13:07 21 Tebax 2017
Zindî
    Tirkiye û YE

    Polîtîkaya derve ya AKPê diguhere, lê çawa?

    © AFP 2017/ MUSTAFA OZER
    Nêrîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Nîqaşên derbarê guhertina polîtîkayên derve yên hikûmeta AKPê, akademisyen Sînan Bîrdal û Behlul Ozkan ji Sputnîkê re şîrove kirin. Her du akademisyen diyar dikin ku guhertin di polîtîkaya Tirkiyê de çêbibe. Ozkan dibêje ku guhertin wê li gor berjewendiyên rejîma Erdogan çêbibe. Bîrdal jî diyar dike ku guhertin di çarçoveya dijayetiya kurdan de ye.

    Ayşegul Ozmen — Ferid Demirel

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê hikûmeta AKPê Nûman Kûrtûlmûş, di 1ê Hezîrana 2016ê de piştî civîna desteya wezîran derket pêşberî çapemeniyê û derbarê civînê de agahî dan. Di nava van agahiyan de nirxandinên Kûrtûlmûş ên derbarê polîtîkaya derve de balê dikişand. Kûrtûlmûş bi kurtasî digot ku "Atmosferek di polîtîkaya derve de heye ku gelekî zû diguhere. Di hin tiştan de divê teqez em hin guhertinan bikin ku me ji berê de dikirin." Ev daxuyanî ji hêla raya giştî ve weke nîşaneya guhertina polîtîkaya derve ya hikûmeta AKPê hate nirxandin.

    Li gor hin şîrovekarên siyasî, guhertin bi destjikarberdana Ahmed Davûtoglû re destpêkir. Yek ji avakarên AKPê û wezîrê karê derve ê berê Yaşar Yakiş jî piştî guhertina desteya wezîran ji Sputnikê re dabû xuyakirin ku bi çûna Davûtoglû re, hikûmet û serokomar sinyalên guhertinê didin. Herweha di daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên din ên hikûmetê de jî, bi taybetî derbarê têkiliyên bi Rûsyayê re, hin nîşaneyên guhertinê xuyadikirin.

    OZKAN: LI TIRKIYÊ ÊDÎ REJÎMA YEK ZILAMÎ HEYE

    Yek ji akademisyene Zanîngeha Marmara beşê têkiliyên navdewletî Behlul Ozkan jî dibêje guhertin heye û wê çêbibe. Lê Ozkan guhertinê ji hêleke din ve dinirxîne. Li gor Behlul Ozkan polîtîkaya derve ya dema Ahmet Davutoglu gelekî îdeolojîk bû. Ev polîtîka di çarçoveya avakirina Xeleka İxwanan de dihate meşandin. Lê niha polîtîkayek pragramatîk û li gor berjewendiyan wê bê meşandin. Ozkan di vir de bandora Serokomarê Tirkiyê bibîrdixîne û wiha dibêje; "Wê ev ne li gor berjewendiyên Tirkiyê bin. Jiber ku li Tirkiyê êdî rejima zilamê yek kesî heye. Em ê berê xwe bidin polîtîkayeke derve ya ku berjewandiyên Erdogan û rejîma Erdogan diparêze. Wê ev ne restorasyoneke tiştên kevn be."

    ‘WÊ HESABÊ XISTINA BALAFIRÊ GELEKÎ GIRAN BE'

    Behlul Ozkan krîza di navbera Tirkiyê û Rûsyayê bibîrdixîne û diyar dike ku ew di têkiliya wan de ihtimala başbûnê gelekî kêm dibîne. Dibêje jiber ku Erdogan heta niha polîtîkaya derve weke polîtîkaya nava Tirkiyê meşandiye: "Di demên berê de têkiliyên wî bi Cemaeta Gulen re gelekî baş bû. Di du sê mehan de têkiliya wan serobino bû. Herweha bi tevgera kurd de pêvajoya gotûbêjê birêve dibirin. Lê piştra wan weke dijmin diyar kir. Bi Davûtoglû re jî heman tişt çêbû. Têkiliya Erdogan û Rûsyayê gelekî baş bû. Ez difikirim ku Tirkiyê balafira Rûsyayê bizanebûn xistiye. Wê hesabê wê gelekî giran be."

