî ku operasyona Minbicê dane destpêkirin pêş ve çûne û mesafeyek kêm maye ku bigihêjin bajarê Minbicê. Abdullah weke rayedarên din ên siyasî û leşkeri yên Rojava bi taybetî li ser wî tiştî disekinin ku operasyona Minbicê, bi daxwaza gelên herêmê pêk hatiye. Herweha bibîrdixe ku operasyon di ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hevbeşiya hêzên hevpeymanê pêk tê.

    ‘TÊKILIYÊN ME BI HEMÛ DERDORAN RE HEYE'

    Hevseroka PYDê derbarê têkiliyên hêzên kurd û Amerîkayê de diyar dike ku ew weke partiyeke siyasî dikarin binirxînin û vê têkiliyê xwezayî dibînin. Li gor Abdullah ev têkilî jî ji ber ku operasyon li hember DAIŞê pêk tê pêş dikeve. Dîsa diyar dike ku hevdîtinên wan bi hemû aliyan re hene ku yek ji wan jî Rûsyayê.

    ‘PÊWÎSTE KURD WEKE ŞANDEKÊ BEŞDARÎ CENÊV BIBIN'

    Hevdîtinên derbarê pirsgirêka Sûriyê de di nava aliyan de li Cenêv çêdibe. Muxalefeta Sûriyê ji hevdîtinên meha nîsanê de xwe kişand û ji ber vê rewşê dahatûya hevdîtinên Cenêv ê ne diyar e. Asya Abdullah derbarê vê mijarê de dibêje ku; "Ev pênc sal in me projeyên xwe pêşkêş kirine. Me gotiye ku em avakirine Sûriyeya demokratîk, nenavendî û temsîla hemî gelen Sûriyê dikin dixwazin. Herweha avakirina destûreke demokratîk ku mafê hemû gelên Sûriyê misoger dike û mafê gele kurd jî misoger dike dixwazin. Pêwîste kurd weke şandekê taybet jî di Cenêvê de amade bin."

    PYD
    © Sputnik/ Hediye Levent
    ‘NEXWE WÊ LI ALTERNATÎV BÊN NÎQAŞKIRIN'

    Li Rojava di encama civîneke di meha adarê de hate kirin, biryar hate girtin ku sîstema federalîzma demokratîk bê pejirandin. Li gor vê biryarê li Rojava û Bakûrê Sûriyê wê rêvebiriyeke nenavendî bê avakirin. Asya Abdullah derbarê vê sîstemê de agahiyan dide û têkiliya wê bi hevdîtinên Cenêv re çêdike; "Niha li federasyona Rojava û Bakure Suriyê 33 aliyên siyasî û civakî di nav de ne. 7 netew di nav de ne. 3 ol di nav de ne. Projeyek ku li ser erde dimeşe ya herî demokratîk e. Dema ku behsa pêşeroja Sûriyê bikin û ev îrade û şandeya kurd li wir ne amade nebe, wê deme dê çi nîqaş bikin? Wê çawa biryaran bigirin?"

    Abdullah dibêje ku heke ev hêz li wir amade nebin wê demê tê wateya ku ew cuda tên dîtin û wê demê wê alternatîfên din derkevin holê: "Ev zihneyet Suriyê parçe dike. Wê Suriyê parçe bike. Em li dijî vê ne. Ji ber wê jî divê kurd weke şandeke taybet, hêzen demokratîk bi rengekî hevbeş di Cenêvê de amade bin. Niha gelek nîqaş hene. Di van nîqaşên nû de tê gotin ku eger ev pêk neyê, wê demê hinek alternatîv jî dê werin nîqaşkirin." Abdullah vê nîqaşa alternatîvîyê jî tenê bi kurdan ve girêdane. Dibêje ku wê gelên ereb, suryan, asûrî û yên din jî bi hev re tevbigerin û biryarên hevbeş bigirin.

    Salih Mislim
    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    ‘EFRÎN DI NAVA ÇEMBERA AMBARGOYÊ DE YE'

    Asya Abdullah derbarê rewşa Rojava de diyar dike ku ji ber ambargoyê gelek zehmetî tên kişandin. Rojava weke di xelekê de dinirxîne û dibêje ku, "Hemî derî li ser Rojava girtine. Bi taybetî Kantona Efrînê nêzîkî du salin di nava çemberekê de dijî. Hem di çembera hundir de ya ji aliyê grupên çete de ne, hem jî çembera mile tirkiyê de ne. Ev tişt rewşa wê dere hinekî giran dike." Abdullah koçberên ku di van çend rojan de hatine Kantona Efrînê bibîr dixe û wiha nirxandinê dike; "Encamên şerê dora Helebê, mile Idlibê bi hezaran koçber berê xwe didin Efrînê. Rojane koçber diçin. Ev tişt barê Kantona Efrînê girantir dike" û banga alîkariyê li saziyên navdewletî dike.

    Dîsa li Helebê jî ji ber êrîşên li ser Taxa Şêx Meqsûdê rewşeke awarte heye. Asya Abdullah dibêje ev êrîş ji hêla hêzên muxalefeta Sûriyê ve çêdibin û di encamê de heta niha nêzîkî 100 kesan jiyana xwe ji dest daye.

    ‘TIRKIYÊ HIQUQA NAVNETEWÎ BINPÊ DIKE'

    Piştî ku operasyona rizgarkirina bakurê Reqqayê hate ragihandin derkete holê ku leşkerên tirk derbasî Efrînê bûne. Asya Abdullah vê agahiyê piştrast dike û dibêje ku ev êrîş ji ber ku hêzên muxalefeta Sûriyê yên têkildarî Tirkiyê ne tengav bûne, Tirkiye bi vî awayî alîkariya wan dike. Abdullah ji bo vê hewldana Tirkiyê bang li saziyên civaka medenî dike û dibêje ku li hember vê hewldanê helwesteke cidî nîşan bidin û hiqûqa navdewletî bikar bînin.

    Herweha vê mijarê weke pirsgirêkeke netewî ji dinirxîne û ji kurdan daxwaz dike ku ew jî li hember vê rewşê dengên xwe bilind bikin. Li ser îhtimala operasyoneke bejayî a hêzên tirk jî Asya Abdullah dibêje ku di rewşeke wisa de wê hêzên siyasî û îdarî ji bo parastinê helwesta xwe nişan bidin.

    ‘LI REQQA Û MINBICÊ DAIŞÊ GELEK IŞKENCE DA NIŞTECÎHAN'

    Asya Abdullah dibêje ku ji ber tiştên DAIŞê li deverên di bin kontrola xwe de kiriye, dema ev der tên rizgarkirin divê li her deverê dinyayê kesên bi wijdan kêfxweş bibin. Herweha kurdan jî ji ber ku li van deran hem gelek zehmetî kişandine û hem jî di rizgarkirinê de roleke sereke dilîzin, ew jî kêfxweş dibin.

    Bi heman mijarî:

    Oktay Vural:'Ka we digot Amerîka di mijara PYD û YPGê de me fêhm kiriye?
    PYD: Reqqa wê bibe beşek ji herêma kurd a federal
    PYD: AKP dijminê demokrasiye ye
    PYD: Tirkiyê û PDKê ambargo danîne ser Rojava
    Etîketan:
    niştecih, hiqûq, alternatîf, beşdar, binpê, navneteweyî, herêm, minbic, têkilî, berfirehtir, nîqaş, cenevre, rewş, şande, rizgarkirin, ambargo, hevdîtin, operasyon, DAIŞ, Sputnik, Asya Abdullah, Tirkiya, Efrîn, Reqqa, Minbic, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de