    ‘BANDORA TIRKIYÊ LI SER ROJAVA NEMAYE'

    Pirsa herî zêde tê kirin ew e ku gelo wê Tirkiyê di polîtîkaya Rojava de di helwesta xwe de israr bike yan wê guhertinekê di vî warî de jî pêk bîne? Ozkan wê mijarê gelekî girîng dibîne lê dibêje ku ti bandora vê guhertinê li ser polîtîkaya Tirkiyê ya Rojava nake. Behlul Ozkan vê mijarê wiha dinirxîne, "Her ku diçe ihtimala bandora Tirkiyê li ser Bakûrê Sûriyê kêm dibe. Dev ji Rojava berdin, êdî nikarin bandorê li wê herêma biçûk a Ezazê bikin ku di destên muxalifan deye. Jixwe ev muxalif ji hêla Tirkiyê tên piştgirîkirin. Ez wisa difikirim ku wê ev muxalif li qadê li herêma Idlibê gelekî tengav bibin ku tenê li vir xurt in.

    Artêşa Tîrkîye û YPG
    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    BÎRDAL: NEÇARIYEK HEYE

    Akademîsyenê Zanîngeha Işikê Sînan Bîrdal jî dinirxîne ku wê guhertin di polîtîkayên derve yên Tirkiyê de çêbibe. Li gor Sînan Bîrdal, "Rûsya û bêhtir jî Tirkiye êdî gavên paş de davêjin. Herdu alî jî dixwazin têkiliyên xwe yên xirab baş bikin û ji bo vê yekê ketine nava tevgerên polîtîk. Duh Nûman Kûrtûlmûş jî daxuyand ku ‘divê Tirkiye politikaya xwe ya derve biguherîne' em ji vê yekê fêm dikin ku neçariyek heye. Duh Abdulkadîr Selvî di qûnciknivîsa xwe de diyar dikir ku hikumet ‘rejîma Esad' ji rêza polîtîkaya xwe derxist. Tişta wan ya sereke êdî parastina sînorên Sûriyeyê ye. Lewma jî bo vê yekê wê bi Îran û Rûsyayê re têkeve nava xebat û tevgeran.

    ‘WÊ TÊKOŞÎNA XWE YA LI DIJ YPGÊ ZÊDETIR BIKIN'

    Lê Bîrdal vê guhertinê bi pirsa kurd re têkildar dibîne: "Yanî dema ku armanc bibe parastina sînorên Herêma xweser a kurd wê têkoşîna xwe ya li dijî YPGê zêdetir bikin. Tirkiye li hember kantonên kurdan wê bi Rûsya û Îranê re têkeve nava hevkariyê. Bi qasî em dibînin armanca sererastkirina polîtîkayên bi Rûsya û Îranê re ev e.

    Sînan Bîrdal diyar dike ku divê Amerîka neyê jibîrkirin. Bîrdal nirxandina xwe wiha berdewam dike; "Em nizanin ka ev yek bi dile Amerîkaye yan na. Dibe ku Amerîka destûra şerê li dijî xweseriya kurdan nede. Emê di rojên pêş de bibînin. Lewra îro têkiliyên Amerîka û PYD gelekî baş e. Amerîka PYD ji xwe re weke hevalbendekê dibîne. Heta niha Amerîka û PYD li Raqayê operasyoneke hevpar lidardixin. Lewma jî ne bawer im ku nêrîn û polîtîkayên Amerîkayê yên li ser kurdan bigihere."

    Bi heman mijarî:

    Kremlînê, ji Erdogan re gavên ku Enqere bavîne vegotin
    Moskova ji bo îdiayên Erdogan: Delîlên we hene?
    Vê carê Almanyayê gef xwar: Bila Erdogan heta sibê biqêre
    Erdogan DYA nikare tiştekî wisa bike
    Avusturya: Em ê bibin bindestê kesên weke Erdogan
    Etîketan:
    polîtîkaya derve, Sînan Bîrdal, Behlul Ozkan, Ahmed Davutoglu, Nûman Kûrtûlmûş, Recep Tayîp Erdogan, Rûsya, Sûriye, Rojava, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de